Parêzgarê Dihokê da zanîn, li Herêma Kurdistanê gelek şûnwarên bi nav û deng hene, ji şikefta Şander Z û heta bi sedan şûnwarên din ên giring.”
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 19ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de got: “Tevî pirsgirêkan, me dest ji karê xwe bernedaye û me bi taybetî ji bo şûnwarên ku li Kurdistanê hene, kar û xebat berdewam kirin.” Herwiha got: “Heger şûnwarek têk biçe, berdêla wê nîne.”
Elî Tetet dibêje: “Pêwîst e em şûnwaran biparêzin û bi şêweyekî serdemiyane nûjen. Ji Şikefta Şander Z bigire heya bi sedan cihên din ên girîngtir, ew hemû çavkaniyên girîng ên ku di destê me de ne, ew di binê erdê de ne û em dikarin wan bi awayên din sûdê jê werbigirin.”
Herwiha Parêzgarê Dihokê got:”Hêvîdar im em karibin bi awayekî zanistî kar li ser wan şûnwaran bikin. Di qonaxa yekem de wek destpêk, em ê van şûnwaran derxin holê û dîroka xwe wekî dîroka cîhanê binivîsin.”
Pêştir jî, Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî aşkere kiribû, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salane 900 milyon dînar ji bo pêşxistin, parastin û nûjenkirina navçeyên şûnwarî tên terxankirin û bi seden projeyên taybet bi arkeolojîkê tên cibicîkirin.