Di nav kêfê de fêrî zimanê dayikê bûn

 Ji aliyê Şaredariya Êlihê ve çalakiya xebatgeha zarokan hat lidarxistin.

Di bernamê de zarok di nav kêf û lîstikan de bi zimanê dayikê fêrî lîstik û stranan bûn.

Çalakiya xebatgeha zarokan li Parka Şerzan Kurt ji aliyê Rêvebirê Karên Çand û Civakî ve pêk hat.

Zarokan bi boyaxkirin, muzîk û koroyê gelek kêliyên xweş derbas kirin.

Herwiha zarokan dewlemendiya zimanê Kurdî ji nêz ve dît û fêrî zimanê xwe bûn.

Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya xebatgeha zarokan a bi zimanê Kurdî da.

 

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *