Emerîka, ji barbarîya PKKê û revandina zarokan li Kurdistanê berpirsiyar e…

Îbrahîm GUÇLU 

PKK, li Kurdistanê, nemaze li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê zûlûm û zordarîyeke pir xirab dimeşîne. Ew zûlum û zordariya PKKê, beşek ji zûlum û zordarîya dewletên kolonyalîst û dagirker e.

PKK, li Kurdistanê, zarokan, ji dê û bavan, ji malbatan, ji dibistanan, ji hezkirên wan diqetîne û dike leşker. Wan dide kûştin û an jî wan bi xwe dikûje.

PKKê, bi her awayî li hemberî neteweya kurd û Kurdistanê xiyanetê û tewanê pêk tîne.

GELO PKK ÇIMA ZAROKÊN KURDISTANÊ DIREVÎNE?

Wek tê zanîn her netewek û heta her malbatek zarok û ciwanan pêşeroja xwe dibînin/nas dikin. Loma jî, ji bona ku zarok û ciwanên xwe baş têbigihîjin, di şertên baş de zarok û ciwanên wan bijîn û perwerdeyeke baş bigrin, xebat dikin û hewil didin.

Neteweya kurd jî, zarok û ciwanan pêşeroja xwe dibînin. Ew jî xwediyê wê hişmendî û armancê ye da ku zarok û ciwanên wan di şertên baş de mezin bibin, perwerde bibin, dibistana bilind biqedînin. Loma jî naxwazin zarok û ciwanên wan telef bibin û bên kûştin. Bi gelek fedekarîyan zarok û ciwanên xwe diparêzin.

Hezar mixabin 4 dewletên kolonyalîst, ji bona xwediyê armanca tunekirina kurdan e û tu wext naxwazin ku neteweya kurd pêş bikeve; neteweya kurd azad û serbixwe nebe; loma jî zarok û cîwanên kurdan sed sal e ku ji holê radikin. Ew jî baş dizanin ku ciwan beşa aktîftir û afirandêr ya cıvata kurd û Kurdistanê ye.. Li hemberî sîstema kolonyalîst ciwan, di nav tevgera rizgarîxwaz de, di pêşî de cî digrin.

Tê zanîn ku nemaze (bi taybetî) li Bakurê Kurdistanê piştî serhildanên neteweyî yên  Kurdistanê, ciwan û rewşenbîran ji tevgera neteweyî re pêşêngî kirin. Tevger, bi rêxistin kirin. Têkoşîneke bê hempa dan. Loma jî, ji Tevgera Bakurê Kurdistanê ya neteweyî re hat gotin ku “Tevgera Xwendevanan-Teleban-Ciwanan”.

Partî û rêxistinên Kurdistanê jî, bi hişmendîya kurdperwerî û welatparêzî zarok û ciwanên Kurdistanê her dem parastin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, piştî salên 1961an, dema şerê bi çek yên pêşmergeyan, di bin pêşengîya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û PDKê de, destpêkir heta roja dawî; li Rojavayê Kurdistanê dema 1979an de, di bin pêşengîya PDK a Îranê û Komelaya Zehmetkêşan de şerê bi çek û pêşmergetî dest pê kir û heta îro, zarok nekirin leşker. Leşkerbûna zarokan qedexe kirin.  

Dema ku piştî salên 1980yî em wek rêxistina Ala Rizgarî û  şexis li Başûr û Rojhelata Kurdistanê bûn, leşkerîya zarokan û cîwanan jî qedexe bû. Gelek dem ciwanên zanîngehê dihatin ku beşdarî Şoreşa milî û rêxistinan bibin, nedihatin qebûl kirin. Ji wan re dihat gotin, “biçin dibistanên xwe biqedînin.”

Dewletên kolonyalist, zarok û ciwanên kurdan, bi kûştin û bi qetlîaman  ji holê rakirin. Di hemandem de, rêxistin û aparatên dewletên kolonyalîst jî wek dewletên xwe xwediyê heman armacê bûn: wan jî zarok û ciwanên kurd ji holê rakin, tevgeriyan.

PKK jî, tê zanîn ku ji alîyê dewleta Tirk ya Kemalîst ve hat ava kirin. Dewleta Tirk, ji bona ku bi xwe raste rast nikarî ku neteweya kurd biqedîne û tune bike; Tevgera Neterweyî ya Kurdistanê ji holê rake; kurdan ji armanca serxwebûn û dewletbûna kurdan dur bixwe, stratejiyeke nû pejirand. Li ser navê kurdan “rêxistin ava kir. Ev rêxistin jî PKKê ye..

PKK, bi destên tirkên şoreşger ku eleqeya wan bi kurd û Kurdistanê re tune bû û bi destên kurdên ku bi kurdbûnê û tevgera kurd re eleqeder nebibûn, hat ava kirin.

Loma jî PKKê li Kurdistanê bi destê pêxwasan/çêkokêşan û serserîyan hat rêxistin kirin. Piranîya van jî nexwende bûn. Ciwan feqîr û nezan bûn. Ji wan re çi bihata gotin, ew dikirin û bi wan bawer dikirin.. Loma jî PKKê bi destên wan, gelek bi rehetî biryarên xwe pêk anîn.

Ew mîlîtan û terefter û mirovkûjên PKKê, bi civatê re eleqedar nebûn. Loma jî gelek bi   hêsanî bi destên wan dijmintîya rêxistin û partiyên Kurdistanê hat kirin. Serokên Kurdistanê û kurdperwer bi destên wan hat kûştin.

PKK, ji bona ku rêxistineke dewletê bû, bi dewletê ve xwedîyê heman armancê bû ku kurdan tune bike. Loma jî PKKê ji destpêkê de (1975), zarok û ciwanên nexwende ji xwe re kirin leşker. Lewra Ocalan dibêje ku xwendevanên zanîngehê û bakeloriyê ji bona me pirsgirêk in, ew zêde pirs dipirsin, em nikarin bi hêsanî biryarên xwe yên kûştina kurdan û kurdperweran bi destê wan pêk bînin. Loma jî, ji bona PKK zarok û nexwenda, ji bona sîstema wan ya faşîzma çep û totalîter û otorîter bê meşandin hêzeke girîng e.

Ew ciwanên zanîngehê ku ew guhdar nekirin, kesên kurdperwer yên biryarên wan tetbîq nekirin, bi destê PKKê hatin kûştin. Ocalan bi xwe jî, di dadgehê de îtiraf kir ku 20 hezar ciwanên kurd û kurdpewer wan bi xwe kûştiye.

Loma jî Ocalan dibêje ku me xizmet ji dewletê re kir, me pêşîya dewleta Kurdistanê wergirt.

Leşkerkirina zarok û ciwanan ji aliyê PKKê ve, beşek ji siyaseta dewletê kolonyalîst ya tunekirina Kurdan e.

PKKê, ev sîstema di destpêkê de, li Bakurê Kurdistanê (Li Tirkiyeyê) avakiribû, pişt re bi xûrtî li Rojavayê Kurdistanê meşand. Bi Baasê re, di nav tîfaqeke qirêj de 7000 ciwanên Kurd li Bakûrê Kurdistanê da kuştin. Piştî ku li Sûrîyeyê Şerê hûndir dest pê kir û PKK bû beşek ji Rejîma Baasê û piştgirîya rejîmê kir; Rejîma Baasê, ew li Rojavayê Kurdistanê kir desthilatdar û dîktator, ev car jî, ji bona ku ne berjewendîya kurdan, ji bona berjewendîya Rejîma Baasê-Iranê- Rûsyayê û nûha jî ji bona berjewendiya Emerîkayê tevdigere, kurdên aqilserî ev yeka qebûl nekir, ev car jî zarokên kurdan revandin û kirin leşker.

Di sala 2021an de bes li Rojavayê Kurdistanê 47 zarokên kurd revandin. Yek-diduyê wan jî nexweş in.

PKK/PYD, ji bona ku li Rojavayê Kurdistanê xebateke rewa û li berjewendîya Kurd û Kurdistanê nameşîne, bes dikare biryarên xwe bi zarokan bide tetbîq kirin. Loma jî wan direvîne û wan dike leşker.

PKK, li Başurê Kurdistanê biyanî û dagîrker e. Dijminê Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bîbe, leşker çê dike. Ev şera jî, ji bona ku ne şerekî rewa ye, şerê li dijî kurdan e, bi kurdên hişmend vî karî nikare bimeşîne, loma zarokan direvîne.

Gor tesbîtekê, PKK ji DAEŞê zêdetır zarokên kurd li Şengalê û li deverên din revandîye,kiriye leşker. Ew dane kûştin û an jî bi xwe kûştine.

Li Rojhela Kurdistanê jî ji bona ji partî û rêxistinên Kurdistanê û ji Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê re dijmintî bike, zarokan direvîne û diken leşker.

Sedemeke din ya girîng jî heye ku îdeolojiya PKK, sîstema ku PKKê dixwaze ava bike û kiriye, sîstemeke ne însanî û ne rewa ye. Ji bona ku ev sîstema ne însanî û ne rewa û faşîst-totalîter ava bike, divê bikare mejîyê endam û tereftarên xwe bi hêsanî bişo. Wan ji însanetîya wan dûr bixwe. Wek sîstema Hîtler, Musolînî, Stalîn, Jakoben-Kemalîstan, Baasa Sûriyeyê û Baasa Iraqê û Dîktatoriya Îranê. Ev plana ne insanî jî bi însanên maqul û hişmend nayê meşandin. Loma jî zarokan direvînın û mejîyên wan dişon û wan dikin dijminê mirovatî, dijminê kurdan, dijminê hevalên wan. Hevalên wan bi wan didin kûştin. Wan dikin dijminê malbatên xwe. 

Wek tê zanîn rejîm û rêxistinên totalîter û faşıst, bi darê zorê û bi zora leşkaran li ser pîya tên sekinandin. Rejîma Baasê ya Sûriyeyê û Iraqê di dibistana navîn de dest pê dikir ku wan xwendevanan wek leşker perwerde bikin û serê wan bişon ku sîstema wan ya ne înasnî û ne rewa û dîktaroriya wan jiyana xwe bikare bidomîne.

PKKê jî heman tiştî dike û sîstema xwe li ser zorê û leşkeran dixwaze ava bike.

Loma jî, ji sedhezarî zêdetir jin, mêr, zarok, ciwanên Kurdistanê kûştin.

Nûha jî ew barbariya wan dom dike.

PKK BES ZAROKAN NAREVÎNE LI GEL ZÛLMÊ Û ZORDARÎ DIKE Û KÛŞTINAN DIKE

PKK/PYD, li Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê, dîktatoriyeke ji dîktatoriya Baasê xirabtir û zordartir û zûlumdartir dimeşîne. Nahele ku partî û rêxistinên Kurdistanê xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşînin, bi gel re danûstandin bikin.

PKK/PYD, rewşenbîr û nivîskar û kurdpeweran digre, binçav dike, hepis dike, êşkence li wan dike û wan dikûje.

Berpirsiyar û endamên partî û rêxistinên Kurdistanê û yên ENKSê binçav dike, hepis dike, êşkence dike, dikûje.

PKK/PYD, beregehên partî û rêxistinên Kurdistanê û bi taybetî jî beregehên PDK-S û ENKS dişewitîne û dibe sedem ku kurperwer bên kûştin û bên brîndar kirin.

WATEYA KARÊN PKK-Ê…

Karên PKKê dike, tewan e. Tewana mirovatîyê ye. Hewcadarîya dadgehkirin û darizandinê ye. Li dijî Peymana Nevneteweyî ya Zarokan e. Li dijî Kurdbûn û Kurdistanê ye. Li dijî hemû hêjayîyên Kurd û Kurdistanê ye. Li dijî berjewendiya neteweya kurd e. Xizmeta Dewletên Kolonyalîst û dagirker dike.

EMERÎKA Û DEWLEÊN DAGIRKER JI EV XIRABIYÊN PKK/PYD-Ê BERPİRS IN. DIVÊ BI TAYBETÎ EMERÎKA BERPIRSIYARÎYA XWE BÎNE CÎH…

PKK, ji alîyê dewleta Tirk ya Kemalîst ve ava bû. Pişt re bû aparta terorîst ya Baasa Sûriyeyê, Iraqê û Dewleta Îranê. Di Şerê hûndir yê Sûriyeyê de, raste rast ji rejîma Baasê, Rûsyayê, Îranê piştgirî girt. Rejîma Baasê Kurdistan teslîmî PKK/PYDê kir. Lewra ew rêxistina wan bû. PKK/PYDê jî dîktatoriyeke faşîst û totalîter li Rojavayê Kurdistanê meşand.

Lê pişt re PKK/PYDê, li wan xiyanet kir. Bû leşkerên Emerîkayê û tîfaqkarê wê. Loma jî di vê qonaxê de Emerîka, ji barbarîya PKKê û revandina zarokan li Kurdistanê berpirsiyar e. Emerîka dibêje ku ez xwedîyê demokrasiyeke serkeftî me û ji maf-azadîyên mirovî re piştgir û rêzgirtî me. Lê hezar mixabin, li Rojavayê Kurdistanê, ji xirabîyê, barbarî û zarokrevandin û faşîzma PKKê re çavê xwe digre. Divê em bi xurtî bala Emerîka bikşînin ku mafên wan tune ye ku vê xirabiyê li neteweya kurd bikin.

Diyarbekîr, 07. 01. 2022

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *