Efrîn: Di mehekê de 14 Kurd hatin revandin

Li çend navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji destpêka Adarê ve 14 welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, polîsên ser bi Tirkiyeyê ve welatiyê Kurd Izet Xelloyê 67 salî ji navçeya Cindirêsê revandin.

Herwiha çekdarên grûpa Emşatê li navçeya Şiyê dest danî ser 3 xaniyên welatiyên Kurd ên bi navên Sîdo Hec Îbrahîm Şêxo, Hesen Mistefa Colaq û Osman Ebdo Zelxê û malbatên wan der kirin.

Herwiha di sê rojên borî de jî, çekdarên Firqeya 9ê ya ser bi Tirkiyeyê ev, 13 welatiyên Kurd bi rêya Deriyê Cerablûsa li bakurê Helebê revandin û daxwaza fîdyeyê dikin.

Li gorî heman çavkaniyan ji destpêka 2024an ve, li seranserî Efrînê 92 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ya Adara 2018an ji aliyê Tirkiyeyê ve, bi sedan welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve bi armanca fîdyeyê hatine revandin û wan dest daniye ser bi sedan xanî û dikanan û ew firotine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *