Dêrsimî ji karesata jîngehê ya Îliçê dilgiran in: ‘Pêşbîniya karesata kanzaya zêran dihat kirin’

Karvedanên li ser herifîna kanzaya zêran a li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê berdewam dikin.

Welatiyên Dêrsimê ji ber wê bûyera ku li sînorê navçeya Îliçê qewimiye û nêzîkê parêzgeha wan e, hest bi aramiyê nakin.

“Pêşbîniya karesateke wiha dihat kirin”

Endamê Komleya Jîngehparêzên Munzûrê Ozkan Arslan got:

“Derbarê Îliçê sê sal berî niha wek Komeleya Jîngehparêzên Munzûrê me xwest ku bi tevahî bê girtin.

Rêxistinên jîngehparêz bi taybetî yên Dêrsimê pêşbîniya karesateke wiha kiribû.”

Bariş Yildirim parêzerekî Dêrsimî ye û ev çend sal in rewşa kanzayn li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê dişopîne.

“Li gorî yasayan divê kanzaya zêran bê girtin”

Parêzer Bariş Yildirim jî derbarê mijraê de got:

“Li gorî Maddeya 56ê ya Destûrê, divê yekser çalakiyên li wê kanzaya zêr bên rawestandin û ew kanza bê girtin.

Sîstema jîngeha Feratê bandorê li sîstema jîngehê ya 21 parêzgeha dike lewra divê bilez ew der bê valakirin û çaksazî têde bê kirin.”

Welatiyên Dêrsimê ji ber wê bûyera ku li sînorê navçeya Îliçê qewimiye û nêzîkê parêzgeha wan e, hest bi aramiyê nakin.

145 projeyên derxistina madenan hene

Li parêzgeha Dêrsimê 145 projeyên derxistina madenan hene. Sala borî jî ji bo destpêkirina şeş projeyan îhale hatibû ragihandin.

Zêdebûna wan projeyan zerareke zêde gihandiye xweza û navendên jiyanê yên Dêrsimê.

Ji aliyekî ve gefê li jiyana xwezayî dixwinn, li aliyê din jî bûne metirsî li ser çavkaniyên ava vexwarinê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *