ENKS ji Şamê dixwaze helwesteka zelal li ser gotarên kînê werbigire

Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) daxwaz ji rêveberiya veguhêz a Şamê kir ku, helwesteka zelal li ser gotarên kînê werbigire, tekez jî kir ku ev kiryar zêdetir Sûriyeyê ber bi parvebûnê ve dibin.

Encûmena NiÅŸtîmanî ya Kurd (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi dilgiranî gotarên teÅŸwîqkirinê yên wan ahengên ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Åžera banga wan kiribû diÅŸopînin û got: “Ev kombûn û platformên wan ji bo belavkirina kînê û armanckirina miletê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatin bikaranîn”.

ENKSê diyar jî kir ku “Bilindbûna zimanê gef û teÅŸwîqkrinê di wan kombûnan de metirsyeka yekser li ser pêkvejiyan û aÅŸtiya civakî dirust dike, û ev kiryar jî zêdetir berê Sûriyeyê didin parvebûnê”.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd tekez jî kir ku, cezakirina dengên ku piştgiriya kînê dikin û aştiya civakî têk didin girîng e, herwesa bang li rêveberya veguhêz a Şamê jî kir ku helwesteka zelal li ser van gotaran werbigire û wan red bike.

ENKS diyar jî kir ku, “Rêya aramiyê bi danpêdanê bi Sûriyeya pirnetewe û ol û pêkhate dest pê dike û divê destûra wê mafên hemiyan, di nav de miletê Kurd di çarçoveya yekbûna Sûriyeyê de, gerentî bike”.

ENKSê herwesa got: “Pejirandina banga Åžanda Kurdî ya Hevpar ji aliyê rêveberiya Åžamê ve ji bo diyalogê li ser paÅŸeroja Sûriyeyê û mafê miletê Kurd rê li ber tevaya bangên fitnê digire”.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku, ew pabendî karê ji bo Sûriyeya nenavendî, demokratî û piralî ye. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *