Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn

Dadgehê li polîsê ku Şerzan Kurt kuştibû 5 sal û 2 meh cezayê birî.

Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt ku berê bû armanca komên nijadperest ên Tirk, piştre jî ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Doza kuştina Şerzan Kurt li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê hat lidarxistin.

Di rûniştina doza Şerzan Kurt de biryar hat dayîn.

Parêzerên malbata Şerzan Kurt û parêzer û polîsê kujer Gultekîn Şahîn di rûniştina dozê de amade bûn.

Dadgehê cezayê polîsê kujer kêm kir û 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer Gultekîn Şahîn birî.

Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt 12ê Gulana 2010an rastî êrişa komên nijadperest ên Tirk hat.

Kurt guleyên polîsên ku çûn cihê bûyerê birîndar bû û 19ê Gulanê canê xwe ji dest da.

Doza ku bi hinceta ewlehiyê sewqî Eskîşehîrê hatibû kirin, sala 2012an 8 sal cezayê girtîgehê li polîsê kujer Gultekîn Şahîn hatibû birîn.

Piştî ku Dadgeha Bilind ceza betal kir, sala 2014an 16 sal cezayê girtîgehê li polîsê kujer hatibû birîn.

Sala 2016an Dadgeha Bilind careke din îtirazî biryarê kir.

Cezayê polîsê kujer Gultekîn Şahîn sala 2019an daketibû 7 sal û 6 mehan.

1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryar sala 2021ê erê kir.

Di encamê de biryara cezayê 7 sal û 6 mehan jî hilweşand.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *