Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê nûnertiya Washingtonê Besam Îhaq got, “Rêveberiya Xweser dê hinek saziyên sivîl radestî Hikûmeta Sûriyeyê bike.”
Li aliyê din, Besam biryara Amerîkayê ya derbarê tevlîkirina çekdarên biyanî a nav artêşa Sûriyeyê wekî “surprîz” bi nav kir.
Endamê Nûnertiya Washingtonê ya MSDyê Besam Îshaq beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û derbarê tevlîkirina çekdarên biyanî ya nav artêşa Sûriyeyê, dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Besam Îshaq rexne li biryara Amerîkayê ya ji bo tevlîkirina çekdarên biyanî a nav artêşa Sûriyeyê girt û got:
“Daxuyaniya nûnerê Amerîkayê ji bo me surprîz bû, helwesteke cuda ye ji helwesta berê ya Amerîkayê, ku daxwaz dikir çekdarên biyanî ji Sûriyeyê derkevîn, em li gel wê yekê bûn, ku çekdarên biyanî ji Sûriyeyê derkevîn.”
Çima Amerîka qebûl kir?
Roja duşemê, Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack ragihand, welatê wî razîbûna xwe li ser planeke hikûmeta Sûriyeyê nîşan daye ji bo têvlîkirina çekdarên biyanî a di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de.
Rayedarên Sûriyeyê jî ragihand ku ev gav dê alîkar be ku ew çekdar pêwendiyê bi komên çekdar ên wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê re nekin.
Besam Îshaq amaje bi hinceta Amerîkayê ji bo rêdana bi vê plana Hikûmeta Sûriyeyê kir û got:
“Li gorî dîtina Amerîkayê çêtir e çekdarên biyanî pêwendiyê bi artêşa nû ya Sûriyeyê bikin, li şûna ku biçin nav DAIŞ û komên çekdar ên din, ku wekî terorîst têne nasîn.
Her wiha wan ew jî qebûl kirine ku wekî kom têkelî artêşê bibin ne wekî yek kes.”
Li gorî plana Hikûmeta Sûriyeyê, nêzîkî 3 hezar û 500 çekdarên biyanî ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li dijî hêzên hikûmeta berê ya Sûriyeyê şer kirine, dê tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin û Wezareta Parastinê dê serperiştiya vî karî bike.
Besam Îshaq berevajî Amerîkayê rexne li vê plana Hikûmeta Sûriyeyê digire û dubare dike ku ew kom xwedî îdeolojiyên tundrew in û dibêje:
“Nerîna me waye nabê ku ew di nav artêşa Sûriyeyê de bin, çimkî ew ne Sûriyeyî ne, îdeolojiya wan li gel wê yekê naguncê ku artêşeke niştimanî ya yekgirtî hebe, xwediyên îdeolojiya wan olî û tundrew in.”
Radestkirina dezgehan
Ew berpirsê MSDyê tekezî li ser helwesta xwe dike ji bo tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî beşeke yekgirtî li gel artêşa Sûriyeyê û got:
“Em dixwazin ku HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, lê wekî beşeke yekgirtî ne wekî beşeke belavbûyî.”
Derbarê civîna şandeya Rêveberiya Xweser a li gel Hikûmeta Sûriyeyê, Besam Îshaq got:
“Şande li ser pirsên teknîkî dicivin ku hinek hûrgiliyên tê de hene û li ser wan xalên ku di rêkeftinê de hatine, wekî ezmûna xwendekaran û pirsên din ên ewlehiyê û tevlîkirina dezgehên Rêveberiya Xweser li gel dezgehên dewletê û radestkirina çendîn dezgehên hikûmeta berê ji bo hikûmeta niha ku biryar e heta dawiya salê tevlîkirina dezgehan temam bibe.
Rêveberiya Xweser dê hinek saziyên sivîl radestî Hikûmeta Sûriyeyê bike.”
31ê Gulana 2025an şandeyeke Rêveberiya Xweser çû Şamê û roja yekşemê li gel Hikûmeta Sûriyeyê civiya.
Li gorî gotina Ziyad El-Eyiş, endamê komîteya taybet bi rêkeftina li gel HSDyê, civîn erênî bûye û her du alî xemxwar bûne ji bo parastina berjewendiya niştimanî. (Rûdaw)