Di derbarê hevdîtinên li gel HDPyê yên ji bo tifaqa hilbijartinan de ji raya giştî re agahdarî..HDP İle Yapılan Seçim İttifakı Görüşmeleri Hakkında Kamuoyunu Bilgilendirme.

Di derbarê hevdîtinên li gel HDPyê yên ji bo tifaqa hilbijartinan de ji raya giştî re agahdarî

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan(Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK) ji bo di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de , li gel prensîbên xwe yên sîyasî bikaribe tifaqeke berfireh pêk bîne, di 2 ye Gulana 2018an de  ji raya giştî re hatibû ragehandin .

Pişti îlan kirina vê tifaqê, me li gel HUDAPAR û HDPyê ji bo tifaqa hilbijartinan dest bi hevdîtinan kir.

Me di roja 2 yê Gulana 2018an  de li gel Serokê Giştî yê HUDAPARê rêzdar Zekerîya Yapicioglu û heyeta HUDAPARê re hevdîtina yekemîn pek anî.Di vê hevdîtinê de HUDAPARê got ‘’Ji bo hevdîtinê me ji HDPyê qewl xwestîye, lê heta nuha tu bersîv nedane me. Em amade ne li gel we û HDPyê hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinan pêk bînin’’.

Di roja 4ê Gulana 2018an de me li Amedê li gel Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan û heyeta HDPyê hevdîtina xwe ya yekemîn pek anî. Di vê hevdîtinê de, me nameyeke ku prensîbên me yên sîyasî  yên ji bo tifaqa hilbijartinan destnîşan dikir, çawa ku me radestî HUDAPARê kiribû, herweha me radestî heyeta HDPye kir.

Piştî vê hevdîtina me ya yekemîn ya li gel HDPyê, Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan, li cîhê hevdîtinê, di daxuyanîya xwe ya çapemenîyê de got  ‘’Ev prensîbên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan pêşkêşî me kirine, ji xwe di bernameya me de jî hene û herweha prensîbên me ne jî’’.

HDPyê di van hevdîtinên me de got ‘’Di vê merhaleyê de em ne amade ne ku bi HUDPARê re tifaqeke hilbijartinê pêk bînin’’. Me jî ev bayana HDPyê di roja 7ê Gulanê de gîhand HUDAPARê. HUDAPARê, ji ber van  xebat û hewlên me  spasîya xwe pêşkêşî  me kir, herweha girîngîya van hewlan anî ziman.

HDPyê di roja 6ê Gulanê de bi nameyekê bersîva nameya me da. Di vê nameya HDPyê de, her weke ku rêzdar Pervîn Buldan berê jî ragehandibû, digot  ‘’Ev prensîbên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan pêşkêşî me kirine, ji xwe di bernameya me de jî hene û herweha prensîbên me ne jî’’. Ev nameya HDPyê bû destpêka hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinan ya di navbera herdu alîyan de.

Piştî nameya HDPyê gihîşt destê me,  me prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinan de weke nameyekê pêşkêşî HDPyê kir.Di vê nameyê de me weha gotibû:

‘’Tifaqa hilbijartinê divê di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de bê îmze kirin.

Ew prensîbên yasî  yên ku   me di roja 4ê Gulanê de bi nameyekê radestî  HDPyê kiribûn, divê di deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û di ya HDPyê de cîh bigire.

Piştî ku di derbarê prensîbên sîyasî , prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinê de û cîhê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya di lîsteya parlamenterîyê ya  HDPyê de mitabaqat pêk were, ev tifaqa dê ji raya giştî re bê ragehandin’’.

HDPyê di hevdîtina me ya di roja 8ê Gulanê de got ‘’Em prensîbên we yên sîyasî qebûl dikin’’ û bi navê ‘’Deklerasyona Tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk ya ji bo Hilbijartinan’’ nameyek radestî me kir.

Me jî weke  Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bîr û ray û pêşniyarîyên xwe yên di derbarê taslaxa Deklerasyona ku HDPyê pêşkêşî me kiribû zelal kir û di roja 9ê Gulanê de me radestî HDPyê kir.

Piştî du civînên hevbeş,  me bi HDPyê  re li ser Deklerasyona Tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk ya ji bo Hilbijartinan li hev kir.

HDPyê paşê, pêşniyarîyên xwe yên di derbarê prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinê de pêşkêşî me kir. Û di vê babetê de hevdîtanên me dest pê kirin.Hîna ku em ji bo prensîbên bi hev re xebatê yên di organîzasyona hilbijartinê de negihîştibûn encamekê, HDPyê di roja 13yê Gulanê de em agahdar kirin ku di roja 14yê Gulanê de dê deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê ji raya giştî re bê ragehandin. Ev helwesta HDPyê tune hesibandina van hemû hevdîtinên di derbarê tifaqa hilbijartinan bû û ne li gorî ruhê pêk anîna tifaqekê bû.

Me weke Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan dîsa jî ji bo rêya tifaqa me û HDPyê têk neçe, me hewleke xurt û pir alî  da ku, ew prensîbên ku me û HDPyê  li ser wan li hev kiribû di Deklerasyona Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê de cîh bigire.

mixabin HDPyê di roja 14 yê Gulanê de hemû xebat û  hevdîtinên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê û wê deklerasyona ku me li ser wê li hev kiribû tune hesiband û di Deklerasyona Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê de cîh nedan wan prensîban.  

Ji bo rewşa ku îro em gihîştinê baştir bê fahm kirin, em dixwazin xalên wê Deklerasyona ku me û HDPyê li ser li hev kiribû pêşkêşî we bikin:

Armanceke esasî ya  vê tifaqê ew e ku em sîyaset û helwesteke ji bo bidestxistina maf û azadîyên netewî yên miletê Kurd pêk bînin. Bi vê hişmendîyê, daxwazên bingehîn yên tifaqa me yên ku emê ji bo pêk anîna wan bixebitin ev in: Mafê statuyeke sîyasî  ji bo Kurdistanê,perwerdeya bi zimanê zikmakî, zimanê Kurdî divê weke zimanekî resmî bê qebûl kirin, qebûl kirina nasnameya Kurdan û di Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê de bicîh anîna van daxwazan.

–Miletê Kurd û gelên weke Ermenî, Asurî-Suryanî, Ereb, Mihelmî, Azerî û Tirkmenan; dîn  û bawerîyên weke Elewî, Sûnnî, Êzidî, Xiristiyan, Mûsewî bi salan e tûşî neheqî û zextên mezin yên dewletê bûne.Tifaqa me, ji bo li Kurdistanê pêk anîna jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ya ji bo van hemû gel û olan, dê têbikoşe.

–Di pêvajoya dîrokî de hemû êş û mexdûrîyetên ku li Kurdistanê rûdane qedera me ya hevbeş e; hemû destkeftinên hatine bidestxistin jî şanazîyên me yên hevbeş in.

–Divê bi taybetî girtîyên nexweş û hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin. Divê dewlet ji bo ji holê rakirina mexdûrîyetên civakî gavên pêwîst bavêje.

Sonda Parlamenterîyê li ser bingehê ku hebûna kêmnetewan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gel û alîyan bê sererastkirin.

–Tifaqa me li destkeftinên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikeve û li dijî  şerê heyî, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û li dijî şîdetê derdikeve.Tifaqa me dibêje ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alî  bibin mixatabê dîyalogê.

Belê heger em berê xwe bidin deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê, emê bibînin ku piranîya van xalên esasî yên ku me û HDPyê li ser wê li hevdu kiribû, di herdu deklersyonên HDPyê de jî bicîh nebûne.

Di vê merheleya ku em gihîştinê de, Rêveberîya HDPyê, hem ev hevdîtinên me yen ji bo tifaqa hilbijartinê, hem gotinên Rêzdar Pervîn Buldan  û hem jî Deklerasyona ku me û HDPyê li ser li hevdu kiribû, tune hesibandiye û di deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê, cîh nedayê. Ji ber van sedeman, mixabin, ev xebat û hewlên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê negihiştîye wê armanca ku me dabû ber xwe. Em dixwazin gelê xwe di derbarê vê rastîyê de agahdar bikin.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan(Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK), ji bo pêkanîna tifaqeke berfireh ya li ser qebûl kirina prensîbên sîyasî yên netewî û demokratîk, hewl û xebateke bêwestan meşand. Gelê me bi sempatîyeke germ piştgirîyeke mezin da û dide van xebat û hewlên me. Ev xebata me herweha daxwaz û pêwîstîya gelê me ye jî. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, dê vê pêwîstî , daxwaz, piştgirî û refleksa netewî ya gelê me jî bide ber çavan û li gorî prensîbên xwe yên sîyasî  yên netewî û demokratîk, di rojên pêş de careke din rewşa heyî  dê binirxîne û helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji raya giştî re di rojên pêş de beyan bike.

Li gel rêzên xwe me xwest ku em gelê xwe di derbarê hevdîtinên tifaqa hilbijartinan de agahdar bikin.

17.05.2018

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADΠ

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Partîya Demokrat a Kurdistanê -Tirkîye (PDK-T)

Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

HDP İle Yapılan Seçim İttifakı Görüşmeleri Hakkında Kamuoyunu Bilgilendirme

Kürdistani Seçim İttifakı(Azadi Hareketi, PAK, PDK, PDK-T, PSK), 24 Haziran’da yapılacak olan Cumhurbaşkanlığı ve Parlamento Seçimleri için daha geniş kesimlerin ittifakını hedefleyen  Siyasal Prensiplerini 2 Mayıs 2018 günü kamuoyuna açıklamıştı.

Bu açıklamadan sonra, HÜDAPAR ve HDP ile kamuoyuna açıklanan bu prensipler ışığında seçim ittifakını görüşmek üzere diyaloga geçtik.

İlk görüşme 2 Mayıs 2018 günü HÜDAPAR Genel Başkanı sayın Zekeriya Yapıcıoğlubaşkanlığındaki heyetle  Diyarbakır’da gerçekleştirildi. DAPAR ilk görüşmede, ‘’HDP’den randevu talebinde bulunduk, ama henüz bir yanıt alamadık . Seçim ittifakı için HDP ve sizlerle görüşme yapabiliriz’’ dedi.

4 Mayıs 2018 tarihinde Diyarbakır’da HDP Eş Genel Başkanı Sayın Pervin Buldan Başkanlığındaki HDP heyeti ile görüştük. Onlara da HÜDAPAR’a olduğu gibi, siyasi prensiplerimizi içeren bir mektubu illettik.

HDP ile yaptığımız bu ilk görüşmenin hemen ardından Sayın Pervin Buldan basına yaptığı açıklamada, ‘’Kürdistani Seçim İttifakı’nın dile getirmiş olduğu talepler, zaten programımızda olan, bizim de taleplerimizdir’’ dedi.

HDP , bu aşamada HÜDAPAR ile bir seçim ittifakına hazır olmadığını bize beyan etti. Biz de bu beyanı 7 Mayıs günü HÜDAPAR ile paylaştık. HÜDAPAR, Kürdistani Seçim İttifakı’nın bu girişimlerine büyük değer verdiğini dile getirdi.

HDP, 6 Mayıs 2018 günü Kürdistani Seçim İttifakı’nın mektubuna yazılı bir cevap gönderdi.Bu yazılı cevapta,‘’Kürdistani Seçim İttifakı’nın açıkladığı siyasi prensiplerin HDP’nin de programında olan prensipler olduğu’’ bir kez daha dile getirildi. Kürdistani Seçim İttifakıtoplanarak hem HDP’nin cevabi mektubunu değerlendirdi , hem de Seçim OrganizasyonundaBirlikte Çalışma Prensiplerini belirleyen  bir mektubu kendilerine iletti. Bu mektupta, şu temel prensipler HDP’ye iletildi:

Seçim İttifakı HDP ve Kürdistani Seçim İttifakı arasında imzalanmalı.

04.05.2018 Günü HDP Eş Genel Başkanlığı’na sunmuş olduğumuz Siyasi Prensipler hemHDP’nin seçim bildirgesine hem de sayın Selahattin Demirtaş’ın deklarasyonuna uygun bir biçimde yerleştirilmelidir.

Siyasi Prensipler ve Seçim Organizasyonunda Birlikte Çalışma Prensipleri ile KürdistaniSeçim İttifakı’nın Seçim Listelerindeki Temsil Durumu’nda bir bütün olarak mutabakat sağlanırsa eğer, kamuoyuna bu konuda bir açıklanma yapılabilir’’.

HDP ile 8 Mayıs 2018 günü yapılan toplantıda, HDP heyeti Sunmuş olduğunuz Siyasi Prensipler konusunda mutabıkız’’ dedi.

HDP Heyeti, “KÜRDİSTAN DEMOKRATİK SEÇİM İTTİFAKI DEKLERASYONU” adı altında kendi görüşlerini içeren bir metni bize iletti .

9 Mayıs 2018 günü Diyarbakır’da toplanan Kürdistani Seçim İttifakı, HDP’nin deklarasyontaslağı ile kendi Siyasi Prensiplerini birlikte düzenleyen bir öneri metnini HDP’ye ulaştırdı.

Yapılan görüşmeler sonucunda, “KÜRDİSTAN DEMOKRATİK SEÇİM İTTİFAKI DEKLERASYONU” konusunda mutabakat sağlandı.

HDP ile Seçim Organizasyonunda Birlikte Çalışma Prensipleri konusunda daha görüşmeler devam ederken, 13 Mayıs günü HDP’nin ertesi gün  Seçim Bildirgesi’ni kamuoyuna açıklayacağı bilgisi bize ulaştırıldı. Bu tutum süre gelen İttifak görüşmelerimizin ruhuna aykırı ve onu yok sayan bir girişimdi.

Biz , yine de ittifakın oluşma zeminlerinin korunabilmesi  için KÜRDİSTANİ SEÇİM İTTİFAKI  olarak, açıklanacak HDP Seçim Bildirgesi’ne, KÜRDİSTAN DEMOKRATİK SEÇİM İTTİFAKI DEKLERASYONU’nda HDP ile mutabakata varılan prensiplerin eklenmesi için ciddi girişimlerde bulunduk.

HDP, ittifak görüşmelerimizi ve mutabakata vardığımız prensiplerin en yaşamsal olan kısımlarını yok sayarak, 14 Mayıs 2018 günü Seçim Bildirgesini  ilan etti.

HDP ve Cumhurbaşkanlığı Seçim Bildirgeleri,  HDP heyeti ile mutabakata vardığımız KÜRDİSTAN DEMOKRATİK SEÇİM İTTİFAKI DEKLERASYONU’nu yok sayarak hazırlanmıştır.

KÜRDİSTANİ SEÇİM İTTİFAKI’nın(Azadi Hareketi, PAK, PDK, PDK-T, PSK) , HDP ile mutabakata varılan prensipler temelinde seçim ittifakını sağlamak için yürüttüğü çalışmalarne yazık ki HDP Yönetimi’nin tutumlarında ve Seçim Bildirgesi’nde  karşılığını bulamamıştır.

4 Mayıs 2018 tarihinden sonra yapılan toplantı ve görüşmeler  sonucunda HDP ile mutabık kaldığımız prensipler şunlardır:

* Kürtlerin bir  millet olmaktan kaynaklanan temel hak ve özgürlüklerinin temini ve tesis edilmesi konusunda öncelikli politika ve söylem üretmekte kararlıdır. Bu amaçla, Kürdistan’a siyasi statü, anadilde eğitim, Kürtçenin resmi dil olması ve Kürt kimliğinin anayasal güvence altına alınmasını en temel talepleri olarak gerçekleştirmeyi hedefler. Milli sembol ve değerlere saygıyı esas alır.

*  Kürdistan’da yaşayan Kürt, Ermeni, Asuri-Süryani, Arap, Mıhelmi, Azeri ve Türkmen gibi birçok halk ile Alevi-Sunni, Hıristiyan, Musevi, Ezidi gibi din ve inanç grupları devletin baskıcı politikaları nedeniyle geçmişte büyük zorluklar yaşadılar. Geçmişte yaşanılan tüm bu zorluklarla yüzleşilerek,  eşit ,özgür ve demokratik bir yaşam kurmak gerektiğine inanır, bunun için mücadele eder.

* Tarihsel süreç içerisinde Kürdistan’da yaşanılan tüm mağduriyetleri ortak kader ve elde edilen tüm kazanımları Kürdistan halkının ortak sevinci olarak kabul eder.

* Hasta tutsaklar başta olmak üzere tüm siyasi tutsakların koşulsuz serbest bırakılması  vetoplumsal tüm mağduriyetlerin giderilmesine dönük devleti sorumluluklarını yerine getirmeye çağırıyoruz.

*Başta Kürtler olmak üzere ,  tüm halkların etnik, milli şahsiyetlerini yok sayan, rencide eden ‘Milletvekilliği Yemini’nin  tüm halkların ve kesimlerin varlığını ve iradelerini yansıtacak bir şekilde yeniden düzenlenmesini savunur, bu uğurda mücadele eder.

*Kürdistan’ın dört parçasında Kürtlerin kazanımlarına sahip çıkar ve bu kazanımlara karşıyürütülen savaşa, askeri operasyonlara, OHAL’e ve şiddete karşı çıkarak, Kürt ve Kürdistan sorununun barışçıl çözümü için tüm tarafların  muhatap olarak alındığı bir diyalog sürecinden yana olduğunu beyan eder.

HDP ve Sayın Selahattin Demirtaş’ın Seçim Bildirgeleri  incelendiğinde yukarıda sıraladığımız siyasi prensiplerin  yok sayıldığı kolayca görülebilecektir.

Geldiğimiz aşamada, hem sayın Buldan’ın  söylemlerinin , hem KÜRDİSTANİ SEÇİM İTTİFAKI ile HDP Heyetinin mutabakata vardığı  KÜRDİSTAN DEMOKRATİK  SEÇİM İTTİFAKI DEKLERASYONU’nun içeriğinin HDP ve sayın Selahattin Demirtaş’ın Seçim Bildirgeleri’ne yansıtılmadığı ve ittifak anlayışına uygun davranılmadığı görülmektedir. Bu nedenle de , HDP ile seçim ittifakı görüşmelerinin ne yazık ki hedeflenen  sonuca bütün çabalarımıza rağmen ulaşamadığını, halkımızın bilgisine sunmak istiyoruz.

KÜRDİSTANİ SEÇİM İTTİFAKI’nın ulusal demokratik prensipleri içeren seçim ittifakı çalışmaları halkımız nezdinde büyük bir sempati ve destek bulmuştur. KÜRDİSTANİ SEÇİM İTTİFAKI halkımızda oluşan bu ulusal refleks ve desteği de dikkate alarak, ortaya çıkan son duruma göre yeni bir değerlendirme yapıp, önümüzdeki süreçte, yine halkımızın ulusaldemokratik talep ve çıkarlarını esas alan bir  anlayışla, belirlediğimiz siyasi prensiplere göreseçimlerle ilgili tutumunu kamuoyuna açıklayacaktır.

Halkımızın bilgisine,

Saygılarımızla

17.05.2018

Kürdistan  Demokratlar Platformu(KDP)

Kürdistan İslami Hareketi(Azadi Hareketi)  

Kürdistan Özgürlük Partisi(PAK)

Kürdistan Sosyalist Partisi(PSK)

Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi (T-KDP

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *