Mem Botanî
Ji nava agir em welidîn jiyana nûjen
Di milekî me de her tim mirin bû
Awirên me yên tûj li ser civiyan
Ji nav de mirinbaran weşiya me
Ew zîpikbaranek tim li me bariya
Di avadariya nûjeniya rûmetdariya herdemiyê de
Mirin weslek ji me bû
Di milê wê de evînek har hembêz dikin em
Bê tixûb û bê tixûb
Ku birq û birûskê bi hev re lê dan
Û erd û esman hevdû hembêz kirin
Di warevîna me de
Sorgulên yekem şîn bûn
Û bêhn dan yekem yekem
Barandin
Çaxên sosretî ketin ber
Dê sotik be ji dilan re
Û bisojîne
Li ser hemû dilan
Bibe tovê evînê
Bibe tovê jînê bi navê evînê
Evîn
Bilindahiya qêrînekê ye
Dikêşe ser hemû dilan
Û dike dildar li çar alî
Komkirina sorgulan e
Wesle wesle bûne û wisa dimînin
Li welatan
Di nava devên hovan de
Ku dilvînên jiyanê ne
Jiyandayina miriyan e li warê jînê
Şikandina qîlên hovan e
Li hêviya xericîna stêrka bayanê ye
Hembêza seranserî cîhan
Çerxek jiyan e
Ku bixerice di nava çiyan de
Dîlanek agir e
Qor bi qor li dora cîhan geş dibe
Berbanga şeveqa jiyanê ye herdem
Nîşana serfirazî
Evîn
Di destpêka berbanga sibê de
Teqandina berikekê bû-ye
Di kûrahiya daristanan de
Bi dengekî hawar
Bi tilîliyên azadiyê ne
Li vî warî
Evîn
Çirûskek e stêrka birqonek e
Ji nava bilindahiya reşahiyê
Di nava gola jehrê de veşarî dimîne
Xwe davêje nava gola xwînê
Ji yekî dibe dudu
Dibe deh, sed
Dibe bi hezaran, deh hezaran,
Milyonan, dehmilyonan…
Û mirovahiyeke nuh gul vedide
Gazî ronahiya nuh dike
Bi evîndariyeke nuh
Ji Kurdistana nuh
Lehiyên hêviyên nûjen dişîpin
Alav bi alav
Ev agir ê kê ye?
Ku netefiyaye seranserî hebûnê
Agirê dilê min e
Di nav rehên min de digere şîp şîp
Li nav her wesleyên min de dişope
De zû hilbe êdî agir!
Bisojîne
Bûtik li benda te ne
Tovê jiyanê li hêviya te ye
Ez diqîrim te agir
Alav dirjîne – dirijîne – li her derê
Dê sorgul vebin
Û sira azadiyê bê her deverê
Kaniya evînê ye tolhildana me
Di nava sotên sincirok de şîn dibe
Qêrîna min gihîştiye hemû guhan
Nemiriyên min hemû çav tijî kirine
Gerdûn biweşînim
Ji bo evîna te ne bes e
Qîrîna mezin bikim tolhildana te
Hindik e
Lewra dizanim
Hawar û qîrîn para me maye
Li Helepçe
Agirê dayika welidandina Egîtan e
Ev war nakeve reşahiyê
Vî warî qet serî dananî
Li hember dijminê evînê
Çeka mirovahî
Û baweriya felekê
Dananî
Bobeya azadiyê
Di nava sorgulan de hembêz kiriye
Tu warê şêrîn
Riya meşa welat î
Te hembêz dikim Helepçe
Ta ku tu rabî
Di milê min de
Em reqsa evîna jînê bikin
Şênî şênî li banê gerdûn
Û alem temaşevanê me be bi dilvînî
Tu di milê min de
Ez di dilê te de, em
Biweşînin, biçînin tovê evînê
Li bin libên jehrê hebo hebo
Ta li xaka gerdûn
Gav bi gav
Jiyan
Ne bi evînek har be pêl nade
Di nava behra mirinê de
Ne pêldarê evînê bî
Wekî carek ji tim caran, distînin
Te, ji te digirin
Li ber çavên te
Û diavêjin tarîtiya kûr
Kes nabihîze
Evîna te
Baskşikestî dimîne
Melûl melûl stûxwar
Li ber dîwaran
Dimînî li ber tîrêjeke rojê
Ta bê, bizê
Te ji kezeb û dila bisincirîne
Çend tîrêjên rojê diketin para me
Şerê me yî kûr
Li hemberî tarîtiya mirinê bû
Şerê me yî kûr, bi esirdeman
Her dem
Sewta beyana nûjeniyê bû
Ev jiyan û ev war
Di nava lehiyên dîrokê de herikî îro
Şeveqa Helepçe bazdaye
Serê hovîtiyê her kes
Îro li cîhanê kes nemaye,
hawar hawar –
hawaaar…
gidî hawaaar…
Navgazîna Helepçe, ew vala ye
Tenê em tê de mane bi mirina xwe
Bi xemgîniya xwe
-bi xem û xiyalên xwe yên tevizî-
Û ronahiya xwe
Li dora agirê xwe yî bi sot û dijwar
Wesle bi wesle
Qet hilma te, ji te stendine ey mehlûq!
Di hembêza evîna te de
Tu qet bûyî peyker
Di şêrînahiya xewnên xwe de
Te ji te stendine
Te ji welatê te stendine
Te ji Helepçe stendine
Gidî hewaaar
Te ji nava axê
Bêhna jînê kişandiye pişikên xwe
Serdev li ser erdê
Tû noqî gola behra jehrê bû yî
Mehlûûûq!
Tu jî dibêjî ez evîndarê jînê me
Lê tenê destên me
Digihêjin birînên me
Gewriyên me
Ji hev û du hawarê dixwazin
Û di nava qermûçekên
Lêvên xwe de em
Ava jînê dikişînin taxên Helpçe
Ku lêvên zarokan
Û gewriyên wan… ax ez qurban
Û dilên wan
Û çavên wan
Û serê wan, ax serê wan
Û destê wan, tiliyên wan
Û birûyên wan, bijangên wan
Ji jehra mirinê
Bên şûştin
Ku bablîsoka ramûsanên jînbarînê hatin
Her ramûsan
Bila li cihên xwe rûnên
Deynin û bilîzin
Wek pirpirokên biharê
Wisa rengîn rengîn û zêrîn birqonek
Ne wekî encama Mem û Zînê
Şerê keda pîroz me digihîne hev
Em rêça evîna har in
Û wê dimeşin-?
Sotikê te diarîne, diarîne
Evîn, wek dilopek agir dixwuruce nav dilê min
-diarîne diarîne-
Ji Helepçe
Bi zarîn e, bi zarîn e
Dar û zevî melûl melûl dimeyizin
Daristan bi şînin
Hêstir dibarînin çem biç em
Çiya dîsa bi xem û kulan birîn in
Degvedidin bi hev re
Êdî bes e!..
Û dîrok rawestiya
Bi sonda hebûnê
Ta tolhildana evînê
Û evîna tolhildanê hebe
Ez dilvînê te me
Lewre tu sorguleke ji gulîstana
Tolhildana evîna min î
Tu janeke kûr
Ji janên jiyana şoreşa
Welatê min î
Ne mirin î, bêmirin î Helepçeee…
Çûbû ji dûr ve
Çûkek mabû biyanî
Li nav çol û daristanê
Di nav refên nûhatiyan de
Bi şev mabû li devre
Mabû mêvanî
Nêzî beyanê zû ve
Firiya hat mala xwe
Li ser sivêrnekê danî
Çîkînek evînî kir
Li der û dorê nêrî
Kes tune ji wê pê de
Bi eşq û şewqek giran
Kilama xwe diqedand
Ji nişka ve xwe avêt
Hêlîna xwe yî delal
Di karê xemilandina
Hêlîna qîzîn de bû
Ku bibûna bûk ew jî
Bibûna xwedî têjik
Dildarê wê li hundir
Li benda wê bû ji êvar de
Bi hatina çûk xanim
Kesera wînema bû
Ku hevdû bêhn dikirin
Hevdû hemêz dikirin
Li benda şeveqê bûn
Derên derve kar bikin
Hêlînê bixemilînin
Di cejna Newrozê de
Geş bikin evîna xwe
Dest bi saljîna xwe bikin
Di nav behra jiyanê de
Jiyan ziwa bû li Helepçe
Pênc hezar kaniyên jiyanê ne ew
Ziwa kirine
HAWAR HAWAR
Hêstirên çavan
têrî wan nake
Dê bên avdan
Ew di milên seranserî jînalavgurbûnên
Bilindahiyên welat de
Û ên di milên wan de
Her dem tovên xemgîniyên me ne
Pelek ji bayê dîroka reş
Ruyê me dialêsîne dîsa
Ta lêvên te yên gunguvîn
Dialêsîne mirin
Rûalistokê me ye, di reşahiya tarahiyê de
Li ser me diqîjiyan
Xwînbar dagirtine seranser
Li ser me
Lê yek temaşevan nîne li wir
Pênchezar peyker çêbûne li wir
Her jiyan
Bûye peyker
Li wir…
Em li ber barana janbarînê man
Teyroka agir li ser dilê me kir
Lê tovê me
Bi alava evînê hatiye honandin
Li kolanên Helepçe
Evîndarên piresrên dirêj in em
Te hemêz dikim dîsa dîsa
Min rahişt geza nan
Di nava tiliyên min de
Bû qumatka zarokeke hişkbûyî
Min rakir şerbikek avê
Ji Sîrwan dagirt-?
Li ser devê min, li min bû behra jehrê
Jê fûriyan hawarên Helepçe
Min got ez li Helepçe dijîm
Sireke mirinê li min xist
Nigên min ziwa bûn
Milên min ziwa bûn
Ez ziwa bûm
Lewre ez bûme peyker
Lê kes nabîne û kes nabihîze hawarên min
Li ber bayê feleka xayîn
Ez ketime ber awirên kemîndar
Bi tena sere xwe
Li ber bêbextiyê bi tiqûtenê
Gidî ma guleyek we jî nîn e looo
Nebî cebilxaneyên we têrî min nakin
min rizgar bikin looo
bi yek guleyekî gidîîî
Ez ê li ber bêbextiya nedîtî
Bi tena sere xwe
Ez dihezinim…
Lê kaniyên welatê me ziwa nabin
Her evîna jînê şîn dibe
Ma tu nizanî jehrkar
Di behra jehrê de
Tu dixeniqî jehrkar
Lewre
Dilê min kaniya jînê
Mezrabotan, dergûşa mirovahiyê me ez
Behra evînê me
Bibihîze êdî
Ez Kurdistan im Kurdistaaan
Dehaqo
Ên li te didin gerandin zêde bûne
Di vê esra hîn rûreş û lawaz de
Lê tu di gora xwe de
Wan bizêyî jî
Lê her yek ji wan bikî xwînxwarek
Li ser mêjiyê me jî
Di bin jehra mirinê de em
Kaniya jiyanê ne,
vejînkarê jînê
Roja germahiya tovê hebûnê
Roj ji nava newalên Zagros
Parî bi parî tîrêjên xwe dişîne
Ser warreşên tiyê ronahiyê
Ref bi refên bazan diherikin
Sotik bi sotik rojê barkirine
Li nava milên xwe
Bi şîpa birûskê diherikin
Deşt û bajar, newal û gelî
Dê ronahî bibin
Alav bi alav bejna te
Xweşik bibe her dever,
bibe guldank
Bibe rehên xwînê ji jînkarên Helepçe
Em noqî buhuşta xeyalên xwe dibin
Devkeniya me ganê mirovahiyê ye
Di dilê me de
Agirê evînan gurr bû
Ji bo hilweşe keleha dijevînê
Alav da çirûsk
Ta ku li ser axê û zinaran
Kulîlkên evînê vebin
Ta bi ta
Êdî
Di nava kirasên bûkane de
Di bazdana hembêzkirina
Dilvînê xwe de
Di milê mirinê de
Evînek baskşikestî
Tovjînbarkirina agirê gurr e
Herdem HELEPÇE
_________________________________________________
Adar 1997 Çanakkale