Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) tekez kir Newroz wekî cejna neteweyî ya gelê Kurd sembola azadî û aştiyê ye.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) bi minasebeta Cejna Newrozê peyamek belav kir.
ENKSê di peyama xwe de ragihand ku Newroza îsal di demekê de tê ku gelê Sûriyeyê hêvî dike ku bandora krîzên dirêjdem derbas bike û Newrozê li gorî wateyên wê yên bilind pîroz bike.
ENKSyê di peyamê de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê, her wiha li ser zêdebûna krîz û pevçûnên li cîhanê û kêmbûna eleqeya navneteweyî.
ENKSyê tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ys bi rêya diyalogê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ev çareserî destûrekê di nav xwe de bigire ku mafên neteweyî yên gelê Kurd û kêmneteweyên din nas bike.
ENKSyê da zanîn ku pêwîst e pêkvejiyan, lêborînî û rêzgirtina di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bê xurtkirin.
Her wiha ENKSyê bangî civaka navneteweyî kir û xwest ku hemû alî şerê rawestînin, destûreke lihevhatî ava bikin û hebûna gelê Kurd qebûl bikin û mafên wan ên neteweyî garantî bikin.
ENKSyê hêvî kir ku Newroza îsal bibe destpêkeke nû ku bingeha Sûriyeyeke demokratîk bê avêtin ku tê de her kes ji edaletê, azadiyê û rûmetê sûdê werbigire û ti cûdahî tê de nebe.
ENKSyê her wiha bangî gel kir ku li cihên ku ji aliyê wan ve hatine diyarkirin kom bibin.
Di peyamê de şehîdên Newrozê, hemû gelê Kurd û şehîdên şoreşa Sûriyeyê hatin bibîranîn û ji bo hemû gelan saleke tijî aştî, tenduristî û aramî hate xwestin. (Rûdaw)