Fazil MÎRANÎ Keseyatiyek şoreşger, Pêşmerge, siyasetmedar û dîplomatekî zindî!

Beriya demek birêz dilsozê welat hêja mamoste Rizgar Kesteyî ji min re çend kîtêbên rêzdar mamoste Fazil Mîranî şand. Min bi kêfxweşî û bi serbilindî vê berhemê xwend û piştre ji xwe re fikirîm û xemgîn bûm, ji ber ku li gelek aliyên welatê me de nivşên nuh, şoreşgêr û siyasetmedarên xwe yên kedkarên Kurdistanê nasnakin.

Ciwanên Kurd li bakûr bi tirkên çepgir re serbilind dibin û şopgerê doza wan in ku mixabin rêç û doza wan jî rê û rêbaza pan tirkîzm a Atatirkê tirkan e. Ciwanên Kurd bi Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Ulaş Bardakçî, Sînan Cemgîl û yên wekî wan baş dinasin û ji xwe re weke îdol digrin. Bi saya xebata PDK-T û tesîra şerê çekdariya M. Mistefa Barzanîyê nemir û xebatên wî yên doza milî ya Kurdistanê tesîrek erênî li ser ciwanên PDK bakûr kiribe jî bi gelenperî tesîra tirkan zêdetir li ser Kurdên me bûye. Bi taybet jî bi nerîna çep ya “sosyalîstên” tirkan, heta salên 60-70-80`yan bi giranî li ser xortên Kurdan bûye xwedî bandor û mixabin ku ev nexweşî xwe gîhande heta roja îroyîn jî. Mixabin ku nifşên nuh bi wan navdarên tirk serbilind dibin. Dixwazin wekî wan bifikirin, wekî wan di nava kada xebatê de tevbigerin. Her çendî li ser şopa çepgirên dagîrkeran de bimeşin, evqas ji rastiya xwe, rastiya nasname û doza milî dûr dikevin.

Li alîyek din jî kadir û şoreşgerên welatê me bi dehan car ji yên metînkaran zêdetir kedkar û têkoşerên doza welat, mirovantî û ya demokrasiyetê ne.

Ma tu sal û dem heye ku Kurd zilm û zor û êşkence nebînin, ma sal derbas dibe ku Kurd neyên kûştin û şehîd nebin?

Mamoste Fazil Mîranî yek ji wan kesên xebatkarê doza netewa Kurd e ku zêdetir jiyana xwe di nava ked û xebata rizgariya welatê xwe de bihûrandîye. Ma gelo çend kes ji 25 milyon Kurdên me yên bakûr ji doz û xebat û hizrên birêz fazil Mîranî haydar û pênas in?.

Mamoste Fazil Mîranî di sala 1948`de li navçeya Zumar ser bi bajar û parezgeha Mûsilê hatîye dunyayê.

Di sala 1966`de bûye endamê PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê). Di nava partîyê de, bi gelek berpirsiyartiyên cûda xebat kiriye, di nava gelek komîteyên cûr be cûr de xebat kiriye û heta ku bi ked û xebat û bahweriyên xwe bûye sekreterê polît bîroya partîyê. Mamoste Fazil Mîranî xwendina xwe bi beşa hiquq li Zankoya Selahedîn qedandîye.

Ji salên 1975 heta salên 1979`an jiyana xwe weke penaber li xerîbiyê domandîye. Sala 1979`an cardin vedigere ser axa welat û li ser çîyayên bi heybet ya welatê bav û bapîran, ji bo azadiya Kurdistanê dibe Pêşmerge.

Ji teref Zankoya Beleryus ya Selahedîn ji bo mamoste Fazil Mîranî fexrî doktorat hatiye dayîn. ji sala 1996 heta sala 2001`ê li herêma Kurdistana azad bûye wezîrê navxweyî di hikumeta Kurdistanê de.

Fazil Mîranî bi zimanê erebî, îngilîzî, farisî, tirkî û bi gelek zaravayên xwe ve zimanê kurdî dizane. Mamoste Fazil Mîranî ji xeynî xebatên xwe yên siyasî û pêşmergeyatî di heman demê de jî nivîskar e. Heta nuke pirtûkên ku ji aliyê wî ve hatine nivîsandin ev in.
1. Diyalog wek çareserî bi pêşniyarên siyasî yên Fazil Mîranî.
2. Xwendinek di hizra Partî Demokratî Kurdistan de.
Birêz Fazil Mîranî nuke jî weke sekreterê Partî Demokratî Kurdistanê ye..
Fazil MÎRANÎ Keseyatiyek şoreşger, Pêşmerge, siyasetmedar û dîplomatek zindî di nava rûpelên zêrîn yên dîroka PDK de û di herêma hikumeta Kurdistanê de xebatên xwe ji bo çarenûs û serxwebûna Kurdistanê didomîne…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *