Êvara 21.10.2025ê, li Stockholmê ez û hevalên me rêzdaran Seroka PWK Komîteya Swêdê Seval Mert, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîr Akat, Zinar Soran û Mehmet Selîm Ûzûn bûn mêvanên hevalên PSKyê.
Rêzdaran Cîhgira Serokê Giştî yê PSKyê Selva Baksî, Berpirsê PSKyê yê Swêdê Kovan Amedî û endamên Komîteya Swêdê ya PSKyê Eşref Ornek, Şukru Demîr û Sevgî Amedî mehzûbanîya me kirin.
Me bi hev re şîvek xwar.
Me di derbarê girîngî û pêwîstîya hevkarîya neteweyî li Bakurê Kurdistanê û peywendîyên PWK û PSKyê de sohbeteke xweş, erênî, berhemdar û dostane kir.
Ji bo vê mehzûbanîya dostane em spasîya hevalên PSKyê dikin.
Mustafa Ozçelîk


