ENCAMNAMEYA KOMXEBATA WEŞANGERÊN KURD

Komxebata yekem a weşangerên kurd di 11 û 12ê gulana 2024an de û ya duyem jî di 6 û 7ê tîrmeha 2024an de bi hevkariya Tora Xebatên Kurdî hate lidarxistin. Di van  her du komxebatan de li ser pirsgirêkên weşangeran, pirgirêkên darayî, pirsgirêkên edîtorî û redaktoriyê, zimanekî nivîskî yê hevgirtî, têkîliya di navbera weşanxane û pirtûkfiroşan de, lidarxistin û birêvebirina pêşangeh û rojên pirtûkan û belavkariya berhemên kurdî gelek nîqaş hatin kirin û di dawiyê de em gihîştin wê encamê ku ji înîsiyatîfekê wêdetir divê êdî weşangerên kurd xwe wekî komele bi rêxistin bikin. Ji bo wê jî, me ji bo avakirina komeleyê, desteya avakar a demkî diyar kir. Ev deste dê di heman demê de heta kongreya yekem karê rêveberiya Yekitiya Weşangerên Kurd jî bike. Desteya avakar ji pênc kesan pêk tê û navên van kesan li gorî rêza alfabetîk li jêr hatine destnîşankirin: Azad Zal, Bawer Berşev, Jêhat Rojhilat, Songul Keskîn, Şêrko Kanîwar.

Di her du komxebatan de ev biryarên jêrîn hatine girtin:

  1. Ji bo van xebatan, ji bilî her du komxebatên borî du komxebatên din jî dê bên lidarxistin.
  2. Ji bo ku pirtûkên kurdî bigihêjin hemû deran û di hemû xebatên wekî pêşangehan de cih bigirin, bi sazî û dezgehên eleqedar re hevdîtin (lobî û dîplomasî) dê werin kirin.
  3. Her wiha, di komxebatê de nexşerêya 2024 û 2025an jî hate diyarkirin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Weşangerên Kurd van xebatan dide pêşiya xwe:
  • Li bajarên Kurdistanê lidarxistina pêşangehan û rojên pirtûkan
  • Tevlêbûna pêşangehên pirtûkan ên navneteweyî
  1. Piştî encamdana komxebatê hesabên medyaya civakî yên Yekîtiya Weşangerên Kurd jî hatine vekirin û ev in: Instagram: yewkurd, X: @yewkurd
  2. 07. 2024

DESTEYA RÊVEBER A YEKÎTIYA WEŞANGERÊN KURD (YEWKURD)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *