DILKURD bang li xwendekarên kurd dike ku Waneya Bijare ya Kurdî hilbijêrin

Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD) bang li xwendekarên kurd û malbatên wan dike ku Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî hilbijêrin. 

Pêvajoya Bijartina Waneya Bijare li Tirkiyeyê bo polên 5. 6. 7. 8.ê di 30ê Rêbendanê de dest pê dike û di 12ê Sibatê de bi dawî dibe.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî DILKURDê jî bang li xwendekarên kurd û malbatên wan dike ku Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî hilbijêrin.

Rêveberê DILKURDê Mehmet Salih Ozturk ji K24ê re got, ev derfet girîng e ku zarokên kurdan hem zimanê xwe fêr bibin û hem jî pêşî li bişaftinê bigirin.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê pêştir dabû zanîn, li gorî serdema 2023-2024an, di serdema 2024-2025ê ya perwerdehiyê de hejmara xwendekarên ku waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijartine zêde bûye. K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *