Du nimûneyên Zordarîyê û Qirkirina Ermenan

Siddik Bozarslan

Şêx Seîdê Berzencî digel 40 mirûdên xwe çawa hatin kuştin?

Telgrafek ji navenda ´Musul Kürd Teavün ve Terakki Şubesi´ Baskê Sêmilê di 13.01.1909an da hatîye şandin bo Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti ya Stanbolê. Di telgrafê da hatîye xuyakirin ku yekîtîya eskerên ku bi qantiran ji Kerkûkê hatine, di nav wan û xelkê da ewil gengeşe çêbûye. Eskerên herêmê jî beşdarîya wê gengeşeyê kirine û ev bûye semedê rûdana pevçûnek. Di encamê da 16 eskerên ku siwarên qantiran bûne, hatine kuştin. Rojtira dî, bi tifaqdarîyekê êrîşî kurdan kirine û çûne ser avayîya Şêx Seîdê ji Seyîdên Berzencîyan bûye. Şêx bi Qur´anê pêşwazî li wan kirîye da ku rewş xirab nebe. Lê êrîşkaran, Qur´anê digel şêx parçe dikin û dixin bin pîyên xwe; li hundurê avayîyê jî kurê Şêx Seîd, Şêx Ehmed digel 40 mirûd hemî tên kuştin. Ji haydarîyan mirov fam dike ku Şêx Seîd ji Musulê hatîye sirgunkirin jibo Silêmanîyê û di wê rêwîtîyê da ew bûyer qewimîye. (Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi, jimare 7, r. 358, Weşanxana Deng, 1998 Uppsala/Swed, Wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latinî M. Emîn Bozarslan)

Encama vê bûyera hovîtîyê nîşan dide ku şêxê me yê reben qasî mîtroyek jî pêşîya xwe nedîtîye û 24 eyar safikê dînê xwe bûye. Loma qet tedbîr nesitandîye û wer hesibandîye ku esker û xelkên ku werin dê qedrê Qur´anê bigrin. Lê wek em pê dihesin, jibo Ereban û eskerên Osmanî tu Qur´an û pêxember û xwedê pere nakin, dema li hemberî wan kurd hebin ku bûne mijara wê şolê. Lê kurdên me yên bêaqil tu car ji jîyana xwe ya koletîyê jî ders negirtine û loma bi wî awayî xwe kirine qurbana dîn.

Cezayê boykotkirina şewqeyê, îdamkirin bûye!

Li gora Kovara Baroya Mersînê ya adara 2013an, li bajarê Erzurumê ji ber ku 52 kes şewqe nedane serê xwe, rêvebirên Kemalist şewqeyan bi serê wan kesan ve bizmar kirine û bi vî awayî wan darda kirine, yanî îdam kirine. Wek tê zanîn, bi derxistina qanûnê bi zorê lixwekirina şewqe; her kes mecbûr bûye ku şewqe bixin serê xwe. Yên ku wê fermana Ankarayê nanîne cîh ango ji fermanê ra îteatê nekirine, wek li Erziromê hatîye dîtin, ew bi awayên şikenceyê hatine cezakirin û îdamkirin.

Jenosida Ermenîyan û Kurdan

Di 1905an de Dewleta Osmanî îstatîstîkek amade kirîye û ev îstatîstîk di sala 1919 an de bi Fransizî hatîye çapkirin. Lê komkujîya Ermenîyan ya li Hatay û Adana di sala 1893 an da destpê dike û di vê komkujîyê da nêzî 230.000 Ermenî raserî komkujîyê tên. Statistikên ku di 1905an da hatine amadekirin, rastîya Ermenîyên Hatay û Adanayê vedişêre. Ji ber ku ji 1893an heta 1905an ev nufûsa Ermenîyan ku li van bajaran dijî, ji %88 hatine qetil kirin.

Li gora statistikên dewleta Osmanî nufûsa Ermenîyan li bajarên tirkan:

Edirne (19.773 hezar), Adana (52.650 hezar), Antalya (630 kes), Ankara (51.556 hezar), Haleb (20.142 hezar), Aydin (20.142 hezar), Bolu (2.970 hezar), Bursa (60.119 hezar), Kayserî (50.174 hezar), Stanbol (82.880 hezar), Çanakale (2.474 hezar), Canik (27.319 hezar), Eskişehîr (8.592 hezar), İzmit (55.852 hezar), İçel, 341 kes), Karasi (8.653 hezar), Kastamonu (8.959 hezar), Kutahya (4.548 hezar), Menteşe (12 kes), Nigde (4.936 hezar), Trabzon (68.899 hezar), Çatalca (842 kes), Zor (232 kes) dijîn.

Li gora van statistikan, 817.499 Ermenî li bajarên tirkan dijîn. Ji vê nufûsê yek rizgar nebûye. Ev di dosyayên dadgeha wê demê da dîyare û piranîyên zabit, qaymeqam û walîyên van bajaran hatine dadgeh kirin û hinek ji wan cezayên giran xwarine.

Dema ku em li van bajarên tirkan, hemî statistikên komkujîyê bidin ser hev  (230.00+817.499=1.047.499) Ev jî rastîya jenosîda Ermenîyan derdixe ber me. Di van reqeman de jî pir aşkera ye, ku Ermenîyên bakurê Kurdistanê piranîyên wan koçberî Rusya û axa Surîyê bûne. Îro eger lêkolîn li ser van malbatên Ermenîyan yên li dîyaspora û Ermenîstanê bêt kirin, wê derkeve holê, ku hemî ji Kurdistanê ne. Ev jî tê wê wateyê ku komkujîya Ermenîyan ne lir ser axa Kurdistanê, li nav axa rojavayê Anatolîa bûye. Li wir jî kurd ne xwedî ax in ku Ermenîyan bikujin.

Li gora statistikên dewleta Osmanî li bajarên Bakurê Kurdistanê: Bidlîs (20.142 hezar), Dîyarbekir (65.850 hezar), Erzurum (134.377 hezar), Xarpût (79.971 hezar) Maraş (32.322 hezar), Urfa (16.718 hezar), Wan (67.792 hezar), bi giştî 417.172 Ermenî hebûn.

Ermenîyên Kurdistanê; piranîyên beşa Serhedê derbasî Ermenîstanê bûne û beşek mezin jî li qampa Siwasê hatina komkirin û bi destê dewletê û di rêyan de hatine qetilkirin. Beşê Dîyarbekir (Amed), Maraş, Urfa (Rûha), Mêrdîn û derdorê jî koçî axa Sûrîyê û Libnanê bûne.

Îro ku hûn ji Ermenîyên li Rojavayê Kurdistanê, Helebê, Libnanê, Fransayê bipirsin, hûnê bibînin ku hemî ji van bajarên Kurdistanê ne. Di van îstatîstîkan da jî aşkera ye, ku Komkujîya Ermenîyan ne li ser axa kurdan, li ser axa ku tirk lê dijîn pêkhatîye.

Di şerê Rus û Osmanîyan (1916,1917) da Ermenîyan, bi rûsan re tifaq kirîye. Di vê tifaqê da metirsîyek mezin li ser axa serhedê ya Kurdistanê çêbûye û 1.270.000 kurd ji cîh û warên xwe bûne. Ji Erzurum, Kars, Wan, Bidlîs û Mûşê ev koç pêk hatîye. Beşek ji vê koçê berê xwe daye Amedê, Mêrdîn û Ruhayê. Piranîyên wan derbasî binxetê jî bûne. Lê beşek mezin dewletê berê wan daye ber bi tirkan ve. Ev beş  ji %90î di rîyan da, ji serma û birçîbûna mirine. Ev hejmar nêzî 800.000î ye.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir