’Eqîda Îmanê’        

Siddik BOZARSLAN

Esera wî ya dî ya bi navê ’Eqîda Îmanê’ jî esereka biçûk e. Ew jî helbestkî ye. Xanî di wê esera xwe ya kurt da bingeh û awayên bawerîya dînê Îslamê nivîsîne û dane naskirin, dane zanîn. Xanîyê nemir, vê esera xwe jî jibo dersên perwerdeyê amade kirîye û xwestiye ku ew jî di medreseyan da wek dersek bê xwendin û loma ew jî kurdî nivîsîye. Ev eser ji 70 beşan (beyit) pêkhatîye. Xanîyê gewre, di wê kitêba xwe da jî kirîye hedef ku zarûkên kurdan divê bi zimanê xwe haydarîyên dînî hîn bibin.

Wek mamosta Kadri jî daye xuyakirin, du xusûsîyet vê kitêbê jî giring dike. Ev kitêb, kitêba ewil e ku di derbarê dînê îslamê da bi kurdî hatîye nivîsîn û ketîye nav   sistema hîndekarîya medreseyan. Bi vî awayî ev kitêb, bûye kilîdek ku derî jibo kitêbên din veke da ku di perwerdeyê da dersên kurdî zêde bibin. Ev kitêb jî bi helbeskî ye. (Kadri Yıldırım, Ehmedê Xanî Külliyatı, r. 43- 44, Avesta Y.)

Dîwan

Haydarîyên mamosta Kadrî di heqê Dîwana Xanîyê nemir da, bi kurtî weha ye:   Dema Xanî li jîyanê bûye, hin şi´îrên wî yên ku nebûne dîwan, wek yek-du nusxeyên destnivîsî ji alîyên hezkiroxên ilmê û edebîyatê ve hatine parastin.

Cara ewil Mela Mahmûdê Bayezîdî 25 helbestên Xanî ku bi destnivîs bûye 70 rûpel, di Dîwançeyek da wan kom kirîye û daye A. Jaba ku wê demê Sefîrê Rusî yê Erzurumê bûye. A. Jaba, wê Dîwanê li Kitêbxana Gel a Giştî ya Petersburgê di numareya 36an da qeyd kirîye û xistîye bin parastinê.

Di 1996an da Îsmail Badî 20 helbestên Xanî di Dîwançeyek da civandîye, berîya çapkirinê wan muqayeseyên destnivîsan û yên çapbûyî kirîye û li Dihokê çap kirîye.

Mesûd Kettanî jî di 1998an da 7 helbestên Xanî yên bijarte li Dihokê weşandîye.

Muhammed Alî Qeredaxî jî 7 helbestên Xanî kom kirîye û di kitêba xwe ya bi navê ”Bûjandînewey Mêjûy Zanayanî Kurd”, cildê 3yan da çap kirîye.

Di 2002an da Abdurrahman Durre, hin helbestên Xanî ku ji 27 parçeyan pêkhatîye, bi navê ”Şerha Dîwana Ehmedê Xanî” weşandîye.

Abdullah Varlı jî di 2004an da bi navê ”Dîwan û Gobidyê Ahmedê Xanî Yêd Mayîn”, Dîwanek weşandîye. Li gora lêkolîna wî, 109 helbestên Xanî di wê dîwanê da kom kirîye. Ji ber ku di heqê hin helbestan da itiraz hebûne ku ew ne yên Xanî ne, Varlı li ser wê mijarê xebitîye û bi jêrenotan daye xuyakirin ku ew helbestên Xanî ne.

Tahsîn Îbrahîm Doskî, bi navê ”Cevheru´l – meanî fî şerhî Dîwanî  Ehmed el- Xanî” 29 helbestên Xanî kom kirîye û li Dihokê di 2005an da çap kirîye.(eynê eser, r. 51-62)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *