Encamên Hilbijartinê li Kurdistanê pêşiya senaryoyên xeter girt…

Îbrahîm GÜÇLÜ

Li Herêma Federe ya Kurdistanê di 20. 10. 2024an de hilbijartin hatin li dar xistin. Gorî nerîna min û nerîna raya giştî endamên di hilbijartinê de derketin holê erênî û pozîtîv in. Lewra li Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartin di şertên gelek zehmet û stratejîk de pêk hatin. Lê hilbijartin di dîmene aram û aşitî û demokratîk meşiya û encam da. Vê yekê jî demokratîkbûn û esaleta Kurdistaniyan û Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kir.

Divê em ew şertan û stratejîkbûna hilbijartinê çibûn li wan mêze bikin:

1-Wek tê zanîn pêwendiyên Herêma Federe ya Kurdistanbê û Dewleta Federal ya Iraqê dem-dem xwediyê pirsgirêkên mezin in. Di van salên dawî de û di vê qonaxê de jî pirsgirêkên terefa Kurdistaniyan û Ereban dom dike.

2-Kêşaya Kerkukê û herêmên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê ne gelek girîng e. Divê kêşaya Kerkukê û Herêmên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê gorî makezagonê bi refêrandûmê çareser bibe. Lewma ji bona Kerkukê xebateke xurt û rast û bi dîrayet pêwîst e. Divê texrîbata xiyaneta 20ê Cotmeha 2017 ji holê rabe. Di qonaxa dawî de hilbijartina parêzgehê bi xwe re pirsgirêkên mezin qewimandin. Bi helwesta YNKê ya şaş nasnameya Kerkukê ji bona ji holê rabe şaşiyên mezin hatin kirin. Divê ew şaşiyan û birînan derman bibin. 

3-Li Herêma Federe ya Kurdistanê, xirakirina sîstema federe, di pergela siyasî û civakî de destwerdan û dagirkeriyeke xeter bi destê Îran û PKKê û Haşdî Şabî tên meşandin. Divê ku pêşiya van bê girtin û PKKê û rêxsitinên terorîst bi rêya hiqûqî û pîvanên serwerî û desthilatdarî  bên tasfiye kirin.

4-Li Rojhilatê Navîn guhertinên girîng diqewimin. Ji guhertina sînoran tê qal kirin. Guhertina sînoran raste rast Neteweya Kurd û Kurdistanê eleqedar dike. Lewra sînorên bên guhertin, sînorên Dewleta Tirk, İran, Iraq û Sûriye ye. Ew jî tê wê wateyê ku ew dewletên kolonyalîst dê dest ji Kurdistanê berdin, Kurdistan ji bin desthilatdariya  wan dewletan derkeve.

5-Ew qewimandinên li Rojhilatê Navîn pêk tên, dê ji bona encama Rêferandûma 2017-an cîbicî bibe, derfetên nû dê derxe holê û rojevê. Ji bona vê jî desthilatdariyek û hikûmeteke xûrt li Herêma Federe ya Kurdistanê pêwîst e.

6-Divê Herêma Federe ya Kurdistanê xurttir bibe û ji xeteriyên ji derve de tên bê parastin; ji aliyê aborî û civakî de pêşbikeve. Demokrasî bê parastin. Mafên keseyatî û kolektif divê bên parastin. Azadiya fikir û xweîfadekireinê divê pêşbikeve.

7-Li Kurdistanê bes Kurd û misilman jiyan nakin. Ji derveyî kurdan, neteweyên din jî jiyan dikin. Ji derveyî misilmanan, Kurdên Êzîdî û neteweyên Xiristiyan jiyan dikin. Loma jî pêkvejiyaneke însanî û demokratîk wek heta nûha hatiye meşandin, bê meşandin.

8-Di navbeyna partiyên siyasî de, di hikûmet û parlamentoyê de pirsgirêk hene. Divê ev pirsgirêkan çareser bibin.

Kurdistaniyan beriya biçin ser sendûqê deng bidin, gelek bi berpirsiyarî tevgeriyan. Lewra YNKê û piştgirên wê qempenyeke gelek provakatîf dimeşandin. YNKê beriya biryara hilbijartinê bi hêzên nîjadperest yên ereb û Dadgeha Federal ya Bilid ve ji bona pêşiya hilbijartineke demoktratîk bê girtin  jî, hewildanê negatîf meşandibûn. Bibûn sedem ku kêm netewe, grûbên ol û mezhebên cûda nebin xwediyê parlamenteran. Gelê me û hemû Kurdistaniyan bi helwesta xwe, ev helwesta YNKê û hevalbendên wê jî vala derxist. Hilbijartin di şertên gelek aram û demokratîk de hat meşandin û encam da.

Di encama hilbijartinê de gorî çand û pîvanên demokrasiyê gelê me û Kurdistaniyan û hemû partiyên siyasî qezenç kir. Lewra di demokrasiyan de bes partiyên hikûmet ava bikin û zêde deng digrin qezenç nakin; partiyên dibin mixalefet jî qezenç dikin. Lewra di demokrasiyan û di jiyana siyasî de mixalefet jî qasî desthilatdarî gelek girîng e.

Di hilbijartinê de ji aliyê Kurdistaniyan de dihat xwestin ji bona berjewendiya giştî encam derketin holê.

Ji bona ku pirsgirêkên Herêma Federe ya Kurdistanê çareser bibin  encam derketin holê.

Ji bona ku Sîstema federal bi giştî li Iraqê û bi taybetî li Kurdistanê xurttir bibe hilbijartinê encam da.  

Heger encamên di hilbijartinê derketin holê bi awayekî din biqewimiyan, îro Kurdistaniyan mecbûr dibûn ku senaryoyên din yên gelek xeter qise bikin.

PDKê, di hilbijartinê de bû partiya yekemîn û nêzikî niviyên denga wergirt. Nivîyên dengan jî di navbeyna partiyên din de parve bûn.

Ji bona ku hilbijartin gelek girîng û stratejîk bû, beşdarbûna hejmara dengdara ji hibijartinên din zêdetir bû. Lê bi taybetî li Sileymaniyeyê beşdarî kêmtir bû. Ev encama jî wek encama giştî ji bona YNKê balkişandina gelê me bû.

Kurdistaniyan wezîfeya hikûmet avakirinê û çareserkirina pirsgirêkên girîng yên di rojevê de di destpêkê de  da ser milên PDKê. Di hemandemê de bala YNKê kişand ku YNKê dev ji siyasetên xwe yên ne neteweyî û pêwendiyên xwe yên bi İranê û bi Haşdî Şabî û bi PKKê û hêzên din yên terorîst re ku dibin sedema destwerdana Herêma Federe ya Kurdistanê, berde.

Divê li Herêma Federe ya Kurdistanê bi lez û gorî meşreb û çand û pîvanên demokrasiyê hikûmet ava bibe, ji bona pirsgirêkên heyî çareser bike tevbigere.

Hikûmet û mixalefet bi hev re gorî demokrasiyê û hiqûqê tevbigerin. Di avakirina hikûmetê de îradeya Kurdistaniyan binpê nebe. Ew demokrasiya di hilbijartinê de hatiye meşandin û encamdayî; bi bi helwestên otorîter neyên têk birin.

Gorî encama hilbijartinê di destpêkê de PDKê ji bona ku hikûmetê ava bike, xwediyê maf e. Li ber PDKê ji bona hikûmet avakirinê çend alternatîf hene.

1-PDKê di destpêkê de ji bona hikûmetê ava bike, divê bi YNKê re dest bi danûstandina bike. Di çareserkirina pirsgirêkên heyî û bi taybetî jî di bernameyê de li hevdu kirin, dikare hikûmetê ava bike. Partiyên din jî di parlamentoya Kurdistanê de vatiniyên xwe yên mixalefetê pêk bînin.

2-PDKê heger bi YNKê re ji bona hikûmet avakirinê li hevdu neke, bi partiya sêyemîn re dikare hikûmetê ava bike. YNKê û partiyên din jî vatiniya mixalefetê pêk bînin.

3-PDKê heger bi partiya sêyemîn re jî nikaribe hikûmet ava bike, divê bi partiyên din re hikûmetê ava bike. Bi taybetî YNKê di parlamentoyê de bi awayekî demokratîk vatiniya xwe ya mixalefetê pêk bîne.

                                         *****

Heger PDKê nikaribe hikûmetê ava bike, wê demê YNKê wek partiya duyemîn xwediyê maf e ku hikûmetê ava bike. PDKê bibe mixelefet di parlamentoyê de.

Lê divê bê zanîn rewşa YNKê di nav xwe de gelek bi pirsgirêk e. Piraniya siyasetvanên bikarin hikûmetê bimeşînin hatine tasfiye kirin. Loma jî YNKê hikûmetê jî ava bike, bê PDKê rêvebirina Herêma Federe ya Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên stratejîk gelek zehmet in.

Lê divê partiyên siyasî ji îradeya gel re rêzgirtî bin, rê bidin hemû alternatifên hikûmet avakirinê.

Hîç şik tune ye ku encamên hilbijartinê ji bona ku demokratîkbûneke xurt jî derfet çêkirin. Divê partiyên siyasî û hêzên sivîl û Kurdistanî vê derfetê bi kar bînin.

Bila serkeftin bibe para hemû partiyên siyasî yên Herêma Federe ya Kurdistanê û hemû Kurdistaniyan.

Diyarbekîr, 26. 10. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *