Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de peymaneke hevfêmkirinê ji bo pevhevguhertina şarezahiyê di warê pêşxistin û nûkirina hikûmetdariyê de hate îmzekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê li Dubaîyê, bi Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmaratê Mihemed Qerqawî re civîya û belgeya hevfêmkirinê ji bo pevhevguhertina şarezahiyê di warên pêşxistin û nûkirina hikûmetdariyê de îmze kir.
Hate diyarkirin ku wê ew belge alîkariyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmaratê zêdetir bike. Wê Îmarat alîkariyan di pêşxistina karûbarên hikûmetê û çavkaniyên mirovî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike û ezmûna bernameya dîjîtalkirinê ya serkeftî ya Îmaratê wê bo Kurdistanê bê veguhestin.
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Kabîneya Îmaratê roja 29ê Adara 2022yan jî yadaşteke hevfêmkirinê li ser desthilatdarî û lihevguhertina zanyaran îmze kiribû.