Eniya Kurdistana Sûriyeyê, bertek nîşanî hikûmeta veguhêz a Sûriyê da ku Cenjna Newrozê nexistiye nav rojên taybet ên betlaneya fermî û wekî cejn qebûl nekiriye.
Eniyê diyar kir, fermînekirina Cejna Newrozê û berdewamiya li ser binavkirina 21ê Adarê wekî “Cejna Dayikan” berdewamiya eynî siyaseta rejîma berê ye, ku bizav kir bi rêya vî navî sembola Newrozê ji holê rake û wateya wê bi semboleke çêkirî biguherîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Cejna Dayikan li Sûriyeyê di 13ê Gulanê de bû, lê 21ê Adarê Cejna Newrozê ye, ku divê li seranserê Sûriyeyê wekî cejneke neteweyî itîraf pê bê kirin.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê destnîşan kir, divê itîraf bi Cejna Sersala Êzîdiyan (Çarşema Sor) wekî bêhnvedaneke fermî ji bo xûşk û birayên Êzidî bê kirin. Herwiha daxwaza mafê bêhnvedanê di vê rojê de ji wan re dike, wekî rêzgirtinek li pîrozî, statuya olî û rûhî ya vê bûyerê û li ser bingeha wekheviyê di navbera hemî civakên Sûriyeyê de û rêzgirtina li taybetmendiyên wan ên çandî û olî.
Di daxuyaniyê de behsa serjimêriya awarte ya sala 1962yan hate kirin ku, bi sedan hezar Kurd ji nasnameya Sûriyeyê hatin bêparkirin, siyasetên erebkirin û guhertina demografiyê ku deverên Kurdistana Sûriyeyê kirine armanc û heta niha jî şûnwarên wan mane.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê dawiyê jî hişyarî da ku, paşguhkirina sembolên neteweyî û olî yên gelê Kurd, nexasim Cejna Newrozê û Sersala Êzidiyan, dê xizmeta projeya nû ya Sûriyeyê neke ku her kes dixwaze. Îtîrafkirina bi van bûyeran wekî ceribandineke rastîn tê hesibandin, da ku niyeta baş a axaftinên li ser Sûriyeyeke nû ku li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina dualî û edaleta dîrokî ji bo hemî civakên welat bê selimand. (PK)


