Enfala Badînan / Xirabî û Şerfiroşiya PKKê….

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dîroka me kurdan, bi êş û azarê xemilî ye. Hezar mixabin her rojekek salê, ji bona me bûyereke nexweş tîne bîra me. Dema ku em bûyerekê bi bîrtînin, bûyereke din ya nexweş li welatê me diqewime. Her bûyerek jî, ji bûyerên bihûrî mezintir in. Her bûyerek, êşa bûyera din kêm dike.

Li Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê, di dîroka neteweya kurd de komkûjî û qetlîam û qirkirin bi serê xwe êşeke mezintirîn e. Lewra di her qetlîamekê de, bi deh hezeran û bi sedan hezaran kurd hatine kûştin û hatine qirkirin.

Lewra dewletên kolonyalîst stratejîya tûnekirina kurdan pejirandine. Gor wê stratejiyê, li hemberî neteweya kurd  tevdigerin.

Divê baş bê zanîn ku qirkirina kurdan, bes di dema serhildanên milî de pêk nehatine. Dema ku dewletên kolonyalîst ji bona xwe kurd xeter dîtine, dest bi qirkirina kurdan kirine.

Gelek caran jî, li beşeke Kurdistanê tevgera milî ya çekdar li beşa din ya Kurdistanê bûye sedema qirkirina kurdan.

Heta gelek caran livandin ji bona qirkirina kurdan bûye sedem. Dewletên kolonyalîst ev livandinên neteweyî ên gelek rewa û însanî kirine sedem ku kurdan qir bikin.

Her kes baş dizane ku nûha rayadarên fermî yên dewleta Tirk jî qebûl dikin ku li Dersîmê Serhildaneke Çekdar û neteweyî ya kurd, daxwazeke Kurdistaneke serbixwe tune bû, lewra Dersîm bi xwe otonom bû; lê li Dersîmê di sala 1938an de qetlîamek û qirkirina kurdên elewî pêk hat. Dersîm hat şewitandin. Ji bona ku jinên kurdan namûs û şerefa xwe ji leşkerên Tirk biparêzin xwe avêtin Çemê Mûnzûrê! Dîsa baş tê zanîn ku kurdên Dersîmê hatin kûştin, hatin avêtin Çemê Mûnzûrê. Mûnzûr xwîn herikî.

Di sala 1959an de ji bona livandineke neteweyî û daxwazên gelek rewa û însanî, dewleta Tirk xwest ku 1500 kesî îdam bike. Heman qetlîam xwestin piştî Derbeya Leşkerî ya 1960î bikin.

Li Başûrê Kurdistanê jî, gelek qetlîam û qirkirinên kurdan pêk hat. Enfal jî beşek ji van  qetlîam û qirkirina kurdan e. Ew qirkirina Badînanê di 11 rojan de pêk tê. (25ê Taba1988an heta 6ê Îlona 1988an).

Bi Enfalan bes qirkirina kurdan pêk nehat, gund û bajarên kurdan hatin şewitandin; bi deh hezaran kurd ji Kurdistanê hatin derxistin û ew koçberî ji bona sîyaseta stratejîk ya erebkirinê hat bi kar anîn.

Berîya 32 salan li herêma Badînan Enfal û qetlîemeke mezin pêk hat. Di Enfalan de182.000 kurd hatin kûştin. 4500 gund hatin şewitandin û ji holê hatin rakirin.

Di derbarê Enfalê de em guh bidin Serok Mesûd Barzanî û dayikeke kurd. Li gotina wan tiştekî ku ez lê zêde bikim tune ye. 

Serok Barzanî dibêje ku:

“Tawana Enfala Badînan berdewamîya wan zincîre tawan û karesatan bû ku rejîma berê yê Iraqê bi mebesta qirkirin û jinavbirina gelê Kurdistanê di salên heştêyên sedsala bîstem de li navçeyên cûda cûda yên Kurdistanê encam da. Ji 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an, beşeke zêde ya navçe û gundên devera Badînan ketin ber helmeta nemirovane ya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestin û enfala welatiyên bê tawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê ve. Bi hezaran kes şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û bi sedan gund jî rûxandin.

“Mezintirîn kêşeya rejîmên berê û neyarên Kurdistanê, hebûna gelek bû ku xwediyê dîrok û cografya û taybetmendiyên neteweyî bû. Mebesta wan ew bû li rêya zorê û jenosayd û enfal û guherîna demografya ve dawiyê li hebûna gelê Kurdistanê bînin. Lê belê xweragiriya xelkê Kurdistanê rêya wê yekê girt ku ew plana şûm û nemirovane ser bigre.

(…..)

“Di vê bîranîna tehl de silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Badînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadîya Kurdistanê re dişînîn û em radigihînin ku tu demekê em wan zulm û êş û tawanan ji bîr nakin ku li dijî gelê me hatine kirin.”(25 Tebax 2020)”

Ez jî şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî  jibîrtînim. Rejîma Baasê ya Faşîst û Barbar lanet dikim. Hezar mixabin Rejîma Baasê di sala 2003an de hat rûxandin. Lê yên piştî Baasê jî, çand û metoda Baasê dimeşînin. Loma serê kurdan li Başûrê Kurdistanê jî, hîn ji xeterî xelas nebûye.

Em Dayika Pîroz ku ji malbata wê 10 kes hatine enfalkirin, behsa wan rojan dike û dibêje; “ji malbata min tenê ez û xwişka min Edla man e.”

 “Şeş birayên min, kurê birayê min heft, zilamê min heşt, xwişka min neh, xezûrê min deh. Deh şehîdên ji mala min. Zilam birin, em anîn keleha Duhokê. Îşkence li wan kirin. Ew roj bila ti car venegerin. Em nebînin. Em ti carî bi çavên xwe nebînin.”

 “Zilam li keleha Duhokê hatin îşkencekirin, birayên me ji ber çavên me naçin. Zilam ji nav me girtin birin, nehiştin em derkevin û zilam li ber me bi îşkecê dikuştin.”

XIRABÎ Û ŞERFIROŞIYA PKK-Ê.

PKKê roja ku wek projeyekê ava bû, xirabî, şerfiroşî, provokasyonên xwe li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, li hemberî dîrok û çanda neteweya kurd, li dijî gelê kurd, li dijî rêxistinên Kurdistanê didomîne.

Xirabî, şerfiroşî, provokasyon, êrîşên PKK di despêka avakirina wê de li Bakurê Kurdistanê, di qonaxa duyemîn de li Rojavayê Kurdistanê, di qonaxa seyemîn de li Başûrê Kurdistanê, di qonaxa çaremîn de jî li Rojhelata Kurdistanê domand.

Bi taybetî jî piştî ku li Başûrê Kurdistanê Kurdan serwerî qezenç kir û bûn desthilatdar,  mafên xwe yên neteweyî qezenç kirin; statuya federe/federal ava bû, dijmintî û şerê PKKê li hemberı Başurê Kurdistanê xûrttir bû.

Di şerê PKKê de, bi hezaran pêşmerge û ciwanên Kurdistanê hatin kûştin.

Di êrîşên PKKê de, bi hezaran welatparêz hatin kûştin. PKKê bes di nav xwe de 17.000 kurdperwer kûştin.

PKKê li ku dijminekî Kurdan û Kurdistanîyan û Kurdistanê û neteweya kurd hebe,  diçe bi wan re tîfaq dike, li ser navê wan şerê wekaletê dimeşîne.

Li Bakûrê Kurdistanê bû sedema tasfiye ya Tevgerea Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê.

Li Rojavayê Kurdistanê jî tahrîbata kiriye, dîktatorya xwe ava kiriye, zûlm û zordarîya li gelê me û li kurdperweran dike, bi salan e ku tê nivîsandin.

Di van rojên dawî de berpirsiyarên PKKê bi rêya medyaya xwe, li hember PDKê şerekî dimeşîne. Berpirsên PKKê di daxûyaniyên xwe de dibêjin ku, “PDK di nava xiyanetê de ye û şerê li dijê PDKê hêdî nabe şerê birakujîyê“(Mustafa Karasu).”

Di heman dem de gelek alîgirên PKKê di medya civakî de aşkere didin xûyakirin ku divê PKK dev ji şerê li gel Tirkiye berdê û pêşî PDKê ji holê rake.

Ew stratejîya wê ya ewil û dema wek projeyekê hatibû avakirin bû. Wek tê zanîn PKKê di manîfestoya xwe ya damezrandinê de berîya dewleta kolonyalîst ya Tirk, gelê kurd û rêxistin û partîyên Kurdistanê dijmin qebûl kir. Gor wê stratejiyê li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê şer kir. Ew şerê wan berîya sala 1980yî li hemberî KUKê hat sewiya bilind. Bi sedan kurdperwer hatin kûştin.

PKKê zêdetir ji bêdengîya rêxistin û partîyên Kurdistanê qezenç kir. Di vê qonaxê de jî, ji vê yekê qezenç dike. Rêxistin û partiyên Başurê Kurdistanê dengên xwe li hemberî şerfiroşî û xirabîya PKKê li hemberî PDKê bilind nakin.

Ez di vê bawerîyê de me ku gelek partî û rêxistin jî, ji bona ku PDKê zirar bibîne û desthilatdarî wenda bike, piştgirîya PKKê dikin.

Lê divê baş bê zanîn ku şer îlankirina PKKê li dijî PDKê, ne bes li hemberî PDKê ye. Ev şerê wan li dijî serxwebûn û federalîzma kurdistanê ye. Loma hemû rêxistin û partîyên Başûrê Kurdistanê yên ku serxwebûna kurdistanê diparêzin û ji federalîzmê re xwedî derdikevin, divê li dijî PKKê helwesta xwe vekirî diyar bikin.

Di van rojên dawî de, di xwepêşandanên gelek bajaran de  provokasyonên pêk tên jî, bi destên gelek rêxistinên li dijî serxwebûna Kurdistanê û federalîzmê  pêk tên. PKKê jî yek ji wan rêxistinan e. Loma armanc û stratejiya PKKê maksîmal e. PKKê dixwaze ku pêşîya pêvajoya dewletbûna Kurdistanê bigre û federalîzmê jî têk bibe.

Divê kurd îzin nedin vê xirabîya PKKê. Li dijî PKKê bi xûrtî şer bikin û mixalefet bikin.

DIVÊ PKK-Ê JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DERXİSTİN… 

Wezîfeya mezin li ser pişta  Hikûmeta Federal ya Iraqê, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û Meclîsa Kurdistanê, rêxistin û partîyên Kurdistanê ye.

Pirs û xeterîya PKKê li Başurê Kurdistanê bi daxûyaniyan çareser nabe. PKKê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke biyanî, dagîrker, ajaavakar, terorîst e. Divê ku ji Kurdistanê bê qewirandin.

Diyarbekîr, 28. 08. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *