Efram Îshaq: ENKS û PYNK dê bicivin -Video

 Alîkarê hevserokên MSDyê Efram Îshaq diyar kir ku di demeke nêzîk de dê PYNK û ENKS bicivin û Mezlûm Ebdî dê serpereştiya civîna wan bike.

Doh li Qamişloyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

Alîkarê hevserokên MSDyê Efram Îshaqê ku tevlî civînê bûbû li ser naveroka civînê ji Rûdawê re axivî.

Alîkarê hevserokên MSDyê derbarê civîna dezgehên Rêveberiya Xweser pirsên pêşkeşkara Rûdawê Nalîn Hesenê bersivandin.

Efram Îshaq da zanîn ku di civîna di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) de gelek mijar hatine gotûbêjkirin.

Li gorî gotina Îshaq ku her du aliyan li ser avakirina komîteya serbazî li hev kiriye.

“Kurd dê bi şandeyekê biçin Bexdayê”

Alîkarê hevserokên MSDyê behsa naveroka civîna Colanî û Ebdî jî kir û got:

“Di civînê de behsa avakirina komîteya serbazî hat kirin û biryar hat dayîn ku komîte bê avakirin.

Di civînê de Mezlûm Ebdî behsa Rêveberiya Xweser kir û xwest ku HSD neyê hilweşandin.

Her wiha Ehmed Şer jî daxuyand ku Kurd pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ne.”

Li gorî gotina Îshaq, her du aliyan li hev kiriye ku danûstandinên wan berdewam bikin û dê di demeke nêzîk de civîneke din di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de pêk were.

Îshaq eşkere kir ku Mezlûm Ebdî di civînê de behsa hevdîtina xwe ya li gel Serok Barzanî jî kiriye û ji encamên wê hevdîtinê geşbîn e.

Efram Îshaq ragihand ku di çend rojên pêş de dê civînek di navbera Partiya Yekîtiya Neteweya Demokratîk (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) de were lidarxistin.

Li gorî gotina Alîkarê hevserokên MSDyê Mezlûm Ebdî dê serpereştiya civîna her du aliyan bike.

Efram Îshaq eşkere kir, Kurdan li hev kiriye ku bi şandeyekê biçin Şamê û ev yek ji bo doza Kurdî li Sûriyeyê gaveke girîng e.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî, Endama Fermandariya Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn, Hevserokên MSDyê Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, Hevserokên Meclisa Birêvebir a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman û alîkarên wan, beşdarî civînê bûbûn.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *