Di sîyaseta Kurd de Xetên SOR!

Xidir ÛSO

Em dinêrin li temamê dunyayê, hemî dewlet û rêxistinên netewî xwedîyên hin regez, prensîp û armancên asasî ne û parastina wan xetên sor in. Mîna serxwebûn, azadî, nasnameya netewî, ziman, sînorên welat, al û wekî din…

Îro em Kurd li welatê xwe û li dunyayê, li dor serjimarek 50 mîlyonî ne. Welatê me ji alî hêzên herêmî û navnetewî, bê daxwaz û îradeya me hatîye dagîrkirin û parvekirin. Dewletên serdestên kolonyal, her yek ji wan, welatê me kirine perçeyekî serwerîya xwe, mirovê Kurd jî wek ‘‘teba‘‘ xwe, ya nasnameya xwe li ser ferz kirine, yan jî pê re muameleya penahendeyan û hêsîra dikin.

Îro ji xeynî Başûrê Kurdistan, li hemî perçeyên Kurdistanê, ji navê welat û miletê Kurd bigire, ziman, çand, dîrok û hemî hebûn û rûmetên neteweya Kurd qedexe ye û bi plan û bernameyên taybet tên tunekirin. Navê gund û bajar, çîya û newal, gol û çemên Kurdistanê, yanî çi tiştê bi Kurdî hatibe bi navkirin, hatine înkar û qedexekirin û dewsa wan, navên bi tirkî, farisî yan erebî hatine lêkirin.

Dewleta tirk û dewletên din yê mêtinkar, navê Başûrê Kurdistan kirine ‘‘Bakurê Iraq‘‘, navê Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî kirine ‘‘Bakurê Sûrîye‘‘. Tevlî ku navê Herêma Federal ya Kurdistan, di qanûna esasî ya Iraqê de cîh distîne û hemû cîhan wê derê wek Herêma Kurdistan bi nav dike. Lê tu demê rêvebirekî tirk ‘‘bi şaşî be‘‘ jî navê Kurdîstanê nayne ser zimanê xwe û ji bo Kurdistan, herdem dibêje ‘‘Kuzey Iraq(!)‘‘

Îro li Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd yê xwe welatperwer û Kurd jî his dike û dema bi Kurdî jî dipeyive, ji sedî nod û neh (%99) ji bo Başûrê Kurdistana xwe, dibêjin: ‘‘Kuzey Iraq(!)‘‘

Dagîrker, welatê Kurd û Kurdî, bi zanîn tune dikin, êdî Kurdên Kurdistan jî wek xwe didin hizirandin û peyivandin! Ji bo wê ye ku ji alîkî mecbûr e bi Kurdên Başûr re pêwendîyên dîplomatîk bimeşînin, ji alî din jî ji bo statuya wan ji holê rakin, çi ji destê wan tê texsîr nakin.

Îro em Kurd tekoşîna hebûn û nebûnê didin. Ma pêwîst nake ku em jî bi prensîp û kesayetek Kurd tevbigerin!? Ma pêwîst nake ku xetên me jî yên SOR hebin!? Îro ji bo gelek kesên turkîyeperest, bêprensîpî û xwe înkarkirin bûye ‘‘sîyaseta realîst(!)‘‘

Em civatek, neteweyek Kurd, bi mîlyonan û ji hezar salan de, li ser erda welatê xwe Kurdistan dijîn. Çima serxwebûn, dewletbûn ne mafê me be!? Ev mafekî esasî ye! Dewlet yan neteweyek din, heta vî mafê me qebûl neke, emê çawa karibin bi îradeyek azad bi wan re bijîn!? Yên hebûna me înkar û qedexe bikin û mafê herî kêm jî layiqî me nebînin, emê çima dev ji mafê serxwebûnê berdin. Gelo dema em vî mafê xwe yê asasî piştguh bikin, wê dagîrkerên me, qey rewabûna vî mafê me ji bîr bikin!? Na birano; em ji bîr bikin jî ew ji bîr nakin!

Ji xwe serdestên me zanin û dibên: ‘‘em mafekî herî biçûk jî bidin wan ew dê yekî din bixwazin!‘‘ Lê heger ne çavsorî û zordarî be, çima em negihên hemû mafên xwe!?

Îro li Ewropa jî tirk, ereb û faris li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê xwe dipeyivin. Lê em Kurd ji ber zor, şîdet û sîyaseta asîmîlasyonê û sîyaseta şaş ku li ser navê Kurdan hatîye ajotin, êdî li welatê xwe jî em bi zarokên xwe re bi zimanê mêtinkaran dipeyivin!..

Heger em dixwazin li ser ruyê dunyayê bimînin û wek milet bigehên maf û azadîya xwe, divê em xwedî prensîp bin û xetên me jî yên SOR hebin. Em KURD in û navê welatê me KURDISTAN e. Zimanê me KURDÎ ye! Ala me, ALA RENGÎN e! Srûda me, EY REQÎP e! Mafê ma li ser çar perçê Kurdistanê SERXWEBÛN e û yekîtîya çar perçê Kurdistanê ye!

09.11.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *