Destwerdana bi şêdet û zorê terzajiyana însana, grûbên fikrî, dînî, mezhebî faşizm û teokratîzm û totalîterîzm e…

Îbrahîm GUÇLU

Civat û netew û gel tu wext bi her awayî homojen û yekane nebûne. Civat û netew û gel xwediyê gelek cûrejiyan, fikir, ol, mezheb, çînan e. Yanî civat û netew û gel heterojen in û pir reng in. Hemû beşên civatê bi hev re di nav pêkvejiyanekê de de ne.

Di civatê de beşên cûda dikarin hevdu rêxne bikin. Lê Dema di pêkvejiyanê de bi zorê destwerdan bibe; olek destwerdana olekî din bike, mezhebek destwerdana mezhebekî din bike, fikrek destwerdana fikrekî din bike, partî û rêxistinek destwerdana partiyek û rêxistineke din bike, wê deme di wê civat û netewe û gel de wekhevî, edalet, hiqûq nabe. Ev civat di nav xwe de aram û xwediyê aşitiyê jî nabe.

Di pêkvejiyana hetorojen û plûral de wê demê şer û pevçûn pêk tê. Civat û netew û gel ji wî şerî û pevçûnê zirareke mezin ya civakî, fizîkî, aborî, moralî, hissî dibine. Ew civat, ew netew, ew gel pêş nakeve. Her dem mecbur dibe ku bi pirsgirêkên hûndir re eleqeder bibe. Enerjiya xwe vala bi kar bîne.

 

Ew dibe sedem ku sîstemeke demokratik, sîstemeke ji maf û azadiyan re rêzgirtî, desthilatdariya hiqûqî nebe, Desthilatdariyeke beşekê, olekê, mezhebekkê, fikrekî, çînekê dibe.

Ew sîstema jî dibe faşizm, teokratîzm, totalîterîzm.

Em wek mînak civat û netewê Kurd û Kurdistanê di derbarê vê mijarê de analiz bikin, mijar zelaltir dibe.

Kurdistan û neteweya Kurd her çiqas parçe jî bûye,  di bin dagirkerî û îlxak û kolonyalîzma çar dewletan de be jî, analîzên di vê derbarê de ji bona hemû parçeyên Kurdistanê derbas dibin.

Li Kurdistanê bes gelen misilman tune ne. Gelên xwediyê olê êziditiyê, xiristiyanî, mûsevîtiyê jî hene.

Lê di heman dem de kes û grûbên bê ol jî hene.

Li Kurdistanê mezhebên cûda jî hene. Elewî hene û sûnî hene û kes-grûbên xwe bi mezhebên din bi nav dikin hene.

 Li Kurdistanê gelek partîyên siyasî û rêxistinên civakî hene.

Dîsa li Kurdistanê kes-grûbên xwediyê fikir û îdeolojiyên cûda hene.

Li Kurdistanê gelek çîn û tebeqeyên cûda wek axa, mîr, serok eşîr, gundî, karker hene.

Li Kurdistanê jin hene û mêr hene.

Bi xûlasa hemû beşên civatê li Kurdistanê di nav pêkvejiyanekê de ne. Divê hemû beşên civakê, ol û mezheb, fikir, partî û rêxistinên Kurdistanê ji hev re rêzgirtî bin. Destwerdana jiyana hevdu nekin.

Li Kurdistanê bi taybetî di qada siyasî de destwerdan bûye sedema zor û şêdetê. Di navbera partiyên siyasî de bi salan şer pêk hatin û domand.

Bi taybetî jî PKKê li hemberî hemû rêxistinên Kurdistanê yên hemû parçeyan ev kirin sîstemekê.

Encama vê destwerdana zor û şêdetê, şerê navxwe neteweya Kurd û hemû Kurdistaniyan zirareke mezin dîtin.

Hezar mixabin li Kurdistanê hîn jî ev pirsgirêke didomîne

Li Kurdistanê misilman û mezheba sûnî ji bona ku piranî ne, xwediyê maf nînin û nikarin destwerdanê bi zor û şêdetê li olên din, destwerdana jiyana  ol û mezhebên din bikin. Hîç şik tune ye ku ol û mezhebên ne misilman jî nikarin li misilmana destewerdanê û li hemberî wan zorê bi kar bînin.

Di van rojên dawî de li Bakurê Kurdistanê bûyereke gelek nexweş pêk hat. Grûbek îslamî ku wek Hizbûllah tên nas kirin, di salên bihurî de bi PKKê ve li hemberî hev şer kirine û ji hevdu gelek kes kuştine, êrîşî grûbekî dansçêkêr ku ji  tarza jiyana wan dûr yên ciwan re kirin.

Wan  brîndar dikin.

Ew grûba Hizbûllah dixwaze ku wan terbiye bike û wan wek xwe bikin.

Divê ku Hizbûllah û an jî grûbekî din yên îslamî baş bizanin ku xwediyê heq nînin ku kesekî û an jî grûbekê terbiye bikin û destwerdana jiyana kes û grûbên din bikin.

Navê vêdestwerdanê faşizm e, totalîterîzm e, teokratîzm e.

Heger Hizbûllah di xwe de mafên destwerdanê bibine, kesên din jî li hmeberî wan heman muameleyê dikare pêk bîne.

Ev helwesta şaş, destwerdana bi zorê ji bona her kesî rewa bike. Ew jî dibe sedema şer û pêvçûn û xirabkirina pêkvejiyanê.

Ev destwerdana dibe sedem ku civat û miletê Kurd parçe bibe û terorîze bibe.

Wek tê gotin û nivîsandin eleqe û pêwendiya vê helwestê bi nasyonalîzma Kurd û kudperwerî tune ye.

Nasyonalîzm û kurdperwerî û Kurdistanperwerî ew e ku hemû kurd û Kurdistanî ji hev re rêzgirtî bin. Ji hevdu hez bikin. Her  kes û grûbek tarza jiyana xwe bikara tespit bike û bimeşîne.

Divê her kes ji hiqûqê re,  ji maf û azadiyên hevûdu re rêzgirtî bin.

Divê Kurd û Kurdistanî bi zor û şêdetê destwerdanê red bikin. Li hemberî ew kes, grûbên xwediyê vê helwestê ne, rawestin; teşhîr bikin, şermezar bikin.

Ya girîng jî ew e ku her Kurdistaniyek bi aktîfî li dijî vê xirabiyê derkeve.

 

Diyarbekîr, 14. 06. 2024 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *