Em êrîşên rejîma Esed yên li ser Hesekê rûreş dikin!

Rejîma Esed bi çekên giran û bi firokeyan bajarê Hesekê bombebaran dike, di encama van êrîşan  de bi dehan welatiyên sivîl şehîd, bi sedan kes birîndar in.Gelê me yê Hesekê mecbûrî koçberîyê dibin.

Ev êrîşên rejîma Esed, bêtehamulîya li dijî destkeftinên Kurdan e.

Di rewşeke weha de  yekgitina hemû hêzên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê careke din wekî pêwîstîyeke zerûrî derdikeve pêş. Divê PYD, TEVDEM  li gel ENKS û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê bicive û rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ava bikin.

Yekgirtina hemû partîyên Kurdan  ya li Hesekê  li dijî rejîma Esed,  dê bibe pêngaveke dîrokî ji bo yekgirtineke li hemû Rojavayê Kurdistanê. Divê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî derbasî Hesekê û hemû Rojavayê Kurdistanê bibin û li gel YPGê bigihêjin hawara gelê me. Divê PYD vê yekê qebûl bike.

Roj ew roj e ku Kurd bibin yek. Nabe ku tu kes xwe li ser kesekî din ferz bike. Nabe ku PYD û rêveberîya Rojavayê Kurdistanê , endam û rêveberên partîyên Kurdan bigirin. Ev dê darbeyeke mezin li azadî, demokrasî û hest û yekgirtina neteweyî ya Kurdan bixe.

Li Rojavayê Kurdistanê yekgirtin, azadî , demokrasî û hevdu qebûl kirina navxweyî  destpêka serkeftinê ye. Tu berjewendîyên sîyasî û grûbî, divê rê li ber yekgirtina Kurdan negire.

Em êrîşên rejîma Esed yên li Hesekê û li hemû deverên din yên li ser miletê Kurd rûreş dikin. Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike. Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Em bangî yekgirtina Kurdan li Hesekê û li hemû Rojavayê Kurdistanê dikin.19.08.2016

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *