Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên Sûriyeyê re parastina mafên Kurdan gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçi Tehranê ye.
Nêçîrvan Barzanî doh bi vexwendineke fermî gihîşt Tehrana paytexta Îranê û îro beşdarî Foruma Diyalogê ya Tehranê bû û di forumê de li ser rewşa herêmê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û Tehranê gotarek pêşkêş kir.
Dilşad Şehab di konferanseke rojnamegeriyê de got, “Civînên Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê berdewam dikin. Di hevdîtinan de gotûbêj li ser pêşvebirina têkiliyên dualî hat kirin.”
Dilşad Şehab derbarê naveroka civînên Nêçîrvan Barzanî li Tehranê got: “Di hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê de bi gel berpirsên payebilind ên Îranê, gotûbêj li ser pêşvebirina têkiliyên dualî hat kirin.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtin û civîna Nêçîrvan Barzanî ya bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ya li Antalyayê got,”Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên payebilind ên Sûriyeyê re tekezî li ser parastina mafên pêkhateyên wî welatî kiriye bi taybetî yên Kurdan.”
Dilşad Şehab amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û got, “Aliyê dewleta Tirkiyeyê û aliyê Kurdî jî çavdêriyên xwe ji rola Herêma Kurdistanê di wê pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye hene.”
Di heman demê de, wî behsa wê yekê kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgiriya wan gavan dike ku li Tirkiyeyê tên avêtin. Seqamgîrî ne bi şer û ne jî bi înkarkirina gelekî li vê herêmê pêk nayê.
Deqa axaftina Dilşad Şehab wisa ye:
Piştî ku Birêz (Nêçîrvan Barzanî) tevlî çalakiyên Komkara Erebî ya li Bexdayê bû duh Serokê Herêma Kurdistanê gihişt Tehranê û ji aliyê berpirsyarên Komara Îslamî ya Îranê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Beşdarbûn li ser vexwendina Birêz Wezîrê Derve yê Îranê (Ebas) Eraqçî bû, ji bo beşdarîkirina Foruma Diyalogê yaTehranê ku ev cara çarem e tê lidarxistin û Navenda Lêkolînan ya Wezareta Karên Derve ya Îranê bi rê ve dibe.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê paneleke taybet hebû ku ji aliyê Birêz Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê ve wekî paneleke dualî hat birêvebirin panel gelekî dostane û vekirî bû.
Hilbijartina ku Birêz Nêçîrvan Barzanî bi zimanê Farisî biaxive, zêdetir nîşana wê dostanî û nêzîkbûnê bû. Hilbijartina vê panelê li gel hev li ser wan mijarên ku di navbera Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê de hevbeş in û cihê girîngîdana her du aliyan in, ev armanca sereke ya serdanê bû, di serdanê de çend hevdîtin û civîn hebûn û berdewam in jî.
Rûdaw: Di roja duyem a ziyaretê de dê bernameya Serokê Herêma Kurdistanê çi be?
Dilşad Şehab: Civîn berdewam in û bernameya sibe em dê ji we re eşkere bikin.
Pirs: Dan û standinên li gel YNKyê yên ji bo pêkanîna hikûmetê gihîştine ku derê?
Dilşad Şehab: Hevdîtina me niha wekî Berdevktiya Serkatiya Herêma Kurdistanê ye, ji ber vê yekê ez dixwazim pirs jî di wê çarçoveyê de bin.
Pirs: Li Bakur Pervîn Buldan, li Rojava Mezlûm Ebdî, li Başûr Nêçîrvan Barzanî û li Îraqê jî Serokkomar Kurd e, tu wisa dibînî ku deriyekî dîplomatîk ê mezin li ber Kurdan hatiye vekirin?
Dilşad Şehab: Têbîniyeke ciwan e, bi rastî ew guherînên ku li herêmê çêbûne, eger bi hûrî nirxandin û berawirdî bi salekê berê re yan jî ew hevdîtinên ku berê dihatin lidarxistin û di nav wan de hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê, par ku em hatin vir (Tehran) Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtinek li gel Rêberê Îranê hebû, li gel serkomarê berê civiya û li gel aliyên berpirsyar jî.
Me behsa wê dikir ka çawa derbarê wan aloziyan ku di navbera me de hebûn, em bigihêjin têgihiştineke hevbeş ji bo ku em dilniyayiyê bidin Komara Îslamî ya Îranê da ku bibêjin Herêma Kurdistanê cihê gef û êrişê nîne ji bo we. Her wiha em bigihêjin têgihiştinek ku ew êriş û aloziyên ewlehiyê û carinan jî leşkerî yên ku çêdibin, çareseriyan ji bo wan bibînin. Îsal hevdîtin li ser wê ne ku çawa hevdîtinên dîplomatîk, siyasî, aborî, bazirganî û berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan bi rê ve bibin.
Ji salê borî heya niha, guherînên mezin li Sûriyeyê çêbûne, helwesta Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di yekemîn hevdîtina li gel Wezîrê Karên Derve yê îdareya niha ya Sûriyeyê her wiha li gel Serkomarê Sûriyeyê Birêz Ehmed Şer li Antalyayê, beşeke girîng a hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê her wiha li gel Birêz Macron û welatên Kendavê, ew e ku Sûriyeya nû (Li gorî ezmûna me li Îraqê), wê demê seqamgîr dibe ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê parastin, bi taybetî mafên gelê Kurd.
Ew guherîna ku li Tirkiyeyê hatiye holê – pêvajoya aştiyê, helwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê zelal e ku em bi hemû awayî piştgiriya van gavan dikin, ezmûna borî selimand ku ne bi şerê çekdarî û ne bi înkarkirina hebûna neteweyekî, seqamgîrî li vê herêmê pêk nayê. Ev mijar berpirsyariyeke dualî ye, ji bo Herêma Kurdistanê cihê serinc û girîngîdanê ye, dema ku her du alî li dewleta Tirkiyeyê û aliyê Kurdî çi ji Heyeta Îmraliyê û çi ji nûnerên Birêz Ocalan û DEM Partiyê, hemû razî ne yan jî çaverêyiya rola Herêma Kurdistanê dikin, ev bi xwe nîşaneyeke gelekî girîng e. Ev e ku em her dem dibêjin, ‘Herêma Kurdistanê faktoreke seqamgîriyê ye li herêmê ne ku pirsgirêk.’
Ew amadehiyên navneteweyî ku serok û hikûmet û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê hene, nîşanderê karîgerî û bibandoriya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê ne di havsengiyên herêmê de.
Pirs: Îran dê ti roleke wê hebe di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de? Îran çi dibêje derbarê wê havsengiya ku Herêma Kurdistanê li herêmê heye?
Dilşad Şehab: Îran dewleteke bi bandor a herêmê ye, bandora pêwendiyên wan li ser Bexdayê heye û li gel Herêma Kurdistanê jî di rewşeke erênî de ne, ji ber ku rola erênî jî lîstine, di van hevdîtinan de jî bawerî dan ku teşwîqa her du aliyan dikin û rol dilîzin ji bo ku ew mijarên ku hene. Bi taybetî ez dikarim bêjim îro qonaxeke nû di hevdîtina Birêz Serokê Herêmê li gel serokkomar, serokê parlamentoyê û Wezîrê Karên Derve û wan siyasetmedaran ku di hevdîtinê de beşdar bûn, hest tê kirin ku Herêma Kurdistanê qonaxa hevdufêmnekirinê ya li gel Îranê li paş xwe hiştiye û niha di qonaxa bipêşxistina pêwendiyan de ye.
Pirs: Herêma Kurdistanê çawa havsengiyê diparêze?
Dilşad Şehab: Parastina havsengiyê di destê me de ye, ne wiha ye ku kesek vê rêyê ji me re destnîşan bike, hemû ew aloziyên ku li herêmê çêdibin, ji aliyekî ve şer û alozî û êrişa terorê heye, ji aliyekî din ve hevdîtinên aştiyê li Tirkiyeyê hene, hevdîtinên îdareyeke nû li Sûriyeyê hene û hevdîtinên navbera Amerîka û Îranê hene, di hemû van mijaran de, Herêma Kurdistanê kariye gelekî bi serkeftî dan û standinê bike, ev jî ji bêalîbûnê wê bi xwe ye, ji serxwebûna biryarên xwe ye û hemû jî rêzê li vê digirin, hemû ew aliyên ne li hev ku di qada Rojhilata Navîn de dileyizin, rêzê li biryara Herêma Kurdistanê digirin, ji ber ku biryara me li cem me ye, berjewendiya Herêma Kurdistanê li pêş her tiştî bûye, aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê armanceke sereke bûye, vê kiriye ku qedir û qîmet û pêgeha Herêma Kurdistanê bê parastin.
Pirs: Di vê serdanê de ti peymanên nivîskî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin?
Dilşad Şehab: Têkiliyên me û Îranê bi sedema erdnigarî û dîrokê, bi girîngîdana Îranê di rojên dijwar de û di rojên awareyiyê de, di serxistina serhildanê de, di piştgiriya avakirina Kurdistanê û di rûbirûbûna terorê de.. di hemû wan qonaxan de, divê êdî di serdanan de çaverê nekin ku peymanên nû bên îmzekirin, em cîran in û komek berjewendiyên me yên hevbeş hene lê nirxandin ji bo qonaxekê hat kirin. Belê, behsa wê hat kirin ku ji par ve Serkomarê Îranê serdana Hewlêrê kir û heta niha, hemû ew gavên ku hatine avêtin, bi erênî hatine nirxandin ji her du aliyan ve.
Beşeke mezin a hevdîtinên par li ser wê bûn ku çawa aloziyan çareser bikin, îro behsa wê hat kirin ku hemû ew gav arasteyeke erênî wergirtine, îro behsa wê hat kirin ku di pêşerojeke nêzîk de her çar parêzgarên Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî dê herin Tehranê û hevdîtinan li ser bipêşxistina aborî û pêşdebirina têkiliyan bikin. Ez dikarim bibêjim niha têkilî ji her demê baştir in. (Rûdaw)