Encama Referandûma Kurdistanê Didome; Neteweyên Yekbûyî Kurdan Temsîl Nake…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahîmguclu21@gmail.com)

Gelê me li Başûrê Kurdistanê, ji bona serxwebûn û dewlet avakirinê di 25ê îlona 2017an de çû ser sandiqê. Bi dengekî gelek zêde (%93.2) ji serxwebûn û dewleta Kurdistanê re got erê.
Ew roja ji bona kurdan bû roja cejna neteweyî.

Hezar mixabin, bi alîkariya Grûba Xiyanetê ya nav YNKé, PKK, Goranê dewletên dagîrker ji bona ku pêşî li pêvajoya encama referandûma serxebûna Kurdistanê bigrin Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê di 16ê Oktobira 2017an de, piştî referandûmê bi sê rojan îşgal kirin.

Ev roja jî ji bona gel û miletê me bû roja reş û roja şînê!

Lê piştî van êrîşan jî, Serok Mesûd Barzanî û karbidestên hikûmeta Kurdistanê ji encama referandûmê re xwedî derketin. Ew encaman di her platformê de parastin. Di Hilbijartina Giştî ya Iraqê de (12ê Gulan 2018) û nuha jî di hilbijartina giştî ya Kurdistanê de van armanca bi dilsozîyeke xurt diparêzin.
Loma jî ez dibêjim ku encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê di rojevê de ye.

NETEWEYA KURD WEK HER NETEWEYEKÎ XWEDIYÊ MAF E KU DEWLETA XWE AVA BIKE. DEWLETÊN DAGÎRKER Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI HEMBERÎ NETEWEYA KURD TEWAN DIKIN. NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KURDAN JÎ TEMSÎL NAKE …

Her netewek xediyê maf e ku qedera xwe bi îradeya xwe tayîn bike.

Ceribandinên dinyayê û neteweyan jî dîyar dike ku netewe, di çarçeweya sê statuyan de dikare qedera xwe tayîn bike. Statuya sereke ku piştî Şoreşa Fransayê wek pêvajoyeke xurt derket pêş, dewletên milî û her neteweyek dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Statuya duyemîn, du netew û an jî zêdetir netew, bi hev re dewleteke mişterek ya federal ava dikin. Statuya sêyem jî, dewleta serbixwe yan neteweyan, bi îradeyeke azad, demokrat, dikarin bi hev re dewleteke konfederal ava bikin.
Neteweya kurd jî xwediyê maf e ku qedere xwe di çarçeweya van sê statuyên siyasî de tepsît bike, bibe serwer, desthilatdar, serbixwe û azad.

Loma jî Neteweya Kurd, 20 sal e ku di nav sînorê Împeratoriya Osmanî û Farisî de, di nava sînorê dewletên milî yên nîjadperest û dagîrker û kolonyalîst (Dewleta Tirk, Ereban, Farisan) de wek her neteweyekê ji bona dewleta xwe ava bike xebat û têkoşînê dimeşîne. Hezar mixabin dewletên dagîrker û kolonyalîst bi zorê, bi qetlîamê, bi tunekirina kurdan, jenosîda domdar, asîmîlasyonê pêşiya vê pêvajoyê girt.

Lê bes li Başûrê Kurdistanê encama têkoşîneke dûvdirêj, dewleta federe ava kir. Neteweya Kurd li Iraqê bi ereban re di sala 2005an de encama referandûma makezagonê biryar da ku qedere xwe di çarçeweya dewleta federal de tayîn û tespît bike.

Hezar mixabin piştî çendan salan derket holê, ku ereb bi neteweya kurd re wekhevîyekê naxwazin bimeşînin, dixwazin ku wek netewe ereb bibin sereke, desthilatdar. Dewlet jî wek dewleta neteweya ereba ya milî nîjadperestî bê meşandin.

Di wê qonaxê de karbidestên Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serok Barzanî biryar dan ku dewleta xwe ya serbixwe, Dewleta Kurdistanê ava bikin. Ji bona serxwebûna Kurdistanê û ji bona dewleta Kurdistanê ava bikin jî, referandûm anîn rojevê.
Piştî xebeteke dirêj ya herêmî û navnateweyî di 25ê îlona 2017an de referandûm li darxistin. Kurdistaniyan bi %93.2an biryar dan ku serbixwe bibin. Dewleta Kurdistanê ji bona ava bibe, bi rêya demokratîktir bi referandûmê qanûn çê kirin.

Dewletên dagîrker û kolonyalîst dîtin ku Kurdistanî dê li beşekî Kurdistanê dewlet ava dikin; wek her dem êriş kirin, Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê dagîr kirin.

Ew helwesta dewletên dagîrker û nîjadperest, berdewamîya siyaset û stratejîya van dewletên dîrokî ye. Berê çewa ku tevgerên milî yên Kurdistanê bi qetlîaman şikandin, dewleta Kurdistanê ya Mehanadê bi qetlîma rûxandin, Otonomîya Kurdistanê di sala 1975an de têk birin, xwestin û dixwazin ku pêşîya dewletbûn û pêvajoya encama referandûma serxwebûna Kurdistanê jî bigrin.

Dewletên dagîrker ditirsîyan ku dema li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ji bona beşên din jî dibe model û ceribandin. Di nav neteweya kurd û Kurdistanê de şiûreke milî ya xurt a ku pêşî lê nayê girtin çê dike. Kolonîyeke xwe wenda dikin. Qels dikevin. Dewlemendîya Kurdistanê wenda dikin.

Ev jî bû/dibe sedem ku dewletên dagîrker encama referandûma serxwebûna Kurdistanê nas nekin.
Mafê çarenivîsa neteweyan û neteweya kurd di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatîye pejirandin. Hezar mixabin li ser Neteweyên Yekbûyî tesîr û bandora dewletan heye. Bi taybetî jî bandora pênc dewletên endamê Konseya Ewlewî ya Neteweyên Yekbûyî heye. Ew dewlet jî, Emerîka, Rûsya (berê Yekîya Sovyetan), Fransa, Çîn, Engilîstan.

Emerîka di sala 1945 an de îdia dikir ku demokrasî aniye dinyayê û Prensîbên Wîlson pêk tîne. Lê di sala 1946an de ji bona berjewendaiya dewletbûna xwe çav ji têkbirin û qetlîam û îdamkirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê re; di sala 1975an de ji têkbirina Otonomiya Kurdistanê re ji bona berjewendiya xwe çavên xwe girt. Di heman dem de jî di sala Oktobira 2018an de jî ji dagîrkirina Kerkûkê re çavên xwe girtin.

Yekîtiya Sovyetan, ji bona avakbûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê re bû alîkar, pişt re jî ji bona ku Dewleta Kurdistanê ji aliyê dewleta dagîrker ya Îranê ve bê rûxandin çavên xwe ji wan re girt. Di sala 1975an de ji Iraqa kolonyalîst û Baas a Faşîst re bû alîkar, Otonomiya Kurdistanê rûxand.

Rola xerab ya Fransa û Îngîltere ya li dijî neteweya kurd û Kurdistanê tê zanîn. Wan Kurdistan parçe kir. Xist bin bandora 4 dewletên dagirker.

Çîn xwediyê rolekî mezin nîne.

Gelo di vê rewşê de Neteweyên Yekbûyî dê çewa ji Peymana xwe re, ji biryarên xwe re, ji mafên kurdan re, ji encama referandûma serxwebûna Kurdistanê re xwe derkeve?!

Loma ez dibêjim ku dewletên dagîrker û Neteweyên Yekbûyî bi hev re li hemberî neteweya kurd û Kurdistanîyan sucdar in.

Neteweyên Yekbûyî, ji ber ev qerektera xwe, neteweya kurd dema bi rêyeke demokratîk û aştîxwaz biryar da ku dewleta xwe ava bike; Dewletên Dagîrker dema ku êriş kir, Neteweyên Yekbûyî bêdeng ma.

Ez dikarim bibêjim ku Neteweyên Yekbûyî bi tu wateyekê jî kurdan temsîl nake.

ENCAMÊN REFERANDÛMÊ HER DEM DI ROJEVÊ DE YE…

Encamên referandûmê di vê qonaxê de jî di rojevê de ye.
Tê zanîn ku her dem karbidestên Dewleta Federe ya Kurdistanê, Serok Barzanî, PDKê her dem ji encamê referandûnmê re xwedî derketin.

Bi taybetî jî di hilbijartina giştî ya Iraqê de encamên referandûmê rojevtir bû. Ew ji aliyê Serok Barzanî û PDKê de her dem di rojevê de bû. Ji bona vê jî gel dengên zêde da PDKê. PDKê li Iraqê û li Kurdistanê bû partîya yekemîn. Di avakirina hikûmeta federal de jî bû xwediyê roleke mezin. Dema ku ji bona hikûmeta federal avakirinê bi Serok Barzanî re danûsatandin tên kirin, vê yekê nîşan dide. Serok Barzanî jî di çarçewa encamên referandûmê de danûstandinan dimeşîne.

Bi taybetî jî di van rojên dawî de dema ku qempenyaya PDKê ji bona Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê û Serokkomarîya Iraqê bê şopandin, mirov gelek bi hêsanî dibîne ku encamên referandûmê rojane ne. PDKê û namzetên wê yên meclîsa Kurdistanê di vê çarçeweyê de xebatên xwe dimeşînin. Propaganda dikin. Deng ji gel dixwazin.

Lê encamên referandûmê nasîn ji bona Neteweyên Yekbûyî rojane nîne. Ji bona vê xebatek hîn xurt ya kurdan divê bimeşe.

NERÎNÊN RAYADARÊN KURDISTANÊ DI DERBARÊ ENCEMA REFERANDÛMÊ DE ŞAŞ HAT FAHM KIRIN. ARMANCA REFERANDÛMÊ Û QEREKTERA REFERANDÛMÊ DIYARKIRINA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ Û DEWLATA KURDISTANÊ BÛ. DEWLETÊN KOLONYALÎST EV ARMANCA RAST FAHM KIRIN Û LOMA JÎ ÊRIŞ KIRIN…

Rayadarên Kurdistanê negotin ku “referandûm ne ragihandina serxwebûnê ye.” Ev yeka ji aliyê raya giştî ya kurd de şaş hat fahm kirin.

Rayadarên Kurdistanê û Serok Barzanî gotin ku “refendûm ji bona serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdistanê ye. Lê piştî referandûmê em nabêjin ku bi lezû bez dewlet ava bibe.”

Lewra wan difikirî ku dê bi ereban re ji bona Dewleta Konfederal li hevdu bikin. Ji bona vê jî danûstandinek di çarçeweya encamên referandûmê divê bê meşandin.

Gor bawerîya min ew şaş bû. Diviya bû ku piştî referandûmê Dewleta Kurdistanê diyar bikirina. Min piştî referandûmê jî vê yeka pêşniyar kir û nivîsand.

Heger mabest di referandûmê Dewlet avakirin û “serxwebûna Kurdistanê diyarnekirin bûya”, wê demê çima Serok Barzanî bi rojan di telewîzyonê de ji dewleta federal ya Kurdistanê qal kir? Got ku dewleta ava bibe, “dewleta kurd ne, Dewleta Kurdistanê ye. Hemû kêmneteweyên li Kurdistanê dê bibin xwediyê dewletê. Dewleta Kurdistanê dê bibe dewleta federal.”

Loma jî dewletên dagîrker mabest û armanca Kurdistaniyan û encamên referandûmê wusa fahm kirin, rast fahm kirin, loma êriş kirin.

REFERANDÛMA KURDISTANÊ JI BONA HEMÛ KURDAN Û RÊXISTIN/PARTIYÊN WAN STRATEJÎ Û ARMANC ZELAL KIR. ŞIÛRA MILÎ DERXİST SEWİYEKE NÛ…

Li hemû beşên kurdan di armanc û stratejiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê de nezelaliyek û tevliheviyek hebû. Referandûmê dîyar kir ku neteweya kurd û partî/rêxistinên wan divê ji bona serxwebûn û dewlet avakirinê xebat bikin.

Bi taybetî ji bona partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê armanc û stratejî zelaltir kir. Wek tê zanîn partî û rêxistinên Kurdistanê dewleta federal diparastin. Referandûmê di stratejiya wan de guhertin çêkir. Ji wan re got ku “êdî stratejî û armanca we divê dewlet avakirin û ji bona vê xebat be.”

Referandûmê naveroka şiûra milî ya kurdan dewlemendtir kir û qelîte guhert. Şiûra milî derxist sewîyeke bilind û dewletavakirinê.

Ji partî û rêxistinên kurdan re dîyar kir ku xebata navneteweyî xûrttir bikin.
Serxwebûna Kurdistanê Serok Barzanî diparêze. Loma jî ji wî re xwedî derkevin.
Lê ji aliyekî de jî realîsttir bûn wek dersekê pêşkêş kir.

DEMA KU HÎKÛMETA NAVENDÎ BUTÇE NEDE, HEWLÊR YEKSER NEBE JÎ DIVÊ NAV PÊVAJOYEKÊ DE SERXWEBÛN Û DEWLETA KURDISTANÊ DIYAR BIKE…

Dewleta Federal ya Iraqê bes dewleta ereba nîne, dewleta kurdan û ereban û kêmneteweyan e.
Dewleta Federal, ji her aliyî de (ji aliyê desthilatdarî, serwerî, aborî w.d.) li ser parvekirineke bi adalet pêk tê û ava dibe.

Dema hikûmeta navendî ya federal ya nû (ku divê hikûmet jî hevbeş be), butçe neşîne, ew tê wateya ku ereb naxwazin bi kurdan û Kurdistaniyan re jiyaneke mişterek bimeşîne.

Ew jî an bi awayê demokreatîk diyarkirina dewleta kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê derdixe holê, an jî dibe sedem ku di navbeyna Kurdan û hikûmeta navendî de şer derkeve.

Bi kurtî dikarim bibêjim ku di Van şertan de Hewlêr, karbidestên Kurdistanê xweser dikarin serxwebûna xwe îlan bikin, dest bi avakirina dewleta xwe bikin.

28.09. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *