Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER
Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER
Piştî şerê cîhanê yê yekem û piştî rûxandina Împaratorîya Osmanî, ji alîyê rêvebirên Îttîhad û Terakkî û berdewamîya wan ve li ser navê nîjada Tirk, bi navê Komara Tirkîye, netewdewletek hate avakirin. Ev netewdewleta tirk li ser bingeha red, înkar, qetlîam û asîmîlekirina miletê kurd û pêkhatiyên din hate avakirin.
Wek tê zanîn piştî rûxanidina dewleta Osmanî, wek gelên din, gelê kurd jî xwest çarenûsa xwe bigire destê xwe. Rewşenbîr û siyesetmedarên kurdan dest bi avakirina komele û rêxistinan kirin. Yek ji wan komeleyên bi hêz û berfireh “Kurdîstan Tealî Cemîyetî” bû. Rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan ji alîyekî xwestin gelê xwe bi rêxistin bikin û ji alîyê din jî xwestin di warê têkilî û dîplomasî de xebata xwe berfireh bikin. Lê mixabin di xebat û hewldanên xwe de zêde bi ser neketin. Di wê pêvajoyê de dewletên emperyal tercîha xwe ji alî rêvebirên Komara Tirkîyê ve danîn û miletê kurd li Bakûrê Kurdistanê ji hemû mafên xwe yên neteweyî, sîyasî, ziman û kulturî mahrûm hate hiştin.
Bi Peymana Lozanê, dewletên emperyalîst û dewleta Tirkîye`yê li ser perçekirin, parvekirin û ji nû ve dagîrkirina Kurdistanê li hevkirin. Ji alîyê din ve piştî Peymana Lozanê rêvebir, siyasetmedar û welatparêzên kurdan jî ketin nava tevgera bi destxistina mafên xwe yên neteweyî, sîyasî û civakî. Lê Komara Tirk bi hevkarî û alîkarîya dewletên emperyalîst û bi taybetî bi piştgirî û alîkarîya îngilîz û fransiyan, dest bi ji nûva dagîrkirina Kurdistanê kir, ji bo tunekirina gelê kurd haziriya plan û provokasyonên xwe dikir.
Li Kurdistanê, gelek serok û rêvebirên “Kurd Tealî Cemîyetî” û herweha hinek berpirsiyarên Komîteya Serxwebûnê, yên weke Xalit Begê Cibrî û Yusûf Zîya girtin û qetilkirin. Li gor agedarîya sîxurên xwe, li her derê Kurdistanê dest bi zilm, zordarî û êrîşên leşkerî kirin. Karbidestên dewleta Tirk tevgera azadîxwaz ya miletê Kurd ji nêzîk ve taqîb dikir û dixwest ku serhildanek bêrêxstinî, bêwext û nesitewandî, dest pê bike da ku bi operesyonên leşkerî dest bi qetlîam, koçberkirin û şewata hemû cihên stratejîk bikin.
Serhildana Şêx Seîd di van mercên bêwext û awarte de destpêkir. Li gelek herêm û bajaran û heta radeyekê li Dîyarbekirê, hêzên kurdan hinek serkeftinên girîng bi dest xistin. Lê taybetî bi piştgirî, alîkarî û hevkarîya Îngilîz û fransîyan ya leşkerî û lojîstîkî û bi piştgirî û alîkarîyên xayinên Kurd, serhildan tefandin û piranîya serhildêran qetil kirin. Teva deverên ku serhildan lê neqewimî bû, gelek deverên Kurdistanê kavil û wêran kirin.
Piştî mehkemekirinek siyasî û bi lez û bez Şêx Seîd û hevalên wî û gelek kesên mîna Seyîd Ebdulqadirê Şêx Ubeydullah jî anîn Dîyarbekirê û di 29ê hezîrana 1925an de li meydana Derîyê Çiya li du hev yek bi yek serok, rêvebir, şervan û gelek qehremanên Kurd bi sêdarê hatin şehîd kirin!
Ew têkoşer, canbêzar û canfîdayên Kurd û Kurdistanê bûn! Ruhê wan şad û cîhê wan bihuşt be!
Îsal 96 salîya salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî ye. Em 96 salîya salvegera şehadeta wan de Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên xwe yên rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê bi rêz û rûmet bi bîrtînin! Wê armanc û tekoşîna wan herdem rêya xebat û têkoşîna miletê kurd ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk rohnî bike! Armanc û daxwazên wan îro jî jibo me zindî ne û pêkanîna armanc û daxwazên wan yên rewa ji bo me wezîfeyek pîroz e!
Tevgera Demokratîka Kurdistanê (Tevger)