Endamê Kongreya Amerîkayê li ser aloziyên Sûriyeyê: Komkujî ye -Video

Endamê Kongreya Amerîkayê Brian Mast derbarê şer û pevçûnên li berava Sûriyeyê got, “Ev wekî komkujiyê ye”

Endamê Kongreya Amerîkayê û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Brian Mast ji Rûdawê re li ser bûyerên çend rojên borî yên li Sûriyeyê axivî.

Brian Mast got, “Min hemû hûrgiliyên bûyerên ku dawiya hefteyê rû dane nedîtine lê ez bawer dikim ku ev wekî komkujiyekê ye.”

Brian Mast bi bîr xist ku wan berê jî gotiye ku divê ew hişyar bin û wiha domand:

“Nabe em bi ti yek ji wan koman re hevkariyê bikin ku dixwazin destkeftiyên din li Sûriyeyê bi dest bixin.”

Her wiha wan hemû koman pêwendiyên cur bi cur bi komên terorîst re hene.”

Divê were gotin ku ev çend roj in şer û pevçûnên tund li berava Sûriyeyê di navbera hêzên girêdayî artêşa nû ya Sûriyeyê û Elewiyan de çêbûn.

Li gorî Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan di nava 72 demjimêran de, 40 komkujî hatine kirin û 973 sivîl hatine kuştin.

Ji van 545 kes ji Laziqiyê ne, 262 kes ji Tertûsê ne, 156 kes ji Hemayê ne, 10 kes ji Himsê ne, 148 kes jî çekdarên ser bi rejîma berê ne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *