Em qetla malbata Dihokî li Mêrdînê lanet dikin!

Tevgera Demokratik a Kurdistanê – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER   
        Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER  
      Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER 


Wek tê zanîn pênc kes ji malbetek Dihokê li qeza Nisêbîn ser bi bajarê Mêdînê bi gulebarana grubekê hatin qetil kirin. Ev kes bi navê Abdullah Salih Mustafa (69), hevjîna wî Çimen Şahin Halid (75) û keça wan Hindirin Abdullah Salih (39) li cîyê bûyerê jîyana xwe ji dest dan. Wahide Haydar Casim (63) kurê wî Ahmed Celaleddin İbrahim (45) ku birîndar rakirin nexweşxaneya Dîyarbekirê, wan jî jîyana xwe wenda kir.

Em ji bo qetla van kesên bêguneh xemgînin û yên vê bûyera kirine şermezar û lanet dikin. Ji malbat, heval hogir, meriv, Hukumeta Herêma Kurdistan û hemû gelê Kurd re sersaxî dixwazin! Rahma xwedê li wan be û gora wan behişt be!

Ev bûyer di bin desthilatdarîya dewleta tirk pêk hatîye. Zelalkirina vê bûyerê berpirsiyariya dewleta Tirkî ye. Divê hemû kesên vê qetla pêkanîne bên cezakirin û sebebê vê qetlê yê rastî bê eşkere kirin.

Tevgera Demokratik a Kurdistanê

TDK-Tevger

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *