Min daxwanê û got, “ji ber ku di Êzdiyatiyê de ax, ziman, çande , dîrok, xîret û hişmendiya netewe ya Kurdî hatiye û têye parastin, dijminê Kurdistanê her gavê Êzdî qirkirine “*
Niha jî nivîskarê rêzdar kekê Wasfî Xana Êzdî Hekarî di pirtûka xwe, “ JI SERDEMA DÎROKÊ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER BAWERIYA EZDAYΓ, ya ku di rojên pêşm me de derkeve pêşberî we hêjayan dibêje:
“Di Dînê Ezdatiyê de Ziman, Çand û Reseniya Kurdî
Dema ku mirov li dîroka dinyayê dinêre dîn û huner bi hev re ne û her tim bi hev re girêdayî bûne û bi hevre derbaz bûne. Di ser demê şaristaniya Xaltî-Xatî (Hîtî) yan ku pêşiyên kurdan bûn, niha jî hoz û êlatên Xaltan paşmayiyên wan in, dînê wan û hunera wan yek bû.
Di roja me de jî yên ku zimanê Kurdî di parêzin û Kurdiyeke xas diaxivin Êzdîne. Zimanê wan jî, dînê wan jî Kurdî ye. Ew di her mercên jiyana xwe de bi zimanê xwe yê Kurdî diaxivin û destûrê nadin ku çu peyvên zimanê biyanî tevlî zimanê wan bibe. Êzdiyên ku bi sedan salane li welatê xwe Kurdistanê di nava desthilatdariya Iraqê û Sûriyeyê de û her weha di nava pergalên Ereban de di jiyan, zimanê Kurdî parastine û destûr nedane ku yek peyv jî ji zimanê Ereban tevlî zimanê wan ê Kurdî bibe. Lê Kurdên misilman yên di nava pergala heman welatan de dijîn, dema ku zimanê dayika xwe Kurdî diaxivin mirov dibîne ku nîve nîv jî zimanê Erebî tevlî axaftina wan bûye. Heman bûyerê mirov li Bakûrê Kurdistanê jî dibîne.
Kurdên Êzdî yên ku bi salane di nava pergala Tirkiyeyê de di jiyan, ji aliyê dagirkeran ve hatine derbeder kirin û welatê xwe terk kirine û çûne Avrûpê! Dema ku kurdî diaxivin mirov dibîne ku yek peyv jî ji zimanê tirkî tevlî zimanê wan nebûye. Dema ku mirov li Kurdên Bakûr yên misilman dinihêre, mirov naxwaze ku guhdariya axavtina wan jî bike. Ji ber ku ewqas tirkî tevlî axavtina wan bûye, bêhed û bêhesab. Jixwe armanca ewqas ferman û êrîşan jî ew bû. Kengî Kurdên misilman yên ku zimanê erebî û tirkî di malên xwe de kirine zimanê xwe yê yekemîn û her weha kirine parçeyekî jiyana xwe ya rojane, pergala xwebişavtinê jî li ser zarokan bandorek neyînî ava kiriye. Kurdê me kengî fêmkirin ku zimanê dayikê nirxekî herî pîroze û parastina wê jî pîroztirîne, wê demê wê fêmbikin ku Êzdî jî di dinyayê de civakekî herî pîrozin û pêşengiya reseniya Kurdî kirine. Û Êzdî niha jî li welatên biyaniyan bi çand û zimanê xwe dijîn.
Helbet Kurdên misilman dibin nîrê dagirkeriyê de tevî ewqas zext, zor û bişaftinan, çanda xwe, urf û edetên xwe û kevneşopiyên xwe yên bi hezaran salan parastin. Hin kevneşopiyên baweriya pêşiyên xwe Êzdîtiyê jî parastine û niha jî di nava çanda xwe de diparêzin. Wekî Cejna Xidir Nebî û Xidir Lyas, Bêxûna heft taman û nirxdariya Çarşema (Sor) Serê Nîsanê û di wê mehê de betalkirina şahî dîlanan û roja Çarşemê serê zarokan naşon. Pora wana nabirin. Êvarên çarşemê û eyînê çira vêxistina ziyaretgehên xas û çakan, hwd. Lê piştî salên 1995’an de gund û warên Kurdan vala kirin, êdî çanda bajêrvaniyê bandoreke pir neyînî li ser çand û zimanê Kurdî kiriye û xwebişaftin kete di jiyana Kurdan de û her ku diçe zêde dibe. Jixwe sedemê koçberkirina Kurdan jî ew bû. Faîk Bulut di vê derbarê de weha dibêje. Êzdiyên ku bi tenê ji Tirkiye yê koçberbûne û li welatên Ewropî dimînin, piraniya wan li welatên Elmanya û Îsveçê dimînin. Serjimara Kurdên ku ji Tirkiye yê koçberbûne û li welatên Ewropa dimînin digihîje 80 hezarî. Sedemê Êzdiyên ku ji Tirkiyê hatine terikandin bawerî, bîrdozî û aborî bû. Serdemê dewleta Osmanî de bi tenê di navbera sedsala 14’emîn a zayînî û sedsala 19’emîn de 26 ferman li ser Êzdiyan rakirine.18 Gelê ku bi fermanan re rûbirû maye bi rastî jî diviya mirov êş û azara wan fêm bikin. Mixabin serdestan nehiştine ku dinya jî qêrîna wan bibihîze, gerok û rojhilatnasên biyanî jî dibin bandora Osmaniyan û Farisan de mane. Rayedarên Osmanî û Farisan her tim rastiya Êzdiyan berevajî kirine. Ji xeynî J. Guest, çi biyaniyan qêrîna Êzdiyan ne bihîstine. Gundê herî navdar ê girêdayî Bişêrê Hemdûnan bû. Ew gund bi saya kesekî Îngîlîz ku hemwelatiyê Emrîkî bû, bi navê J.S.Guest kesekî pir pêşketî bû. Babê J. Guest demek pêş de diçe Gundê Hemdûnan li Êzdiyan dibe mêvan. Êzdiyan ew bi qedirnasî û pir bi hurmetkarî pêşwazî kirine. Piştî ku John Guest vegeriye welatê xwe pênûsê xwe hildaye û dîroka 900 salan ya kurdên Êzdî nivîsiye û ew pirtûka wî ya dîrokî di sala 1987’ê hatiye çapkirin. Babê John Guest qenciya Êzdiyan bi kurê xwe re parve kiriye û jê re wesyet kir ku qenciya Êzdiyan li erdê nehêle û çakiya wan bike. Piştî demekê kurê John Guest wesyeta babê xwe bi cî tîne û ava kaniyekê ji dora gundî tîne gundê Hemdûnan û kaniyekê çêdike. Mexseda wan fermanêrîşên ku li serê Kurdên Êzdî hatine rakirin jî tinekirina ziman, çand û wêjeya resen a bi baweriya wan a resen ve girêdayî bû. Peymana Qesra Şirîn ya 17’ê Gulana sala 1639’an de di navbera Osmanî û Sefewiyan de hatiye çêkirin û armanca wê peymanê bi serê xwe ji Kurdan re qiyameteke reş bû. Ku roja wan tarî bikin, welatê wan parî bikin û hebûna Kurd ji holê rakin. Rastiya şaristaniyên kevnar yên Mezrabotan yên ku xîmê wê ji aliyê gelê Çiyayî yê Zagrosan, Torosan û Pontosan ve hatiye avêtin ku gelê Kurd paşmayiyên wan bûn, û tev gelê dinyayê ji ronahiya wan şaristaniyan sûdewar bûne.
Her weha bi wê peymana qirêj bextê Kurdan reşbikin, ziman, çand û wêjeya wan a kevnar û baweriya wan ji holê rakin û roja wan tarîbikin bû. Mehrdet R. Îzady di derbarê vê peymana bêbext de weha dibêje: Piştî Peymana Qesra Şirîn ya 17’ ê Gulana sala 1639’an de li Kurdistanê û mîrekiyên wê yên otonûm serdemeke bêdengiyê destpêkir. Lê belê ew dewra aştiyane dîsa di demeke kin de, di navbera salên 1722 û 1750’an de, dema ku serhildana Zendiyan Sefewî têkbiribûn, Kurdên Zendî li Îranê biserketin. Valahiya hêzê ya ku ji ber têkçûyîna Sefewiyan çêbûyî, bû sedema ku Osmanî parêzgehên mayî yên Sefewiyan li Rojava bixin nav xwe û çend salan tevahiya Kurdistanê bixin bin desthilatdariya Osmaniyan. Nadir Şah (Hikumeta 1736-1747) Damezirînerê bi hêz ê Xanedaniya Afşarî li Îranê, di demeke kin de li Kurdistanê û Iraqê dest bi dijberiya Osmaniyan kir. Wêraniya piştî Şerê Çardêranê dîsa vegeriya Kurdistanê, vê carê Başûrê Rojhilat û navenda Kurdistanê hilweşand. Bajar û gund wêran bûn û hemû eşîrên Kurdan hatin koçber kirin. Bi wî awayî çend bermahiyên dawî yên çand û jiyana sivîl ya Kurdî, ku bi awayekî mûcîzeyî ji wêrankirina sedsalên 16 û 17’ emîn li derveyî qada şer mabûn. Êdî bi temamî tarîtî ketibû ser Kurdistanê û ev tarîtî wê heta sedsala 20’ê jî bidomiya. Di wê serdemê de, ewqas mîrateyên neteweyî hatin ji bîrkirin û tiştê ku mabû jî ewqas perçe bû ku tenê di tomarên serdema navîn de hin jî têgînên Kurdî yên resen û zimanê wan ê kevnar ê Pehlewî hene. Piştî serdema Navîn çi peyvên yekgirtinê nehatine bikaranîn û peyvên kevin jî hevwateyên nûjen nîn in. Îro ji bo dînê xwecihî yê Kurdan Êzdatiyê û zimanê wan ê kevnar yê Pehlewî tenê navên mezhebên dînî yên wekî Yarsanî, Elewîtî û zaravayên zimanê wan ê berê yên wekî Dumilî, Goranî û Laçî (Lakî) (Laçî zaravayê Kurdên Feylî ye û baweriya wan jî yarsanî ye) hene. Bi awayekî neçaverêkirî yek ji eşîrên ku ji aliyê Sefewiyan ve ji bo Xoresanê ve hatine derbeder kirin, ango Zendiyên herêma Deh Parî li başûrê Rojhilatê Kurdistanê, Xanedana dawî ya Kurdan derketiye holê, ku bi mezinahî û avahiya xwe bi Xanedanên Eyûbî û Biweyhî yên serdema Navîn re ye. 19”
Tamamî û gelek beşên dinê, dê bixêr di demeke nêzîk de bigihîjine ber destên we hêjayan !