Rêveberên Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî DILKURD ku ji komeka zimanhezên berê di bin banê HEZKURDê de xebatên xwe dimeşandin pêk tê, li ser mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û mafê tayînkirina mamosteyên ku beşa Kurdî xwendine, daxuyaniyek da.
Rêveberên DILKURDê ku dê di rojên pêş de di bin banê Komeleya Tevgera Perwerdehiya Zimanê Kurdî de karê xwe bi fermî bimeşînin, di derheqa girîngiya xwedîderketina dersên bijarte û mafê perwerdehiyê ku di nav pergala Tirkiyeyê de were cîbicîkirin, raporteke dorfireh ragihand.
Di vê raportê de li ser pirsgirêkên li ser dersên bijarte yên zaravayên Kirmanckî û Kurmancî hat rawestandin û hat xwestin ku ev mijar ji bo rêveberên dibistanan neyê hiştin, divê ji aliyê gerînendehiyên ser bi Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve bên rêvebirin.
Di raportê de hat destnîşankirin ku herdu zaravayên Kurdî wekî ziman û zaravayên ku dijîn tên pênasekirin lê belê halê hazir ev zarava ji aliyê bi milyonan Kurdan ve tên axaftin; ji ber vê jî divê astengiyên li pêşiya vî zimanî bên rakirin.
Hat diyarkirin ku dayîna zimanê Kurdî ya di bin navê ‘Ziman û Zaravayên Ku dijîn’ ji bo vî zimanî û vê civaka Kurdan nabe sedema sûdê, berojavî kêmderfetiyan derdixe holê.
Her wiha bang li dayik û babên zarokên Kurd ên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hat kirin ku mafê wan heye di polên 5, 6,7 û 8an de dersên Kurdî hilbijêrin.
Ji bo vê jî divê ji dibistanê daxwaznameya dersên bijarte bigirin, beşên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin û wekî dayik û bab vê daxwaznameyê destnîşan bikin. Piştre vê daxwaznameyê bidin destê rêveberiya dibistanê.
Herî dawî hat ragihandin ku divê gelê Kurd ji bîr neke ku ev maf ji aliyê dewletê ve ji bo Kurdan hatiye dayîn û mamosteyên van dersan jî ji aliyê dewletê ve tên tayînkirin. Ji bo vê jî bang hat kirin ku her kes li mafê xwe û zarokên xwe xwedî derkeve.
K24