Îbrahîm GUÇLU
Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê tê li dar xistin.
Li Tirkiyeyê, hilbijartina giştî ya parlamentoyê û hilbijartinaserokkomar tê li darxistın.
Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê di 12ê Gulanê de; LiTirkiyeyê hilbijartina parlamentoyê û serokkomarî di 24ê Hezîranê de tê li dar xistin.
Herdu hilbijartin kurdan û kurdistaniyan raste rast eleqederdike. Lewra Parçekî Kurdistanê li Iraqê ye û federe ye. Parçeyekî Kurdistanê li Tirkiyeyê, kolonî û neteweya kurd jihemû mafên xwe bêpar e.
Loma jî wek min di qelek meqeleyên xwe yên din de jî diyar û analîz kiriye; hilbijartina li Iraqê û hibijartinên li Tirkiyeyê jibona kurdan û Kurdistaniya xwediyê du qerekterên cûda ne.
Li Tirkiye dewlet na ya kurdan e. Dewleta neteweya tirk e. Encama vê jî, parlamento jî, parlamentoya kurdan nîne. Kurdli Tirkiyeyê hilbijartinê bes ji bona parlamentoyeke biyanî û jibona ku têkoşîna milî ya Kurdistanê bikeve wek platformekê bikar tê.
Li Tirkiyeyê kurd bi partiyên xwe jî beşdarî hilbijartinê nabin. Partiyeke Kurdistanê ya ku ji gel piştgirî digre, girseyî, hêzawê ya temsîla siyasi, civakî û sosyalojiyê bike jî, tune ye.
PKK/HDPê jî partieyeke Kurdistanî û kurdî nîne. HDPê vêyekê jî gelek aşkere diyar dike. Lê kurd bi zorê dixwazin HDP wek partiyeke kurdan nas bikin, piştgirî bikin.
Lê li Iraqê kurd û kurdistanî di dewleta federal de beşdarîhilbijartinê dibin. Dewlet jî him dewleta neteweya ereban û him dewleta kurdan e; him jî dewleta hemû kêmneteweyan e. Parlamento jî federal e. Loma jî parlamentoya kurdan e. Kurdû kurdistanî ji bona parlamentoya xwe beşdarî hilbijartinêdibin.
Kurd û kurdistanî bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin.
Li Kurdistanê 25 lîste û gelek partî beşdarî hilbijartinaparlamentoya federal dibin.
Ji bona kurd û kurdistanî bi xûrtî di parlametoya federal de temsıl bibin, diviya bû ku partiyên Kurdistanê bi lîsteyekê û bitîfaqekê beşdarî hilbijartinê bibûyana. Lê Her çiqas PDKê ev yeka xwest û ji bona tîfaqeke hevbeş ya partiyên Kurdistanêxebat jî kir, bi serneket.
Ji bona serneketina tîfaqa Kurdistanê jî hîç şik tıune ku geleksedem hene. Bi taybetî jî sedemên girîng pêwendiyan partiyanbi dewletên cîran û bi taybetî jî bi Îranê re ne. Di hemadem de ev pêwendiyan di xiyaneta 16ê Oktobira 2017an ku di encam de Kerkuk hat îşgal kirin. Ji aliyê din de gelek partiyênKurdistanê ji PDKê re dijminitî dikin. Naxwazin ku PDKê xûrtbe. Kurdistanîbûnê bi her awayî biparêze.
Partiyên Kurdistanê çiqas xûrt biçin parlamentoya federal, hîç şik tune ye kuı ewqas di berjewendiya neteweya kurd û kurdistaniyan de ye.
Bi taybetî jî bi xûrtî beşdarbûna PDKê, zêdetir xizmetîberjewendiya Kurdistanê dike. PDKê ji bona stabîlîzekirinafederalîzmê, cî bi cı kirina demokrasiyê ku bê demokrasîfederalîzm baş nameşe, nikare bi tenduristî bijî. Bi cî bi cîkirina makezagonê girîng e.
Qasî van xalan pirsa girîng ew e ku divê parlamenterên kurd û Kurdistanê encama referandûma serxwebûna Kurdistanêbiparêzin ku kurdistaniyan di referandûmê de biryara dewletavakirinê dabû.
Deweletbûnê jî raste rast PDKê dikare biparêze.
Gelek berbijêr û namzetên PDKê diyar dikin ku dê diparlametoya federal de: “Li encamê referanduma serxwebûnêxwedî derkevin û dê li Bexdayê behsa serxwebûna Kurdistanêbikin. Ev mafek rewa yê gelê Kurdistanê ye û miletê kurd ji % 93 biryara xwe daye ku dewleta xwe ava bikle. Referandum wek tapuyeke ji bo serxwebûna Kurdistanê.”
Partiyên din bi piranî diyar dikin ku “referandum bi israraserok Barzani pêkhat û ev yek bû sedema aloz bûnaKurdistanê û bû sedema şerekî di navbera Hewlêr û Bexdayêde.”
Ev partiyan rast jî dibêjin. Lewra Serok Barzanî û PDKêdewleta Kurdistanê diparêzin. Ji bona dewletavakirinê jî, referandûma serxwebûna Kurdistanê bibe biryar, xebetekebêhempa meşandin. Di dest pêkê de YNKê qane kirin. Pişt re jîpartiyên din mecbur bûn ku piştgiriya referandûmaserxwebûna Kurdistanê bikin.
Lê di encamê de jî Beşekî YNKê û Goranê bi hev re, bipiştgiriya PKKê jî bû sedam ku Kerkuk bê îşgal kirin.
Hîç şik tune ku dema mirov û partiyek li Başûrê Kurdistanêdoza tiştekî nekê û mafên xwe yê rewa ya dewletbûnêneparêze, tu cara Bexda ji wan re deng dernexe, eksê wê jiwan re dibe alîkar. Lê dema kurd û partiyek doza mafê xwe yêrewa û yasayî bike Bexda li dij derdikeve, ji bona pêşiya wêxebatê bigre astengiyan zêde dike.
Tê zanin ku dema ku Kekrku hat îşgal kirin, Bexdayê gelekgirîngi da bajarê Silêmaniyê û hewil da ku Silêmaniyê jiKurdistanê cuda bike. Beşek berpirsên parêzgeha Silêmaniyênjî YNK û Goran jî ev yek bi daxûyaniyên xwe pejirandin.
Di 16ê oktobera 2017an de piştî referandûmê mehekê, beşek jiYNK li gel Goran Kerkûk Firoton. Lê PDK bi serê xwe û imkanên xwe bi xwîna şehidan xaka Kurdistanê li himberartêşa Iraqê û Milîsên Heşda Şeibî parast. Her kurdek vê yekêdizane. Lê dema dengdanê de merc ji gelek sedeman dikarebête guhertin. Eger bi rasti kurd dengên xwe bidin pêşerojaKurdistanek serbixwe, ji PDKê pêve tu alternatifek tuneye kudeng bidin.
Hezar mixabin gelek cara di dîroka tevgera azadiyaKurdistanê de hatiye xûyakirin ku, hinek ji kurdan heyranêdijminên xwe ne. Ev kurd hez dijminên miletê xwe dikin. Lomajî di dîroka neteweya kurd de xiyanetê mezin hatine rojevê. Divê merheleyê de jî, ev yek di gelek daxûyaniyên aliyên siyasî û partiyên Başûrê Kurdistanê de diyar dibe.
“Her dengek be jî aliyên li dijê Kurdistanê û di bin bandoraBexdayê de siyasetê dikin bigrin, dibe dengên rûreşîyê. NabêKurd dengê xwe bidin xiyanetê û bi awayekî şirîkatiyê bikin.”
Loma jî divê kurd û kurdistanî deng nedin xiyanetê. Jiberjewendiya xwe ya milî û ji bona dewleta Kurdistanê dengêxwe bidin PDKê.
PDKê dikare bi xûrtî mafên rewa ya dewletbûna Kurdistanêbiparêze.
Amed, 5ê Gulana 2018an