Kurdistanîyên hêja
Her sal dawîya meha Gûlanê em wek dostên PWKê pîknîkekê çê dikin. Îsal jî em ê 1ê Hezîranê, li Porte de Cerise (weke sala çûyî) çê bikin bes bi dû guhertinan.
1- Pîknîka îsal em ê bi hevkariya “Hevî Akademî”yê çê bikin. Akademiya Hêvî; Armanc ew e ku ciwanên kurd dîrok, ziman û çanda wan hîn bike û wêrekiyê bide wan ku rastiya xwe kifş bikin û bi cîhanê bidin naskirin. Armanc ew e ku ji çiyayên welat bigire heta gundên dûrî dîasporayê bibe pireke çandî ya ku her ciwanê Kurd bigihîne hev
2- Îsal em dixwazin ba heval, nas û dostên xwe yên her çar perçêyên Kurdîstanê bikin.
Ka werin em bi hev re piknîka xwe li dar xîn û kevirekî din li ser dîvarê yekitîya nav kurdan zêde bikin..
PWK Fransa