Em bi wefata welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan gelekî xemgînin

Welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan(Hemîdê Smeîlaxa) roja 27.11.2020an di seet:02.30an de , li Nexweşxaneya Enqereyê çû ber dilovanîya xwedê.

Kek Hemîd Kiliçaslan 40 roje li nexweşxaneyê tedawîya covîd-19yê didît. Lê mixabin di demeke ku bi ber başîyê ve diçû, bi celteya dilî çû ber dilovanîya xwedê.

Kek Hemîd Kiliçaslan, ji 50 salî zêdetire wek kadroyekî pêşeng, wek kedkarekî dilsoz, wek sîyasetmedar, zimanzan û  rewÅŸenbîrekî  Kurd,  xebata doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê meÅŸandîye.

Em bi wefata kek  Hemîd gelekî  xemgînin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê  ji  hemû malbat û heval û hogirên kek Hemîd re, ji PDK Bakur re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be.

27.11.2020

Mustafa Özçelik

Serokê GiÅŸtî   yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *