Filmê Kurdî ê Rojavayê Kurdîstanê “Cîran”, ji bo pêşbaziya navneteweyî ya Festîvala Fîlimê ya Şanghayê û ji bo Xelata Mezin a Festîvalê, Kûpa Zêrîn hat helbijartin.

Fîlimê “Cîran” ê derhênerê Kurdê rojavayê Kurdîstanê Manu Khelîl wê li festîvala Filmên navnetewî a Şanghaya Çînê ku ji 11 heya 20ê Hezîranê li dar dikeve ku ji bo Kûpa Zêrîn a Festîvalê hatiye hilbijartin wê bê şanî dan.

Festîvala Şanghayê digel Berlîn, Cannes, Locarno, Venedîk, Qahîre û Toronto de, li gorî senifandina Federasyona Navneteweyî ya produsentê Fîliman ji pazdeh festîvalên mezin ên kategoriya “A” tê hesibandin.

Cîran- di Pêşberka Navneteweyî ya Festîvala bi 12 fîlimên din re ji bo xelata yekem, Kûpa Zêrîn pêşbaziyê dike.  Cîran bi nivîsandin, derhênan und produksîona Mano Khalile, bi alîkariya kenalên TV-yên Ewropî ARTE û SRF hatiye fînanse kirin.

Fîlima “Cîran” çîroka zarokekî Kurd ê şeş-salî ye, ku li gundekî nêzê sînorê “Tirkî-Sûrî” dijî, ku malbata wî di nav du welatan de hatiye perçekirin. Film bi du seatên xwe de, kurtahîa pêncî salên zordestî, şovenîzm, û rêbazên nijadperestî yên ku ji hêla rejîma Baasîst a faşîst ku li ser miletê Kurd anî holê tîne şanîdan.

Film li ser gelek teştên taybet di jiyana miletê kurd de li Rojava, ku di bin zordariya rêjîma Baasî tîne ziman, wek qedexekirna ziman û kultura kurdî, praktîkên Muxabarata li dijî miletê kurda re, Nijadperestiya rejîmê, û daxwazkirina wê bo goherandina demografia Kurdistanê, Sînor û eskerên ku bi kuştina mirovên kurd re şanaziya dikin. Her weha bo cara yekem mesela “Erebên Xemir” ku rêjîma Faşîst a Baas di salê heftê de, di bin programa şofînîst a bi navê “Kembera erebî” anî rojava û erdê kurda ji wan stand û li erebên Xemir belav kir tê hole, ko heta roja îro ev problemek mezine li Rojavayê Kurdîstanê ye û li benda çareseriyê ye. Ev ji alîkî de, ji aliyê den ve, çîroka cihuên Surî ku neçar man, ji welatê xwe koç bikin û mal û milkê xwe li pişt xwe bihêlin.

Fîlima cîran wekî yekem fîlimê dirêj, ê internasîonal ko wê li sînemayên cîhanê bê şanîdan ku li Rojavayê kurdîstanê hatiye çêkirin.

Cîran fîlimek însanî ye li ser bihevrejiyanê û hevaltiyê ye, fîlimek ku tiliya xwe şanî birînê dide.
Fîlmek şîreta li ti kesî nake, rola Hakim ku “Zalim û Mezlum” şanî bide, hertiştî bi rastiya rut şanî dide û temaşevan azade bi xwe bike hakim. Ji ber ku fîlm le ser mirova ye û ji bo mirova ye. Fîlmek li ser hêviyê ye, hêviya ku hemu gelên xêrxwaz ên li Sûrî dijîn,ên ku baoerin, ku mafê herkesî heye bi azadî, çand, ol, kultur û zimanê xwe bi kar bîne, ku bi azadî çarenûsa xwe hilbijêre û li ser axa xwe û di nav zarokên xwe de bi rûmet bijî. Çi Kurd be, Ereb be, Xiristiyan be, Cihû be, mirovên ku di demekê de xelkên welatekî bi  navê “Komara Sûrî” bun, berî ku kesek were û bi darê zorê û bi rureşî navê wê bike “Sûriya El-Ased”.

Cîran- filmê wan mirova ye, yên ku mûmekek di destê wan deye û bi bawerin ku dawîa tariyê wê bê, û ku qencî û hezkirin wê zora xerabî û nefretê bibe. Her çend dem dirêj be jî…

Di fîlmê “Cîran” de bp yekem care ku leystikvanên ereb ê Sûrî ê navdar û leystokvanên Kurd û navneteweyî li kêleka hev di filmekî wilo de dixebitin. Wek zarokê Kurd ê rojavayê Kurdîstanê “Serhed Khalil”, yan jî Jelal Al-Taweel, Cîhad Abdo, Mazen Al-Natour, Nassima Al-Daher, û leystikvana navnetewî a Brezîlê ku bi koka xwe Sûrî ye “Tuna Dweik”, û leystikvanên kurd, Bengin Ali, Heval Nayif, Zîrek, Îsmail Zagros, Îvan Anderson, Jiyan Armanc û Derya Uygurlar cih digrin.

Fîlm wê di 14-ê meha dehan de li sînemayên Swîsreyê were şanîdan û dê dawiya salê de li hemu sînemayên Amerîka, Kanada, Austuralya û Almanya jî wê were şanîdan.

-Nuçe di Hollywood Report de.

-Nuçe di Variety de.

-Nuçe di Screened Daily de

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *