Endamê Civata Giştî ya MSDê derbarê armanc û naveroka serdana şandeke Rêveberiya Xweser bo Şamê de aşkere kir, armanca sereke ya vê serdanê, cîbicîkirina xalên rêkeftinên berê û danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ye.
Biryar e şandeke Rêveberiya Xweser roja 30î Gulanê bi Şamê. Di vê derbarê de Endamê Civata Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ebdulwehab Xelîl îro 28ê Gulanê ji K24 re axivî û got: “Ev serdan di çarçoveya “rêkeftina 10ê Adarê” de ye ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de hatibûn kirin.
Herwiha got: “Ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftinê, ev şand berê xwe dide Şamê.” Li gorî Xelîl, şand dê ji aliyên aborî, rêveberî û leşkerî pêk bê û dê li ser mijarên wek “danûstandinên baştir û bileztir, avakirina lijneya neftê û pêşxistina karûbarên li ser asta Sûriyê” raweste.
Endamê MSDê herwiha amaje pê kir, ev serdan ji bo şopandina xalên rêkeftinê yên ku di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de pêk hatibûn e, ku hin ji wan xalan wek mijarên “Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, Bendava Tişrînê û rêveberiyeke hevbeş ji bo kampan hinekî dereng ketibûn.
Derbarê helwesta aliyên navneteweyî de, Xelîl diyar kir ku piştgiriyeke navdewletî, bi taybetî ji aliyê Amerîka û Fransayê ve, ji bo danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de heye. Herwiha bal kişand ser “rola Serok Barzanî di piştevanîya Kurdên Sûriyê de” û got ku ew vê yekê bi girîngî dibînin û hêvî dikin ku hevahengî di navbera şanda Rêveberiyê Xweser a ku diçe Şamê û şanda Kurdî de hebe.
Xelîl di dawiyê de got, “Pêwîst e Kurd yek bin, yek helwest bin û bi yek stratejî û yek daxwazê li hember aliyên din derkevin, da ku karibin mafên xwe bi dest bixin.” (K24)