DÊRSIM – Ji ber stranên Kurdî li 5 kesan 10 meh ceza hat birîn

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber gotina du stranên Kurdî li 5 siyasetmedarên DEM Partiyê 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ji ber beşdarbûna “Meşa Mezin a Azadiyê” ya DEM Partiyê ku 8ê Sibata 2024an saz kiribû, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” derbarê Hevserokên Şaxa Dêrsimê ya DEM Partiyê Esma Ataş û Ozcan Gurtaş, Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan û Endamên DEM Partiyê Nazli Çelîk û Ozer Laçîn doz vekiribû.

Rûniştina dozê li Dadgeha 2yemîn a Cezayên Giran a Dêrsimê hat kirin.

Dozger di rûniştina dozê îdia kir ku kesên tên darizandin stranên ku metirsiyê li ser aştiya civakî çêdikin û xelkê “ji bo kîn û dijminatiyê” han didin gotine.

Her wiha daxwaz kir her 5 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.

Parêzeran jî di dozê de got ku dozger çalakiyên partiyên siyasî kirine mijara tawanê û daxwaz kir ku miwekilên wan ji dozê beraet bikin.

Her wiha parêzeran diyar kir ku gotinên stranên Kurdî yên “Berxwedan xweş doz e” û “Herne pêş” ji aliyê Birêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê ve bi rêya Google Translate bi xeletî hatine wergerandin û diyar kir ku ew stran berhemên anonîm in û di gelek çalakiyan de tên gotin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA), dadgehê tevî vê yekê biryar daye ku li her 5 siyasetmedar û endamên DEM Partiyê 10 mehan cezayê girtîgehê bê birîn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *