Rêberê gelê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir, roja 01.03.1979an ji nav me bar kir.
Bi yekgirtina hemû kes û alîyên netewî, Kurdistanî, bi hildana ala Kurdistanê, bi xwedî lêderketina destkeftîyên her çar perçeyên Kurdistanê dê ruhê Mele Mustafa Barzanîyê nemir şad bibe.
Bi serxwebûna başûrê Kurdistanê, bi azadîya hemû perçeyên Kurdistanê dê rûhê Mele Mustafa Barzanîyê nemir şad bibe.
Em di 38emîn salvegera koça dawîya wî de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîr tînin. 01.03.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê