Dîndar Zêbarî: Hejmara herî mezin a qurbaniyên windakirinê li Herêma Kurdistanê ye

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, got, hejmara herî mezin a qurbaniyên windakirinê li Herêma Kurdistanê ye. Herwiha bang li hikûmeta federal kir, erkê xwe yê pêkanîna dadmendiyê û qerebûkirina malbatên qurbaniyan di hemû waran de bicih bîne.

Dîndar Zêbarî bi boneya Roja Cîhanî ya Windakirinê di daxuyaniyekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê xwediya hejmara herî mezin a windayîyan e, ji tawanên Enfalê li dijî gelê Kurdistanê ku zêdetirî 182 hezar kes li Germiyan û Badînan, 8 hezar Barzaniyan û gelek deverên din, tawanên terorîstên DAIŞê bi taybetî li dijî kurdên êzidî û windakirina bi hezaran kes ku çarenivîsa beşek ji wan ne diyar e.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyê ligel Komîteya Niştimanî ya Windayîyan a Iraqê û Tîma Neteweyên Yekgirtî ya Windayan li Cenêvê dike, ji bo lêkolînkirin û diyarkirina çarenivîsa Windayîyan ku di serdema rejîma Seddam de winda bûne û yên ku piştî sala 2014an çarenivêsa wan ne diyar e.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî amaje bi wê kir, “Kar li ser mijara naskirina dosyayên gelê Kurdistanê wek jenosîd, hatine kirin, di serî de dozên Enfal, kîmyabaran û Feyliyan, Dadgeha Bilind ew wek jenosîd nasandine, lê belê xizmên qurbaniyan nehatine qerebûkirin.

Herwiha got: “Em bang li hikûmeta federal dikin ku erke xwe yê ji bo pêkanîna dadweriyê bi cih bîne û bi her awayî malbatên qurbaniyan qerebû bike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Dîndar Zêbarî da zanîn, çend yasa û rênima bo yasayîkirina dosyeyên xizmên qurbaniyên Enfalê û windakirina bi darê zorê li Herêma Kurdistanê hatine derxistin.

Herwiha got, Kabîneya Nehem giringiyeke mezin daye xizmetkirina malbatên qurbaniyan, wek xerckirina zêdetir ji 19 milyar û 500 hezar dînar bo xwendina malbatên şehîdan, qurbaniyên Enfalê û girtiyên siyasî, derxistina fermana dayîna 11 hezar û 141 parçe erd ji bo xizmên şehîd, enfalkiriyan, girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî da zanîn jî, Kabîneya Nehemîn fermana tomarkirina 200 apartman, 375 xanî û 5 hezar û 500 parçeyên erd ji bo malbatên şehîdan û enfalkiriyan daye ku di sala 2011an de ji bo malbatan hatibûn dayîn.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *