Festîvala ‘Amed Surfest’ê wê 29ê Îlonê de dest pê bike

Festîvala ‘Surfest’ê di navbera 29ê Îlonê û 5ê Cotmehê de wê bê lidarxistin.

Komeleya Çand Huner û  Wêjeyê Ya Jinan (KASED) di navbera 29ê Îlonê û 5ê Cotmehê de li Amedê festîvala ‘’Amed SurFest’’ li dar dixe.

Festîval bi piştgirîya Brîtîsh Council ya Turkîyeyê  tê amadekirin.

Festîval dê bi xebatên hunerî û çandî yên zimanê zikmakî jin û zarokan bîne ba hev.

Her weha KASED armanc dike ku di hemu qadan de derfetê bide jinan da ku bi hunerê re bên gel hev, pir zimanîtiyê, bîra çandî û dîrokî ya Sûrê biparêze.

Di festîvalê de performansên hunermendên heremî û navnetewî, ji bo zarokan kargehên curbicur, panelên online û dê konser bêne lidarxistin.

Starta festîvalê di 29ê Îlonê de li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê bi newayên ermenî û kurdî yên jin vedibêjin dê bê dayîn.

Dê di festîvalê de ji bo zarokan şahî, atolyeyên çîrokan, konser û cil û dê nîşandana cil û bergên netewî werin lidarxistin. Her wiha dê 5’êmîn salvegera damezrandina KASEDê jî bê pîrozkirin.

BK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *