Dîwana Enwer Karahan ”LORIYA ŞEVÊ”

Lokman Polat

Min li welat Enwer Karahan nas nedikir. Li Swêdê/Stockholmê me hevûdu nas kir. Em herdu jî diçûne komeleya kurdan a li Alvîkê. Alvîk mehleyeke Stockholmê ye. Rojekê ez çûm komeleyê, Enwer li wir bû. Di destê wî de pirtûkek û li ser maseya pêşiya wî defter û pênûs hebû. Pirtûk dixwend û li defterê tiştek dinivîsand. Sal 1997 bû û ew dem kompîturên ser çogan, ango datayên biçûk ên bi çente zêde tunebû. Min jê pirsî ku; ”Çi dike, çi dinivîse? ” Wî got: ”Ez çîrokekê werdigerînim kurdî.” Min got : ”Werger baş e, karekî hêja ye. Bi wergerê mirov zimanê xwe pêşve dibe, dewlemend dike. Lê digel wergerê tu bi xwe jî binivîse. Nivîsîna te bi xwe dê ji bo edebiyata kurdî bibe dewlemendî.”

Di nav pêvajoya demê û derbasbûna salan de Enwer Karahan gelek berhemên edebî/wêjeyî afirand. Pirtûka wî ya yekem bi sernavê ”Şevbihêrkên şevên xalî” kurteçîrok/kurtenovel di sala 2001ê de derket. Paşê 3 pirtûkên wî yên din jî hatin weşandin. Di wê navberê de pirtûkek wî ya ceribandinê û yeka vegotinê jî derket. E. Karahan ji nivîsîna çîrokê derbasî romannivîseriyê bû. Wî sê romanên kurdî nivîsî. Û digel çîrok û romannivîsê, wî helbest jî nivîsî û helbestên wî bi navê dîwana ”Lorînên Şevê” derket.

Enwer Karahan ne tenê afirînerê berhemên edebî ye. Wî di hêla kar û xebatên hunera sînemayê de jî xebatên baş kiriye. Senaryo wergerandiye kurdî û di hinek rêzefîlman de rol wergirtiye, weke leyistvanekî/artîstekî serketî leyistiye. Rizefîlma bi navê ”Hêvî” de, di deh, duwanzdeh beşên pêşîn de leyistiye. Min 39 beşên vê rêzefîlmê temaşe kir, rêzefîlmek baş bû. Enwer jî û leyistvanê ku navê wî Rîfhet bû serketî bûn. Leyitsvanên din jî û bi taybetî yên jin jî serketî bûn. Wî di rêzefîlma bi navê ”Siya Mem” de jî rol wergirtiye û dilîze. Niha min dest pê kiriye ez vê rêzefîlma kurdî temaşe dikim.

Ez li vir dixwazim bi şêweyeke lêborînî behsa tiştekî bikim. Nivîskar û helbestvanê kurd Occo Mahabat bi navê ”Antolojiya Helbestvanên Nûjen – Helbestvanên Bakur” pirtûkek amade kiribû. Ji bo ez pêşgotinek ji bo vê antolojiyê binivîsim, dosyayê ji min re şiyandibû. Min jî pêşgotin nivîsî. Lêbelê di wê pirtûka antolojiyê de navê Enwer Karahan tune bû. Û ez jî wê dema ku min pêşgotin nivîsî, min nizanibû ku Enwer Karahan pirtûka xwe ya helbestan weşandiye. Dema min dîwana wî ya helbestan dît, min ji xwe re got : ”Occo Mahabat li E. Karahan neheqî kiriye. Divê Enwer Karahan jî di wê antolojiyê de hebaya.”

Niha em vegerin mijara xwe ya danasîna pirtûka helbestên Enwer Karanan. Pirtûka dîwana helbestan bi sernavê ”Lorînên Şevê” di nav weşanên Apecê de li Stockholmê hatiye weşandin. Pirtûk 478 rûpel e. Ji sedî zêdetir helbestên derbarê mijarên curbecur de di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine, Mijarên helbestan mijarên cuda yên balkêş in û sernavê helbestan bala mirov dikşîne, mirov bi dilxweşî helbestan dixwîne.

Helbestên di dîwanê de, li gor sernavên beşan hatine tasnîfkirin. Beşa destpêkê sernavê wê ”Şînbirîk”e, beşa duyem sernavê wê ”Sakî” ye, Helbesteke dirêj di vê beşê de ye, Sernavê wê ”De bila wek te be, Sakî” ye. Beşa sêyem ”Siwaro” ye. Ya çaran ”Ax” e. Di vê beşê de jî bi sernavê ”Profîl” helbestek gelek dirêj -9 rûpel – di vê beşê de ye. Helbestên E. Karahan hinek dirêj in, hinek normal in û hinek kin in, kurt in. Ev cure kinbûn û dirêjbûn, di hemû helbestên helbestvanên ku bi şêweya serbest helbest dinivîsîn de hene. Helbestên bi wezn û kafiye ji helbestên serbest cuda ne.

Di beşa ”Ax”ê de du helbestên balkêş ku bala min kişand hene. Yek jê helbesta li ser Amedê/Diyarbekirê û ya din li ser Swêdê ye. Herdu helbst jî – helbet helbestên din jî – helbestên baş û xweş in. Beşa pêncan sernavê wê ”Çavzeytûn” ne. Sernavekî tam helbestkî ye. Beşa şeşan ”Bajaro” ye. Ev beşa dawî ye.

Di nav pirtûkên helbestan yên helbestvanên nûjen/modern yên dema niha de pirtûka helbestan ya qalind pirtûka helbestvan Ahmed Huseynî bû ku min xwendibû. Niha jî ya Enwer Karahane ku min xwend. Ev herdu dîwanên van herdu helbestvanan hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên helbesthez van herdu dîwanan bixwînin.

Di pirtûka dîwana helbestên Enwer Karahan de, gelek helbestên ku mijarên wan li ser bêrîkirinê, evînê, hezkirina xwezayê, helbestên civakî, helbestên delaliya keç û jinan, helbestên xeyalên evîndaran û helbestên gelek mijarên din yên balkêş di nav rûpelên dîwanê de cih girtine. Ez dîsa dibêjim, dubare dikim xwendevanên helbesthez divê vê dîwana helbestên Enwer Karahan bixwînin. Û herweha divê lêkolînerên wêjeyî, analîzvanên edebî, lêkolîner û analîzgerên helbesta kurdî şerha dîwanê binivîsin, dîwanê şerh bikin. Ê min kurtenivîseke danasînê ye.

Naveroka pirtûkê, mijarên helbestan cure ne, dewlemend in. Heger şerha yekoyek helbestan, nirxandina mijarên helbestan, analîza dîtin, raman û peyamên/mesajên ku di helbestan de hene, were kirin girîngiya dîwanê hîn baştir tê fêhm kirin.

Dema min pirtûka helbestên Enwer Karahan xwend û ez hatim rûpela ku helbesta bi sernavê ”Mesûd Barzanî” tê de bû, dît keyfa min hat. Di vê dema me ya niha de gelek kurd û Xwedêgiravî serokên partî û rêxistinên kurdan serxwebûna Kurdistanê û dewleteke serbixwe a netewa kurd naxwazin, naparêzin, Lê Serok Mesûd Barzanî serxwebûna Kurdistanê diparêze û ji bo wê têdikoşe. Ji bo serokek serxwebûnxwaz helbest nivîsîn pîroz e, hêjayê pesnê ye. Enwer Karahan gelek baş kiriye ku di derbarê Serok Mesûd Barzanî de helbest nivîsiye. Helbest dirêj e; hinek hevok, çend malîk jêgirtinên helbestê digrim vir û pê nivîsa xwe dawî tînim.

MESÛD BARZANÎ

Gava îlan kir Qazî Mihemedê pêşeva

Komara Kurdistanê li Meydana Çarçirayê

Te çavê xwe vekir li çiyayê

Ji te re lorand dayika şîrhelal bi delalî

(………….)

Te yê ji zaroktiyê de rahişta darê tifîngê

Çavê xwe negirta ji bo teres û mizawiran

Da pêşiya pêşmergeyên qehreman

Ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê

 

Ew roj û ev roj e

Tu kelemê çavê dijmin î

Disekinî li nîvê meydanê

Halanan hildidî bi mêranî

 

Dihelînî cemeda li ser dilê her kurdî

Bêveger î tu li serriya azadiyê

Kê ji bîr kiriye berxwedana Kurêya Şeqlewayê?

Te kum û koloz danî erdê

Bi kozikê ve zincîr kir lingên xwe

Te ahd kir

Heta bi dilopa xwîna dawiyê

Qêriya tu ji kezebê ”Yan Kurdistan, yan neman”

(……………)

Li pişta te ye kurd bimilyonan

Keç û kurên Med û Ariyan

 

(……………)

Heqê me jî heye wek xelk û alemê

Ev e daxwaza me ya dawiyê

Êdî îlan bike rojeke berî rojeke

Da em bêjin me heye dewletek

Me heye Kurdistanek

 

Em bi te bawer in bi miletî

Tu yê danegerî ji riya wî bavî

Teva derdora Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê

Tu yê deynî tixûb û sînorî

Îlan bikî li dinyayêçwî navê şêrîn Kurdistanê/

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *