Du Milyon û 551 hezar û 535 kesan serdana Girê Mirazan kiriye

Hejmara geştiyaran ji bo Girê Mirazan ya bajarê Rihayê, 2 milyon û 500 hezar kes derbas kir.

Girê Mirazan ya girêdayî bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê ku şûnwarek herî dîrokî ya cîhanê ye, her ku diçe zêdetir bala geştiyaran dikşîne.

Rêveberê Mûzexaneya Rihayê û Serokê Komeleya Girê Mirazan Celal Uludax dazanîn, sal bi sal hejmara geştiyaran ji bo Girê Mirazan zêdetir dibe û tevî vê yekê, kolandin jî di nava şûnwarê dîrokî de berdewame ku ji hêla arkeolojiyê ve, roj bi roj girîngiya wê zêde dibe.

Celal Uludax destnîşan kir, hejmara geştiyaran yên serdana Girê Mirazan kirine, gihiştiye 2 milyon û 551 hezar û 535 kesan.

Cara yekemîn di sala 1995an de dest bi xebatên kolandinê li Girê Mirazan hate kirin û di sala 2018an de, li hember serdanîkirina geştiyaran hate vekirin.

Girê Mirazan di sala 2019an de weke mîraseke cîhanî ji aliyê UNECOyê ve hate tomar kirin ku dîroka wê ji bo 12 hezar salan beriya niha vedigere û di nava Girê Mirazan de bi sedan peykerên mirov û ajelan hene ku bi awayekî pir balkêş hatine çêkirin.

C8

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *