Cano AMEDÎ
Dewleta Tirkîyeyê, naxwaze ji derveyî Ocalan, PKK û DEM Partîyê bi tu alîyên kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, di derbarê “pêvajoyê’’ de bi axifin an jî gengeşî bikin. Ocalan, PKK û DEM Partî jî heman tiştî dikin; naxwazin alîyên siyasî û sivîl ên Bakurê Kurdistanê deng û helwestên cuda îfade bikin. Her dû alî jî di derbarê paradigama û “pêvajoyê” de ji civatê bêdengîyek kûr, bîat û îttîatek bê îtîraz daxwaz dikin. Her dû alî jî di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdîstanê de naxwazin tu alîyekî kurdistanî bibe aktor û xwedî helwest. Ev helwesta Dewleta Tirkîyeyê û ya Ocalan, PKK û DEM Partîyê, ji nuha ve hinek şik û fikaran dixe ser vê “pêvajoya’’ pişt derîyan.
Lewra nûçe û daxuyanîyên bi rêya medyayê tên belavkirin; teknîkên hevdîtinê, tespît kirin û bi navkirina pirsgirekê, temsîla şand û qasidan, têkilî û naveroka hevdîtinan, bi şêweyeke eşkere emareyên pêvajoyeke manîpule ya Dewleta Tirkîyeyê radixe ber çavan. Di dîroka nêzîk de gelek mînak û tecrûbeyên hevdîtinên alîyên şer hene. Teknîk û metodên her pêvajoyekê cuda ye. Lê belê em dizanin li her welatî pirsgirêk û problemên civakî, siyasî û netewî, li ser bingeha daxwazên milî, daxwazên taybet ên vê civakê, bi rêya nûnerên azad têne gotûbej kirin. Em dibînin ku Dewleta Tirk vê pêvajoyê wek paradigmaya li dijî “terorê” binav dike û bi kiryar û hewldanên pratîkî, sîyaseta dagirkerîyê didomîne. Bapîrên me belasebeb negotine: “lîstikên Osmanîyan naqedin.”
Îro jî em dibînin ku refleks û hewldanên Dewleta Tirkîyeyê, bi plan û teknîkên kedîkirina civatê dimeşe. Ji xwe ji bo Bakurê Kurdistanê behsa tu mafên kurdan nayê kirin; bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê jî Dewleta Tirkîyeyê “bila milletê kurd tiştekî bi dest nexe’’ ji xwe re kirîye armanc. Dewleta Tirkîyeyê û piştgirên wê, dixwazin alîyên dijber û hemû beşên civatê bikin şirîkê vê paradîgmaya xwe. Ji bo herkesî bikin şirîkên webalên xwe, bi metodên endezyarî yên civatî tevdigerin. Em cardin dubare dibêjin, her hewldanên vî şerê ku zerarê dide gelê me rawestîne û gaveke ku di xîzmeta berjewendîyên milletê kurd de be, bidestxistina destkeftîyên nû bike armanc û di rêya çareserîyê de gavên ji bo mafên kollektîf in bavêjin, emê piştgir bin.
Çerçewaya ku rayedarên Hikumeta Kurdistanê û Rêzdar Serok Mesûd Barzanî beyan kirîne, daxwaz û hêvîyên milletê Kurd in. Em hêvî dikin alîyên şer bi berpirsîyarî tevbigerin û rê li ber xebat û amûrên sîyasî, demokratîk, sivîl vekin.
Gava em li profîla şandeya ku çûye Başûrê Kurdistanê dinihêrin, di warê bîr û bawerîyê de pirseke xwezayî derdikeve holê. Lewra ew kesên di şandê de cîh girtine doh neyartî û heqaretên giran li PDK û Barzanîyan kirine. Keskin Bayındır, Bedran Oztürk û Sırrı Süreya Önder heta doh bi heqaret û bertekên nedicîh de, li dijî PDK û Barzanîyan xwedî rawestineke cuda bûn! Cîhê balê ye ku îro jî bûne qasidên “aştî û çareserîyê’’; ev jî terciheke cuda ye. Ev paradoksa hanê, bi serê xwe problemek esasî û bingehîn e! Di çand û dîroka milletê Kurd de prensîbên lihevhatinê, diyalog û çareserîyê dîyar in. Di wan pêvajoyan de, li gorî nîyeta çêkirinê an xirabkirinê mirov tên tayînkirine.
Ferqa şêweya li bajarê Amedê, pêşwazîya ku rêvebirên DBP, DEM Partî û DTKyê li Walîyê Hewlerê kiribûn û şêweya pêşwazîya ku Walîyê Hewlerê li Hewlêrê, li şandeya Îmralîyê, DBP, DEM Partîyê kir jî gelek balkêş e!