ENKSê divê di avakirina dewleta nû de li ser navê kurdan bibe teref

Îbrahîm GUÇLU 

Wek tê zanîn piştî “Bahara Ereban” dest pê kir, her kesî meraq dikir ku “Bihara Ereban” dê çewa bandor û tesîra xwe li Dewleta Sûriyeyê bike.

Lewra Dewleta Sûriyeyê û Dewleta Iraqê li Rojhelata Navîn du dewletên balkêş bûn. Balkêşiya wan ji çend aliyan de xwe dida derve.

Yekemîn sedem ew bû ku hemû welatên ereban dewletên monarşîk bûn û ji aliyê arîstokratên ereban de dihatin rêvebirin. Sûriye û Iraq ji aliyê yek partiyekê de, ji aliyê partiya Baasê û bûrjûwaziya biçûk de dihat îdare kirin.

Taybetiya duyemîn, hemû welatên ereban bi rojava û bi Emerîkayê re girêdayî bûn. Iraq û Sûriye, bi Yekîtiya Sovyetan re girêdayî bû.

Iraq di sala 2003an de ji aliyê Emerîka û hevpeymanên wê ve hat dagir kirin û rejîm hat guhertin. Baas ji holê hat rakirin. Sîstema plural ya partiyan, meclîsa demokratîk hat ava kirin. Dewlet, encama referandûma makezagonê bû dewleteke federal. Lê Sûriye  nehat guhertin.

Piştî ku “Bihara Ereban dest“ pê kir, bandora xwe di sala 2011an de nîşan da. Li Sûriyeyê bi Dera`yê bi serhildaneke siwîl “bihara ereban” dest pê kir. Lê encama şideta dewletê di demek nêzik de li Sûriyeyê serhildana siwîl veguhest Şerê Hûndir.

Wê demê Sûriyeyê li hemû herêmê û li dinyayê bû rojeva yekemîn. Di hemandem de rejîm dê di demek nêzik de, an jî di demek dûr de bê guhertin, li hemû dinyayê hat niqaşe kirin. Nerîna xurt û giştî ew bû ku li Sûriyeyê rejîm dê zû bêguhertin..

Di nav demê de derket holê ku Sûriye, dewleteke taybet e. Guhertina rejîma wê ne hêsan e. Di nav wextê gelek dewlet beşdarî Suriyeyê bûn. Hîn jî ew rewşa dom dike.

Piştî ku Dewleta Sûriyeyê li dinyayê bû rojeva yekemîn, encama wê konjoktur û statuyê, Rojavaya Kurdistanê jî ket rojevê. Wek tê zanîn hemû beşên din yên Kurdistanê gor qonaxên cûda diket rojeva dinyayê û Rojhelata Navîn, lê Rojavayê Kurdistanê tu wext li dinyayê nebû rojev. Bi şerê Hûndir yê Sûriyeyê Rojava Kurdistanê jî, bû rojeva girîng û stratejîk.

 

PKK/PYDê TEMSILKARÊ REJÎMÊ BÛ LOMA DI SÎSTEMA NÛ DE NIKARE KURDAN TEMSÎL BIKE. ENKS-Ê Dİ AVAKIRINA DEWLETA SÛRİYEYÊ DE BIBE TEREF…

Dema li Sûriyeyê serhildana siwîl dest pê kir. Kurdan û partiyên wan helwesta xwe gelek zelal nîşan dan. Piştgiriya serhildana siwîl kirin.

Lê di destpêkê de armanceke siyasî û stratejîk tune bû. Bes ji bona ku li Sûriyeyê zûlim û feqîrî û bê edaletî ji holê rabe; daxwazên demokratîk, ji bona mafên mirovî û azadî daxwaz hatin kirin.

Lê dema ku di navbeyan dewletê û xelkê de şer dest pê kir, armanc hat guhertin. Guhertina rejîma baasê û ji holêrakirina Baasê, bû armanca stratejîk. Wê demê kurdan û partiyên wan jî armanca xwe realîze kirin. Tasfiya ya baasê û rejîma wê kirin armanc. Di nav demê de ev armanca hîn pêştir çû. Li Kurdistanê desthilatdariya siyasî û sîstema federal avakirin bû armanc.

Wek tê zanîn mixalefeta kurd, li Suriyeyê mixalefetek dîrokî û organîzekirî bû. Lewra di salên 1932an de rêxistina milî û rizgarîxwaz Xoybûn; di sala 1957an de Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) Ava bibû. Loma dewlet ji kurdan ditirsiya. Loma jî  piştî demekê ji bona mixalefeta li Kurdistanê bi mixalefeta giştî ya demokrat ya ereban re nebe yek, tedbîr girt. PKK/PYDê çekdar kir, bi wan re desthilatdarî parve kir û dîktatoriyeke hevbeş ava kirin.

Vê dîktatoriyê ji aliyekî de mixalefet û partiyên Kurdistanê xist bin kontrolê, ji aliyê din de jî maf û azadiyên miletê kurd hat perçiqandin û binpêkirin. Heta îro jî ev xeteriya dom dike.

Rejîma Sûriyeyê, PKK/PYDê li herêmên ereban li dijî DAEŞê bi kar anî. Ciwanên Kurdistanê hatin kûştin. Kurdistan ket bin xeteriya DAEŞê.

Dewleta Tirk dibêje ku Emerîka bi destê PYDê dixwaze dewleta terorê ava bike. PYDê jî rêxistina PKKê ye. Loma jî em dê pêşiya vê projê bigrin.

Loma jî di destpêkê de Efrîn; pişt re jî Grê Spî û Serêkaniyê û Tel Rifat û Muncîb dagir kir.

Nûha jî Rejîma Baasê têk çû û mixalefetê Şam wergirt û dewlet ket bin bandor û desthilatdariya mixalefetê. Rejîma Baasê û PKK/PYDê û Rûsyayê û Îranê wenda kir. Mixalefeta ereban û ENKSê û Dewleta Tirk qezenç kir.

Wek tê zanîn ENKSê ji destpêkê de li hemberî Rejîma Baasê helwestek rast û xurt nîşan da. Demokrasî û plûralîzm û parlamenterîzm û dewleteke federal parast. Ji mixalefeta Ereban re bûn alîkar û hevkar. Tasfiyekirina Rejîm û partiyê Baasê parast. Ji bo vê armancê tev geriya. Loma jî li Rojavayê Kurdistanê zûlma Dîktatoriya Rejîma Baasê ya Faşîst/Mezhebî  û PKK/PYDê ya mişterek dîtin.

 Sûriyeyê wek dewlet, wek rejîm û sîstema siyasî dê jinûve ava bibe. Makezagoneke nû dê çê bibe.

Mixalefet dibêje ku Kurd û PKK/PYDê ji hevdu cûda ne. Ji bo vê yekê PKK/PYDê di sîstema nû de nikare bibe temsîlkarê kurdan. Lewra PKK/PYDê ji Rejîma Baasê û Beşar Esas re hevaltî kir. Herêmên Ereban û kurdan bi daxwaza rejîmê girt bin desthilatdariya xwe. Li wan herêman dîktatoriyek ava kirin. Bi awayekî din bê gotin, Dîktatoriya Rejîma Baasê û PKK/PYDê ya mişterek bi hev re li ser kurdan û ereban zilûm domandin. Divê dest ji çek berdin û pêwendiyên xwe yên biyanî qût bikin. Terorîstên biyanî ji nav xwe derxin. Ew li ser navê kurdan nikarin bibin teref.

Dewleta Tirk jî di vê qonaxê de li Sûriyeyê di avakirina dewletê de aktoreke girîng û hevbeş e. Dewleta Tirk jî dibêje ku em îzin nadin PKK/PYDê li Sûriyeyê bibe teref li ser navê Kurdan. 

Ew jî diyar dike ku PKK/PYDê dê dewleta nû ya Sûriyeyê û  sîstem/rejîma nû de cîh negre û çekdariya wan nikare bidomîne. Heger PKK/PYDê dixwaze alîkarî ji kurdan re bike û kurd bibin teref û xeteriyan ji bona kurdan çêneke, divê dev ji çek berde.

Min jî, ji destpêkê gelek aşkere nivîsand ku çekderkirina PKK/PYDê bi destê Rejîma Baasê şaş bû û xeter bû.

Loma di vê qonaxê de dem dema siyasetê ye û pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê dike.. ENKSê jî di bi xebata siyasî gelek fedekarî kir û zûlm dît. Divê Kurd xwe li derdora ENKSê bicivînin û ENKSê jî bi Kurdistaniyan re yekîtî ava bike.

 

ENKSê li ser navê kurdan û Rojavayê Kurdistanê  teref bûna xwe gelek bi zelalî biparêze û bi PKK/PYDê re yekîtî çêneke. Dema bi PKK/PYDê re yekîtî çê bike, dikare ji dervayî pêvajoya avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê ya ne merkezî û parlamenterîst û pirr partitî û plural bimîne. Xirabiyê li kurdan bike.

Diyarbekîr, 16. 12. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *