AMED – Bihabûnê pişta xelkê şikandiye: ‘Min kengî goşt kiriye nayê bîra min’

Hem li marketan hem jî li bazara sebze û fêkiyan, li gorî salek berê lazimiyên rojane bi qasî  2-3 qatan biha bûne.

Bi taybetî jî yên ku bi mûçeyê herî kêm dixebitin û malnişîn di rewşeke ne baş de dijîn.

Xelkê Amedê ji ber kirê, fatûrayên av, kareba, gaza xwezayî û lêçûnên taybet bi zorê digihîje serê mehê.

Meha Remezanê jî mesref zêde dibin lê hêza xelkê nîne ku bi dile xwe mesref bike.

Ji rojiyê re çend roj mane û bazarê liv û tevger zêde bûye lê ji ber bihabûnê xelk nikare pêwistiyên Remezanê bikire.

“Her tişt lazim e lê mûçe nîne”

Welatiyekê got, “Wileh wexta Remezan tê her tişt lazim e lê mûçe nîne. Mesela ez 7 nifûs im. Ez niha ketime itrê ku ka ez dê çawa bikim.”

Keseke din jî got, “Fiyet agir e. Em dê çi bikin em dê rojiya xwe bigirin.”

Li Taxa Dîclekentê bazareke heftane welatî berî ku sebze û fêkiyan bikirîn ew bi çevên xwe yek bi yek li etîketan dinêrin.

Welatiyekî got, “Rojî tê milet nikare eşyayan bistîne. Kîloya her tiştî bûye 40-50 lîre.

Milet bi mûçeyê herî kêm dixebite nizanin ji kû derê pereyan bînin.”

“Me berê ereboka xwe tije dikir lê niha vala dibin”

Welatiyekê got, “Wileh bazar biha ye. Tiştek nayê stendin. Kîloyek firengî û bîberan 30-40 lîre pere ye.

Nayê kirîn ha. Me berê ereboka xwe tije dikir em niha vala dibin.”

Kesek din jî got, “Rojî tê hinek kes nikarin kîloyek firengî bistînin. Nanek bûye 15 lîre.”

“Min kengî goşt kiriye nayê bîra min”

Welatiyekî din jî got, “Em roj bi roj derbas dikin ka heta kengî. Nayê bîra min min kengî goşt birîye mala xwe.

Goşt bûye 500 lîre em çawa bistînin.”

Rojî bê goşt jî nabe lê kîloyek goştê sor bûye 500 lîre û kîloyek qîme jî 450 lîre ye.

Her ji ber wê ji bo xanenişîn û kesên bi mûçeyê herî kêm dixebitin kirîna goşt bûye xeyaleke dûr.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *