Dewleta Eyyubî, ne ya Kurdî bûye!

Siddik BOZARSLAN

Li vir divê bi kurtî be jî em piçek behsa Dewleta Eyyubî bikin. Dewleta Eyyubî di 1177an da ava bû û jîyana xwe heta 1482yan domand. Dewleta Eyyubî, li MIsrê giha serxwebûna xwe û sînorê xwe fireh kir heta Kurdistanê, Ermenîstanê, Surîye û Yemenê. Dema herî baş û xurt jibo dewleta Eyyubî, dema ku Selahattin-î Eyyubî li ser hukum bûye. Wek tê zanîn di dîrokê da dema hukmê S. Eyyubî, bi Seferên Xaçê tê naskirin. Gelek Eşîrên Kurdî wek Hamîdîye, Hakarî, Şehranîye û Mîhranîye di nav vê dewletê da cî sitandine. Lê wek tê zanîn di rêvebirî û qedemeyên dewletê da ji civatên cîyê jî gelek kes cî girtine. Lê hin Kurdên me wê dewletê wek dewleteka Kurdî qebûl dikin û wê fikrê diparêzin; pêwist e em bi kurtî be jî vê rewşê zelal bikin. ,

Li ser navê dîrokzanîyê û sîyasetmedarîyê hin Kurdên me dewleta Eyyubî, wek dewleteka Kurdî bi nav dikin ku bi ya min ev ne tişteke îlmî ye û ji hîssîyatê zêdetir xususîyetek îfade nake. Selahattin-î Eyyubî Kurd e, lê hedef û amancên ku daye pêşîya xwe, Îslamîyet e û heta dawîya emrê xwe wî jibo xurtkirin û belavkirina Îslamîyetê energiya xwe xerc kirîye. Pratika ku S. Eyyubî raxistîye meydanê, îdealên îslamî bi xwe ne ku divê em vê xususîyetê ji ber çav dûr nexin. Ew Kurdên ku bi Kurdbûna S. Eyyubî zêde zêde propaganda pesindayînê dikin û li gora wê helwestê Dewleta Eyyubî wek Dewleta Kurdî dihesibînin; divê ew pirs ji xwe bikin ku sefera ewil jibo S. Eyyubî çima sefera Misrê bûye û avakirina wê dewletê jî li Misrê hatîye îlankirin. Dîsa divê van Kurdên me erdnîgarîya (coxrafya) Kurdistanê ji ber çav dûr nexin û hemî hewildanên S. Eyyubî raxînin meydanê. Berewajê pratika S. Eyyubî, eger wî jibo yekkirin û civandina hêzên Eşîrên Kurdan di bin navenda Hukmê Dewleteka Kurdî da bihata xerckirin; guman tune ku dê rengê civata Kurdî ji kokê ve bihata guhartin. Sed mixabin ku ´pirazeyên mêran li ortê ne´, rastîya van pirazeyan çi ne, divê em wê qebûl bikin û ne pêwist e ku em bi rastîyên dîrokî ra bileyîzin û wan serubino bikin.

Selahattin-î Eyyubî, roja çarşemê 4ê adara 1193an di 56 salîya xwe da çûye ser dilovanîya xwe. Li vir divê em cewherekî Selahattin jî raxînin meydanê. Gelek balkêş e ku Selahattin, jibo malê dinyayê nexebitîye ku dewlemend bibe, mal û milk bicivîne bin hukmê xwe ku wan deman hemî qral û padîşahan mal û milk civandine, dewlemend bûne û wd. Dema Selahattin wefat dike, li pey xwe zêrek û 47 dînar hiştîye ku ev têra mesrefên definkirina cenaze jî nekirîye û jibo wê mesrefê malbata wî mecbûr maye ku bibe deyndar. (Botan Amedî, knd, r. 116-117)

Anekdotek:

Li gora demên dîrokî û şexsîyetên ku di civatên xwe da roleke sereke leyîstine, nasnameyên wan divê piralî werin nirxandin ku ew şexsîyetên dîrokî jî kesayetên civatê bûne, her wek li vir mebesta gotinê ye, Selahaddîn-î Eyyubî jî divê di wê çarçoveyê da mirov bîne ber çavan û kolandineke îlmî li ser çêke û lewra pêwistîya nivîsareka xweser bivê nevê jibo nifşên nû divê derkevin meydanê.

Guman tune ku gengeşeya hin kesayetan wek Îdrîs-î Bidlîsî, Seîd-î Nûrsî (Bedîuzzeman) û wd. jî jibo min mijarên nivîsarên îlmî ne. Loma di nivîsareka dî da ez dê van mijaran bi piralî bigrim destê xwe û li ser wan rawestim. Ji ber ku heta nûha gelek nivîsar ango lêkolîn di çarçoveyên sloganan da ango di çarçoveya ideolojîyên resmî da hatine kirin ku ev jibo ronayîbûna civata me tiştên ne rast in. Nabe ku mirov kesayetên ku di civata xwe da çi rolên erênî û çi yên nerênî cî sitandine, bi awayeke sloganek ”qehreman, ezîz, rezîl, xaîn û wd.” bi nav bikin. Wek mîsal; Seîd-î Nûrsî di ”Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi”yê da çima xwe ewil musulman, paşê Osmanî û herî dawî jî Kurd dibîne? Li vir em behsa 1908-1909yan dikin ku nivîsara Bedîuzzaman di wê rojnameyê da çap bûye. Lê mirov qîma xwe tenê bi wê nivîsarê jî nayne. Ji ber ku nivîsên wî di Kovara Jîn da jî derçûne û heman felsefe em di wan nivîsaran da jî dibînin ku rastê 1918-19 tên. Loma divê piralî û bi îlmî li ser vê şolê were rawestandin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *