Du keştîyên Britanyayê bi navên Firat û Dîjle

Siddik BOZARSLAN

Ewil divê em binê nuqtayek çixêz bikin ku wek cî, Coxrafya Kurdistanê ne tenê jibo Dewletên Osmanî û Îranê giring û stratejik bûye; digel wê rastîyê jî di warê stratejik da erdê Kurdistanê, bala Britanya, Ewrupa û Amerika jî kişandîye ser xwe û digel wan Rusya jî timî eleqederê herêmê bûye ku ji ber cîranîyê, zêdetir bala wan jî kişandîye. Loma hatina Britanya jibo herêma kurdan, rastê despêka salên 1800 tê ku nuha ev dibe dused (200) sal zêdetir.

”Ji despêka dawîya sedsala XVIII. virve rekabeta (pêşbirika) Îranê û Osmanîyan jibo rêvebirîya li ser Kurdistanê, çi qas diçû xurttir û tûjtir dibû. Her du alîyan jî dixwestin hukmê xwe li Kurdistanê xurttir bikin. Di vê pêvajoya rekabetê da di sedsala XIX. an da em rastê Britanya û di dawîya sedsala XIX. an da jî rastê Almanyayê tên.

Stratejiya cîyê erdnîgarîya Kurdistanê, bala rêvebirên Îngilizên kolonyalist jî dikişand û loma jibo hin firsendan bi destbixin; wan di 1806an da li Baxdayê Baskê Şirketa Hindî ya Rojhilatî ava kirin. Berpirsê şirketê Ric bû û cîgirê wî jî Hayn bû. Van herdu ingilizan, têkilîyên xwe bi reîsên eşîrên kurd ra her ku diçû xurttir dikirin. Bi tabîra Halfin, wan ”reîsên serokeşîrên ku bi xwe ve dabûn girêdan” jibo menfeeta xizmetên xwe bînin şûnê, xebitîn. Ev rewşa xebata wan tê radeyek ku li herêmê Ric, dibe wek xanedanek. Di bin fermandarîya wî da ji eskerên hindîyan hêzeka wî ya ewlekarîyê jî hebûn û tim wî daparastin.

Li herêma Basrayê jî Kolkhanê ingiliz xebatên xwe wek Ric dimeşand. Bi saya Kolkhan li Basrayê û bi taybetî Ric li Baxdayê; casûsên Britanî karibûne lêkolîn û xebatên xwe li Îranê, li Kurdistanê û li Osmanîyê bidomînin. Bi saya wan cuwamêran, fermandarê ingiliz Mc Donald Kiynir, wek wekîlê (cîgirê) politik yê Şirketa Hindî ya Rojhilatî, gelek caran li Asya Biçûk û bi taybetî li Kurdistanê û Ermenistanê geran (seyehetan) pêkanîye. Sedemên (semedên) wan geran jî ordîya Britanyê amadekarî kirîye jibo bazirganîya Hindistanê û rîya bazirganîyê jî bê guman di Kurdistanê da derbas dibe. Wê demê hatibûye zanîn ku Biritanya, Hindistanê tehdît dike. Lê di eslê xwe da Britanya , jibo fikrên xwe yên derbarê tevayîya Rojhilatê veşêre, dest bi metodeke wiha kirîye. Wan kirine amanc ku Osmanî û Îranê jibo xwe bikin kolonî.

Mc Donald, dema gera xwe ya lêkolînê tevav dike, dizivire Hindistanê, bajarê Midrasê. Ew bixwe li wî bajarî Fermandarê Kela Saint Gerorgê bûye. Wî rapora xwe ya gerê amade kirîye û daye Komita Karker ya Şirketa Hindî ya Rojhilatî û digel wê raporê hin wesîqe jî hebûne ku rê nîşanê êrîşên Britanyê bo Hindistanê bibin alîkar.

Casûsên Britanî yên dî jî li ser şopa MC Donad di herêmên xwe da karên xwe meşandine. Di 1817an da binbaşîyê ingiliz Hiyd, li Baxdayê, Sulêmanîyê, Musulê, Erbîlê û Kufrîyê xebatên xwe pêkanîye. Di 1818an da jî Broter ji Baxdayê çûye Kufrîyê, Kerkûkê û Suleymanîyê û paşê bi rîya Serdeşt û Savûçbulakê çûye Tebrizê.

Di 1820an da Namik Paşa rêvebirîya Suleymanîyê dimeşand. Li ser vexwendinê Ric tê Suleymanîyê. Ew di wê seyaheta xwe da bi serokeşîran ra têkilî datîne û jibo karê xwe lêkolîn çedike.

Li Îranê jî jibo perwerdekirina eskerên ordîya Îranê, zapitên Britanî hatine wezifedarkirin. Di binê wê maskeyê da wan jî karên xwe di wî warî da domandine.

Fraizer di 1821an da li Kurdistana Îranê lêkolînan çêdike, bi serokeşîrên kurd ra têkilîyan çêdike û jibo dewleta xwe raporek amade dike. Fraizer di rapora xwe da ”Eger jibo kurdan hêzeke qewî alîkarî bike, ew amade ne ku li dijî hukumetê bikevin nav serhildanê.” nivîsîye. Fermandarê Hêzên Ingiliz yê Bombay (bajarekî Hindistanê) Mignan, li Suleymanîye, Bane, Meyandub û Tebrîzê gerîyaye, paşê derbasê Rusyayê û Biritanyayê bûye û careke dî zivirîye Hindistanê.

Du zapitên ingiliz jî li Suleymanîyê perwerdeya eskerî dane kurdan û çavdêrîyên xwe wek rapor nivîsîne. Wan gotîye ku kurd amade ne li gora politika Împaratorîya Ingilistanê bikevin nav hewildanan.

Ji dervayê ingilizan Misyonerên Amerikî jî hatine herêmên kurdan gerîyane û lêkolînan çêkirine. Amerikîyan jî bala xwe dane ser nuqteyên abûrî û eskerî ku li herêmê tesîsatên wiha tunebûne. Bi vî awayî xebatên wezîfedarên Amerika, Britanya û yên dî, jibo çêkirina bingehên kolonyalizmê li Asya Biçûk, piralî xebitîne û lêkolînan pêkanîne. Loma Lenin jî neheq nebûye ku dema behsa kolonyalizma Çinê kirîye;   ”Wan dizî û kedxwarîyên xwe di bin maskeya belavkirina xiristîyanîyê da meşandine.” gotîye.

Van gotinên jorîn, mirov dikare jibo Împaratorîyên Îranê û Osmanî jî bêje. Van dewletan dema di bin navên misyonerî û dîndarîyê da zilamên xwe şandine herêmê; îmkanên xwe yên darayî (pere) û wd. têkuz kirine ku li herêmê baş bixebitin û encam bi dest bixin. Guman tune ku van xebatan hemî jibo politika wan dewletan ya bicîkirina kolonyalizmê bûye jibo herêman. Ev politika kolonyalizmê di 1810an da dest pêdike û her ku diçe xurt dibe û fireh dibe.

Misyonerên Amerikî di 1819an da baregeha xwe li İzmirê avakirin. Robert Kolejî ku li Stanbolê di 1863an da avabû, ew bû navenda politika Amerikayê ya herî aktif di Dewleta Osmanî da. Ev navend (merkez), bi rêxistinên xwe yên li Wanê, Erzurumê, Bedlîsê, Mêrdînê, Sêrtê, Baxdayê û derên dî ra pêwendî pêkdianîn û xebatên xwe yên politik domandin.

Van xebatên dewletan wer hatibûn radeyek ku di 1830yî da bû semedê xirabkirina têkilîyên navbera Rusya û Britanyayê.

Di navbera salên 1838- 1840an da Britanya, amadekarîyên xwe yên şer temam kir û êrîş bir ser Îran û Afganistanê. Hêzên Britanyayê ji nava Îranê ber bi herêmên Kurdistanê ve pêşta çûn û li ser sînorê Osmanîyan ku erdên Kurdistanê bûn, lêkolînên xwe çêkirin da ku bikaribin alavên xwe yên bazirganîyê li herêmê bi cî bikin û bifroşin. Li wan herêman, wan bi gelek serokeşîran ra têkilî danîn, dîyarî û çek dan kurdan û xebitîn ku dostanîya Britanya û kurdan pêkwere.

İngilizan, di derbarê erdnîgarîya kurdan da, abûrîya wan, cîyên wan ên heyîyên (dewlemendîyên) binerd û wd. lêkolîn kirine, haydarîyên pêwist tomar kirine û wan wek rapor dane cîyên pêwendîdarên dewleta xwe. Hin ji wan raporan di rojnameya Cemîyeta Coxrafya Qralîyetê li Londrayê derçûne. Bi vî awayî Kurdistan jibo Britanyê li nik daîreyên pilançêkirinê di warê abûrî, politik û bazirganîyê (ticaretê) da hatine  tespîtkirin ku jibo xeta bazirganîya Hindistanê rîya kurt ya li ser erdê, rîya Kurdistanê ye û loma Kurdistan jibo wan giring e.

Di xebatên politik da kesên ku rola giring lihîstine yek jê Rodon Cissini bûye û kesên dî jî digel wî xebat kirine. Van politikmedarên ingiliz, haydarî dane hukumeta xwe ku li rojhilat li hemberî xetera rus, divê çalakîyên ingiliz zêdetir fireh û xurt bibin û jibo wê xebat pêwist e.

Di 1828an da Cissini çûye Stanbolê û ji hukumeta osmanî ra gotîye ku di şerê Rus û Osmanî da ew amade ne ku alîkarîya osmanîyan bikin. Lê di wê navberê da peymanek jibo aştîya Osmanî û Rusan çêdibe. Dîsa di wê demê da Sefirê Britanyayê yê Stanbolê Robert Gordon, pêşnîyar kirîye ku li Asya Biçûk, li Misrê û li hewze erdên (havza) Firatê lêkolîn werin çêkirin, jibo wan fikran Cissini ketîye nav xebat û tevdîlan. Jibo Britanyayê rîya herî kurt û baş jibo bazirganîya wan ku alavên bazirganîyê bi rîya Deryareş bibin Trabzonê, ji wir jî bibin Kurdistanê û bigihînin xelîca Îranê û ev rê bigihîje Hindistanê. Loma jibo Britanyê lêkolîna hewzeerdên Firatê jî cîyeke giring digirt.

Jibo wê rîya ku Britanyê dabûn pêşîya xwe, Cissini jibo pêkanîna wan lêkolînan seyeheteka dirêj pilan kirîye. Ew di 1832an da çûye Îranê û Kurdistanê. Ji wir jî çûye Trabzonê û Halebê. Di encama wê lêkolînê da Britanyê biryar sitandîye ku li Trabzonê balyozxaneyek veke. Li gora wê pilanê alavên Britanya û Ewrupayîyan, bi rîya deryayê ewil dê werin Trabzonê, ji wir jî bi rîya Erzurumê û Kurdistanê bigihîje xelîca Îranê û Hindistanê. Lê ev bazara bazirganîyê jibo Osmanîyan, Îranê û Rusyayê jî gelek giring bû û dibû sedemên rekabeteke mezin. Ev pilana Cissini, di nav civata Îngilizan da jî gelek eleqeder dît û bi heyînî hat pejirandin.

Cissini, di 1835an da digel mirovên teknikî û muhendîsan careka dî çûn sefera Kurdistanê da ku pilana Dijle û Firatê li cî tatbîk bikin û lêkolînên xwe bi dawî bînin. Dema wan bi rîya deryayê rêwîtî kirine, digel xwe du keştî jî birine ku navên wan Dîjle û Firat danîne. Wer hatîye xuyakirin ku ew jibo lêkolîneke zanistî jibo çemên Dîjle û Firatê ketine nav hewildanê. Lê amanca wan ya esasî ew bûye ku li dûrê hewze erdên Dîjle û Firatê, cîyên ku pêwist dîtine belav bûne û xebatên xwe çêkirine.

Cissini kitêbek bi navê ”Lêkolîna Çemên Firat û Dîjleyê û Pîvandina Hewze erdên wan” nivîsîye. Di kitêbê da amanc û politika Britanyê jibo Kurdistanê daye zanîn. Wî di lêkolîneke dî da jî pilana xwe ya bazirganîyê jibo Rojavayê Asyayê nivîsîye. Wî daye xuyakirin ku bazirganîya jibo Musulê giring e, divê li wir fabrikayên (karxane) sinaîyê werin çêkirin, divê li Ankarê jî balyozxaneyek were vekirin, pereyên ingiliz jibo herêmên Îskenderîye û Dîyarbekrê were bikaranîn û divê li Dîyarbekrê jî fabrika werin çêkirin. Lê ev pilan nekete nav jîyanê û jibo dema kêrhatî were, ew hat taluqkirin. Di wan deman da şerê Britanya û Çînê jî qewimî. (Şerê Afyonê yê Yekemîn 1839- 1842) (halfin, XIX. Y. da Kürdistan Üzerinde Mücadeleler, Komal Y. 1976, Ankara, s. 29-34)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *