Li bajarê Edeneyê konferansa bi navê “Kurd di sedsala dawî ya Osmaniyan de” bi beÅŸdariyeke mezin hat lidarxistin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî doh li Edeneyê konferansa “Kurd di sedsala dawî ya Osmaniyan de” bi beÅŸdarbûna Prof. Dr. Bekir Bîçer û birêvebirina ÃŽsmaîl TaÅŸkiran pêk anî.
Bernameyê bi axaftina danasînê ya li ser armanca damezrandina Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî, xebat û hedefên wê dest pê kir.
Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyonên ku behsa dîrok, rewşa civakî, siyasî û çanda civakên Kurdan ên sedsala dawî ya Osmanî dikin hatin nîşandan.
Prof. Dr. Bekir Bîçer di beşa sereke ya konferansê de, behsa pêvajoya Misilmanbûna Kurdan, dîroka Kurdan a piştî Îslamê, têkiliyên di navbera Selçûkiyan û Mîrgehên Kurdan ên di serdema Osmaniyan de kir.
Biçer bi taybetî li ser guherîna eşîrên Kurdan a piştî sedsala 19an, mîrgehên Kurdan û veguherîna nasnameya Kurdî ya beriya dewleta neteweyî ya modern rawestiya.
Konferans bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Berpirsên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî ragihandin ku dê çalakiyên akademîk ên bi vî rengî li bajarên din jî berdewam bikin. (Rûdaw)