Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Divê hemû pêkhate beşdarî pêvajoya paşeroja siyasî bibin; pêwîst e HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.”
Emmanuel Macron li Konferansa Parîsê ya Sûriyeyê li ser paşeroja Sûriyeyê axivî.
Macron derbarê penaberên Sûriyeyê de jî diyar kir, “Divê penaber vegerin welatê xwe Sûriyeyê.”
Serokkomarê Fransayê ragihand ku ew dixwaze şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî artêşa Sûriyeyê bibin û got ev yek dê bêhtir xizmeta Sûriyeyê bike çimkî ew şervanên bihêz in.
Bi beşdariya berpirsên, Sûriyê, Amerîka, Almanya, Brîtanya Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li Parîsa paytexta Fransayê Konferansa Sûriyeyê hat li darxistin.
Di konferansê de berpirsên welatan diyar kir ku ew dixwazin “Sûriyeyeke azad, serbixwe, yekgirtî û aram” bibînin.
“Em li hemberî HSDyê wefadar in”
Emmanuel Macron di konferansê de li ser paşeroja Sûriyeyê de behsa rol û girîngiya HSDyê kir û got:
Em wefadarê HSDyê ne ku hevpeymanekî biqimêt ê şerê li dijî terorê bû.
Em li hemberî hevpeymanên xwe wefadar in çunke em dizanin ku em çi qasî deyndarê wan in.
HSD bû ku bi mêrxasî li gel hevpeymana navneteweyî şer kir.
Ez bawer dikim di vê demê de erkê me ew e ku em berjewendiyên (HSDyê) biparêzin û dev ji wan bernedin wekî ku me sala 2018an ya ku me hewl da bikin dema ku vekişîna destpêkê hebû.”
Serokkomarê Fransayê di konferansê Sûriyeyê re got ku di berjewendiya Sûriyeyê de ye ku şervanên HSDyê tevlî artêşê bibin “çunke ew bihêz in.”
Emmanuel Macron bangî berpirsên Sûriyeyê jî kir û wiha wiha got:
“Ez dixwazim li vir ji we re bibêjim ku tevlîbûna wan (HSD) a temam di qonaxa veguhastina Sûriyeyê de, pêşî dê xizmeta armanca ewlehiya we bike, çunke ew şervanên bihêz û zêde ne.
Ez bawer dikim berpirsyariya we îro ew e ku hûn wan tevlî xwe bikin û destûrê bidin wan ku bibin beşek ji wan hêzên ku heman armanca wan heye.
Ji bo şerê li dijî wan komên terorîst ên ku aramiya we têk dibin û her wiha ji bo parastina serweriya we.”
Serokkomarê Fransayê ragihand ku ew dê “di demeke nêzîk de” Ehmed Şer li Parîsê bike mêvan lê ti dem diyar ne kir.
Têkoşîna li dijî DAIŞê ‘pêşînî ye’
Şerê navxwe yê Sûriyeyê sala 2011an bi tepeserkirina xwepêşandanên li dijî hikûmetê dest pê kir û alozî li seranserî Sûriyeyê belav bûn.
Sala 2014an DAIŞê beşeke mezin a Îraq û Sûriyeyê dagir kir û li Reqayê “xîlafet” ragihand.
Sala 2019an şervanên HSDyê bi piştgiriya hêzên hewayî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîkayê ku Fransa jî tê de ye DAIŞ têk bir.
Lê belê hîn jî hinek kozikên DAIŞê li çolên Sûriyeyê çalak in û êrişî HSDyê dikin.
Macron bang li rêveberiya nû ya Sûriyeyê kir ku “rêvebiriyeke ku hemû Sûriyeyiyan bi xwe ve bigire” pêk bîne.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî di konferansê de diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ji bo bi lez sizayên li ser Sûriyeyê bên rakirin dixebite.
Barrot behsa paşeroja Sûriyeyê kir û got, “Em bi hevkarên xwe yên Ewropî re dixebitin da ku sizayên aborî yên sektorî bi lez bên rakirin.” (Rûdaw)